Pîneyê qwîna şalê Xalê Evrizaq û ... 
 
Hevalê Bedirxan Badilî li ser nivîsên Birêz Bedel Boselî nivîsek bi ser me de 
şandibû û tê de gotibû ku “ serokên Başûr tên rexne kirin, li rexneyên li 
Ocalan tên kirin rewa nayên dîtin û ew wek neyartî tên hesibandin”
 
Birêz Badilî merivekî xwenda û welatparêzekî jidil e. Ew rê û rêzikên 
rexnekeriyê dizane. Şert û mercên Bakûr jî...
 
Min berê jî çend caran lê kiribû, rexnekerî divê bi du aliyan bê kirin; bi 
gotineke din divê yekalî nebe. Bnr: 
http://mamostemaruf.blogspot.com/2009/05/rexne-edeb-dive.html   
 
Di Kurmanciya me de peyva  “yekalî” bi wateyek pir û pir xweş jî tê bikaranîn: 
Seqet(mirovek yekalî). Heke rexne digel xirabiyan qenciyan jî nehundurîne, wê 
gavê yekalî dibe û xêra wê nagihîje tu kesî. Hin derûdorên Xwedêgiravî Kurd û 
kurdewar, di şûna rexnekeriyê de çêr û dijûn û îftîrakeriyê ji xwe re kirine 
pîşe û pê debara xwe dikin, karê xwe dimeşînin, xwe derman dikin.
 Çawa? 
a)     Derdikevin televîzyonên neyarên Tevgera Azadiyê; nav û deng û dirav 
bidestdixin
b)    Ji bo siberoja xwe , razemeniya siyasetmedarî û ya rêveberiyê ya bo karên 
fermî dikin.
c)     Pênûs û mejî û asta mirovatiya wan çi dibe bila bibe, di çapemeniya tirk 
de nivîs û gotarên wan tên weşandin û li quncikên jorîn, li ser post tên 
rûniştandin.
d)    Her ku nav û dengên wan belav dibe, di bazara navneteweyî ya bi navê 
“dijîtiya Tevgera Azadiya Kurd” de jî wek pispor û zana tên hesibandin û ji 
rêxistinên cûr be cûr ên bi navê “tekoşîna bi terorê re”, CİA, FBI, MOSSAD û 
êdî nizam kîjan kul û kureder hebin EFERIM(?) distînin.
e)     Malperên înternetî yên wan ên ku di cihana derewîn de (minê bigota alema 
sanal) xwe dane ber poz û rûyê me û ji me re bi sih û sê zimanan derewan 
dixwînin –çawa dibe ez mame ecêb-  bi reklamên şîrketan têr û tije dibîn, kîsê 
wan jî pêv re...
f)      Hinek ji wan, ên ku bi qasî misqalê zere be jî hêj xwedî wîjdan û îman 
in, hêj nehatine ser ola “xaîntiyê” lê, bo ku berjewendiyên xwe biparêzin, li 
ber çavên dagirkeran xwe şîrîntir bikin; an jî zar û zênç û merivên xwe yên 
bazirgan û karbidest û mûtahît û êdî nizam “çi -ît” ji nijadperstiya 
dagirkeran, ji kujeriyên kiryar nediyar ên muhtemel, ji MİIT û TIT û JIT’an 
biparêzin radibin rûdinên davêjin Ocalan û Tevgera Azadiyê.
g)     Hinek jî hene bi tenê ji ehmeqiyê û ji fehmkoriyê  
h)     Hin jî hene  pirsa “ Ocalan çima nayê rexne kirin?” ji xwe re kirine kul 
û mereza dil û bo tendirustiya derûniya xwe çêr û dijûnan lê dikin.
 
       
De ka em îja em werên ser mesela serok û partî û rêveberên “Başûrî û  Bakûrî” 
Ocalan û ên din...  
 
Bi rastî her gava ku ez bêgav dimînim  Serok û Tevgera Azadiya Kurd ji Kurda 
diparêzim, ji nefsa canê xwe şerm dikim; ji ber ku xwe wek mamostekî dibistana 
seretayî dibînim...
 
Ev mijar ji hemiyan pirtir ez bihnteng kirim; ji ber ku tu dibê qey pîneyê 
qwîna şalê Xalê Evrizaq û pencereya mala Hecî Xalis didim ber hev. 
Gelî malnemîratno, ma rewşa Başûr û Bakûr wek hev e? 
Ma hûn nizanin li Bakûra kambax me ne nav e, me ne ziman e, me ne maf e, me ne 
gund û mezrakî azad e! 
 
Tiştên ku em dibêjin “ên me ne” ka binrrin ên me ne? 
-Partiya ku em dibêjin ya me ye li ser yek gotinekê derî hesabê dagirkeran  tê 
girtin. 
-Parlemanên ku em li wan xwedîtî dikin “bi kirina yek peyvekê bi zimanê me” ji 
peywir tên avêtin. 
-Şaredarên ku em bi ked û xwîdana xwe  hildibijêrin bîla sedem tên kelemçe 
kirin û zîndan kirin...
Xwe ji Xwdê nekin rast bibêjin Başûri wek me ne?
 
Em xwedî çi ne?  Em in çend saziyên wek Enstîtûya Kurdî,Roj Tv, NÇM û Goç-Der 
hwd. in. Kî û kê dikare xwe ji Xwedê bike û bibêje “ çi di dema hilbijartinên 
wan de dibe, çi di pêvajoya rêvebirina wan de dibe rexnekerî tune û rêveberên 
wan wek pêxemberan bêguneh tên hesibandin... Ez bi sond dibêjim Kurd ji bav û 
kalên xwe vir de tu car şahediya azadiya rexnekeriyeke bi vî şiklî nekirine. Li 
ser dilê kî û kê çi hebe, hema çi tê ber devan dibêje. Dersa ku divê em ji vê 
yekê bistînin  ev e: Tevgera Azadiya Kurd di nav şert û mercên aşitî û azadiyê 
de heta tu dibêjî demokrat e.
 
Tevgera Azadiya Kurd dixwaze kurda ji binî ve azad bike; wan bike xwedî sazî û 
dezgeh û rêxistinên azad. Ew dike pergalek wisan biafirîne ku gel “bi xwe” xwe 
birêve bibe û çi jin û mêr, çi karker û pale, çi oldar û xwedênenas azadiyên 
xwe bê tirs û bê minet bijîn... Ji bo vê yekê jî Tevgera Azadiya Kurd, bi salan 
e li dijî dagirkerên herî bi hêz ên Rojhilata Navîn şerekî dijwar dimeşîne. Ev 
şer ewqas bixwîn e ku ji şerê 2’emîn ê Cihanê vir de pir kêm şeran de bi 
hejmarkî evqas çekdar hatine kuştin. Tiştek din, bi ya min, çi li Efxanîstanê, 
çi li filîstînê, çi li Afrîqayê di tu şerekî gerîlayî de 30 hezar çekdar( 
rehmetiyên sivîl ne tê de) jiyana xwe ji dest nedaye. Kambaxî ev e ku şerê bi 
dagirkean re hêj berdewam e. 
 
Di vê xirecirê de, hin baqilên me radibin dibêjin “Kurd çima Ocalan rexne 
nakin?” Di vir de bêwijdaniyek pir mezin veşartî ye. Ocalan xwedî çiye ku bê 
rexne kirin? Ew rasterast dikare kîjan karî bike, kîjan şaşitiyê sererast bike, 
kîjan projeyê birêve bibe. Me ew anî kir serokwezîr?  Me kîjan karî da ber wî 
ew ji binî derneket û me şerpeze kir? Kîjan nelêrêti li me kir? Mal û milkê kî 
xwar? Ma, dewletên desthilatdarên Cihanî, bi mîlyar dolaran pere dan wî, ew bi 
wan pereyan Girava Îmraliyê li ser xwe qeyd û tapî kir? Ew bû, ê ku nefta 
çiyayê Şengalê ( min xwe şaş kir)  Ramanê kişand, bir Mersînê frot û pê doxîna 
xwe sist, dilê xwe rehet kir? Ew bû xizanî û bêşuxuliyê li xort û ezebên me 
ferz kir û ji birçîbûnê wan li heştê welatan belav belavî kir?
 
Ocalan e hefteyekê carê hevdîtin e... Ew di qula hucreya xwe de berxwedana herî 
mezin a ji mirovekî benî Adem tê dide, ji bo gelê xwe  mijiyê xwe didoşe, 
“cezayên hûcreyê yê di hûcreyê de dide ber çavan”  bi nîvî be jî wî şîrê helal 
ji devê dagirkeran direvîne dide ber me Kurda; ber  kesên ne zîdankirî, kes û 
kesayetiyên ku xwedî mafê rexnekeriya her tiştî... 
 
De ka werên em xwe rexne bikin; me çi kiriye...  
Ka akademiya siyasetê ya ku ev bi salan e ew dilorîne dibêje? 
Ka odeyên gundan ên ku ew î bo hindekariya Kurdî û bo xwendinê li me pêşniyar 
kiribû çi bûn?
Ka meclîsên me yên tax û gundan?
Ka rêxistinên me yên bo  parastina rewa ya me bi xwe gere bihatina saz kirin?
Çima sazî û rêxistinên me yên heyî evqas lawaz û bêhêz in?
Ka ev deh sal e bo afirandina civakek me azad çi kir? 
Me  çend sazî danîn ser ên  ji dema azadiya Ocalan mane? 
Ji bo zarokên xwe yên sêwî, 
ji bo jinên şervanan ên bî, 
ji bo nexweşên xwe yên bêhêvî, 
ji bo xort û ezebên xwe yên bê kar û bê şixul ên di bin koxê xaniyan de tî û 
birçî, 
ji bo zimanê xwe yê bi navkî Kurdî, lê di rastiyê de êdî Tirkî... Me çi kirin?
 
Em kurd, ên xwedî şeref, tev dibin yek nikarin partiyek xwe vekirî bihêlin! 
Me çi gunehkarî û xeletî kirin ku partiya me di Dadgeha Makeqanûnê de “bi yek 
dengî” hat girtin?
Xwelî li serê me, em bi qasî qaçaxçiyên tîryakê jî nebûn! 
Ew bi ruşwet û êdî nizam bi çi û çi, merivên xwe ji sêdarê xilas dikin, me 
nekarî dadmendekî jî ber bi aliyê xwe ve bikişînin! 
Ev jî bimîne li alîkî, ew şaredar û siyasetmedarên me birin, heke me  nîvî nîvê 
kurdên metropolan jî  bikarîbûya ji malan derxista, xwepêşandanên 
mezin lidarbixista, cih li serdestan teng bikira , dê rewşa me  wiha  bûbûya?
 
Gelî baqilno, ka  Bakûr û Başûr bidin ber hev û bifikirin.
Li alîkî Telebanî û Mesûd, Nêçîrvan û Noşîrvan 
 Li aliyê din hêsîr û dîlê Girava Îmraliyê Ocalan... 
 
Hişê xwe bidin ser hev; dê Xwedê agir ser me de bibarîne... 
                                                        Mamoste Marûf
 
    
 
      
 
      


      
-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap