* Neheqiya Arif Zêrevanî û etîka/ exleqa çapameniyê...
Îbrahîm GUÇLU ([email protected]*) Dema ku Şêx Zehnî li Swêdê û li bajarê Stockholmê hat kuştin, ev bûyera trajîk di çapemeniya swêdî û kurdî de cîh girt. Di heman dem de Şêx ji bona ku kurdperwerek, têkeoşerekî doza kurd û Kurdistanê bû, dost û hevalekî min î nêzik bû, min jî û gelek kurdên din jî nivîs di derheqê wî de nivîsand. Lewra ji bona Şêx Zehnî nivîsandin û ji têkoşîna wî re xwedî derketin, wezîfeyeke însanî û kurdperwerî bû. Berpirsiyarê Malpera Nefelê Arif Zêrevanî Li hemberî ev nûçeyên di çapemeniya kurdî de hatibû belav kirin û nivîsa min de nivîsek nivîsand. Hem em rexne kirin û hem jî em tewanbar kirin. Ji bona ku bûyer hîn germ bû û gelek dostan jî daxwaz kir, min di destpêkê de li hemberî nivîsa Arif Zêrevanî tiştek nenivîsand. Lê nûha ez gihîştim ev qenaatê, ku di vê demê de li ser nivîsa Arif Zêrevanî rawestandin, ji aliyê etîka/exleqa çapemenî de gelek girîng e. Lewra nivîsa Arıf Zêrevanî hîn di malpera Nefelê de rojanîbûna xwe dom dike. Arif Zêrevanî rojnamevanek e û gor baweriya min jî, ji aliyê exleqa çapamenî de di nav şaşiyekê de ye. Li aliyê din wusa diyar e, ku Arîf Zerevanî nivîsa min jî baş nexwendiyê û an jî nivîsa min şaşa fahm kiriye. Divê ev şaşiya û kêmasiya jî, ji holê rabe. Wek ji aliyê reya giştî de tê zanîn, ez nivîskarê Malpera Nefelê bûm. Ji bona vê jî di navbeyna min û Arif Zêrevanî de pêwendiyeke taybet heye. Heta nûha jî wek dost jî di navbeyna me de tiştekî nexweş nebûye. Ez nûha jî di wê baweriyê de me, ku nivîsa wî, zerar nedaye dostaniya me. Lewra em însanên medenî nî û dostaniya me li ser pîvanên bingeh pêk hatiye. Pireseke din ya girîng jî ew e, ku ez qiymeteke mezin didim rexne û nirxandinan. Lewra bê rexne û nirxandinan, demokrasî jî pêk naye, mafên mirovan jî nayên parastin, çanda siyasî û civakî jî pêş nakeve. Bi taybetî jî çapamenî li ser bingeha rexne û nirxandinan xurt dibe, qerektereke demokratîk qezenç dike. ****** * Sernivîsa Arif Zêrevanî, *"xwedê sitara mirovî ji hinek kurdên bêperwa û bêheqaniyet bike" *ye.* *Nivîs di 9. 11. 2009-an de hatiye nivîsandin. Arif Zêrevanî, di nivîsa xwe de hem bi giştî malperên kurdî û hem jî bi taybetî malpereke kurdî rexne dike. Navê berpirsiyarê wê malperê nade, lê dema ku wî berpirsiyarî terîf dike, mirov dizane ku ew kesa kî ye. Wusa tê gotin:*"Nemaze dema ko ew kes vê bêperwatiyê di bin kirasê >>xemgînî<< û >>dostaniyê<< de bikin. Lê temaşa bikin, yê ko vê bêperwatiyê dike yek jê serokekê berê yê partiyeka siyasî ya kurdan e. Gelo heger desthilatake biçûk jî biketa destê wî, wî dê çi ji hevalên xwe û xelkê di bin emrê xwe de bikira?" * Ev helwest û metoda ji aliyê teknîk, hiqûq û exleq a çapemenî de bi serê xwe pirsgirêkek e. Diviya bû ku Arif Zêrevanî wek rojnamevanekî raste rast navê ew berpirsiyarê malpera kurdî bida. Ji aliyê din de, di nivîsê de berpirsiyarê malpera kurd wek siyasetvenekî tê teşhîr kirin û ew kesa wek dîktatorekî tê îlan kirin. Ev helwesta aşkere ye, ku helwesteke şexsî ye û dijitiyekê di nav xwe de vedişerîne. Ew helwesta, li rojnamevanekî bi wîcdan, girêdayî hiqûqê û mafên mirovî naye. Eynî metod ji bona min jî bi kar hatiye. Navê min jî nehatiye nivîsandin. Lê dema ku di nivîsê de taswîra tê kirin, tê xwendin tê fahm kirin, ku ew kesa ez im. Lewra wusa tê gotin: "* Yek jê eboqatekê kurd e û dostekê nêzîk yê kesê kuştî ye û li Diyarbekirê bi hev re ketine zîndanê. Wisa diyar e ko mirov eboqat jî be roj têt û mirov heq û hiqûqê ji bîr dike û >>tawanbaran<< berî mehkemeyê teşhîr dike û wekî >>tawankar<< destnîşan dike. * Ez parêzer im. Ez dostekî wî yê nêzik im. Ez bi Şêx Zehnî re li Diyarbekîrê di hepsê de mam. Min di derheqê wî de nivîs nivîsand. Dema ku mirov li sernivîsa Arif Zêrevanî binêre gelek aşkere dibîne, ku ez û berpirsiyarê malpera kurdî *"bêheeqaniyet"* û *"bêperwa"* tên îlan kirin û tên binav kirin. Dema ku nivîsa min û nûçeya malpera jê tê behs kirin were xwendin, aşkere derdikeve holê ku ev tespît û terîfan bi xwe neheqiyekê didin derva û terîf dikin. Malperên kurdî, dema nûçeya kuştina Şêx Zehnî pêşkêş kiribûn, nivîsandibûn ku *"Şêx Zehnî hat kuştin. Ew kuştina, kuştineke trajîk e. Şêx Zihnî ji aliyê lawê xwe de hatiye kuştin."* Ev kujrenîşandana lawê wî jî, ji dev û daxuyaniya dezgehên fermî û lawê Şex Zihnî de dihat pêşkêş kirin. Ji aliyê exleqa çapemenî de problemek tune ye. Navê lawê wî jî nehatibû dayîn. Arif Zêrevanî jî wek rojnamevanekî baş dizane, ku Şêx Zehnî ji aliyê kê de hatiye kuştin dîsa jî diyar dike ku *"...ti kurd û nemaze ew berpirsên medyaya kurdî yên >>jehirhilat<< nizanin ka kê ew mirov kuştiye. Ew li ser esasê texmînên xwe û baweriya xwe nûçeyên jehrawî dinivîsînîn û malikê careka dî li mala kesê kuştî xirab dikin û birîn û êşa wan hêj kûrtir dikin." * Ew helwesta ji bona rojnamevanekî gelek bi problem e. Li cem vê yekê rojnamevanek dema ku rastiyekê bizane divê vê rastiyê binivîsine. Lê Arif Zêrevanî dibêje ku *"piştî kuştina wî camêrî, dostekê min yê nêzîk ji min re got çima nûçeya kuştina wî mirovî di Nefelê de nîne. Min gotê >>ne li hêviyê be û tu wê nûçeyê di Nefelê de nabînî<<. * Ev helwesta jî, li dijî exleqa çapemeniyê ye. Arif Zêravanî jî, diviya bû, ku gorî wîzyon û prensîbên xwe kuştina Şêx Zehnî qet nebe wek nûçeyekê pêşkêşî raya giştî bikira. Lê ew nekir û dibêje ku ez tu wextî jî nakim. Gelo ew helwesta çiqas li exleqa çapamenî tê? Di encamê de jî, bi îtiraf û biryara dadgeha swêdî derket holê ku lawê Şêx Zehnî ji kuştina bavê xwe berpirsiyar e. Arif Zêrevanî divê li hemberî vê biryara dadgehê û îtirafa lawê Şêx, li xwe mukir bê û xwe binirxîne û rexne bike. Divê ew şaşî û neheqiya qewimandî, ji holê rake. Dema ku nivîsa min ya di Malpera NET-KURDê û gelek malperên din yên kurdî de careke din bê xwendin û bê analîz kirin, gelek aşkere derdikeve holê ku armanca min teşhîra kujra lawê Şêx Zehnî nîn e. Armanca min, ji xebat û têkoşîna Şêx Zehnî re rêz girtin, ji têkoşîna wî re xwedî derketin, trajedîkbûna bûyerê diyar kirin bû. Heta min di nivîsa xwe de êşa xwe ji bona lawê Şêx Zehnî nîşan daye û min nivîsandiye ku *"Şêx Zehnî bi keç û kurên xwe îftîxar dikir. Bi destê lawê xwe kuştina wî, trajediyeke mezin e". * * Gelo ew helwesta min, bi neheqaniyetê û bê perwa bê bi nav kirin, ew nabe bêhqaniyet û bêperwa yî? * ****** Arif Zêrevanî, ji bona exleqa çapamenî, pîvan û prensîbên gelek girîng tîne ser zimên û dibêje ku *" Carekê heger ew berpirsên medyaya kurdî xudanheqaniyet û xudanwijdan bin divêt ew bizanin heta ko ew xort yan kesekê dî ji bo kuştina wî mirovî cezayê mehkemeyê nexwe û hikûm li wî neyêt birîn ew ne >>bikuj<< e û ew tenê tawanbarek e. Lewra jî medyaya swêdî ne navê tawanbarî, ne jî navê kesê kuştî da û heta navê nijada tawanbarî û kuştî jî neda. Ferqa medyaya kurdan û medyaya swêdî yan ya ewropî di warê heqaniyetê û berpirsiyariyê de ev e. "Kesê ko hatiye kuştin naskirî ye û welatparêzekê kurd e. Bûyer bi îhtimaleka pir mezin meseleyeka nêvxweyî ya familyeyê ye û hêj em nizanin ka rastiya meseleyê çi ye. Em bihesibînin ko mirov dizane ka mesele çi ye û belge jî di destê mirovî de hene, cardî jî çênabe ko mirov berî mehkemeyê ti kesî wekî >>bikuj<< yanî >>qatil<< bi nav bike û di medyayê de afîşe bike." * Ji bo van tespîtan divê çend tişt bên gotin. 1- Min jî û çapemeniya kurdî jî tu wext lawê Şêx Zehnî tewanbar nekiriye. Min jî û çapemeniya kurdî jî, qasî ji wan hatiye lawê Şêx Zehnî parastine. 2- Min jî û çapemeniya kurdî jî, bes rewş analîz kiriye; êş û xemginîya xwe diyar kiriye. 3- Divê baş bê zanîn, ku kuştina Şêx Zihnî pirseke nav aîle nîn e. Şêx Zihnî kurdperwerek û dozgerekî neteweya kurd bû. Ji bona vê jî pirsa Şêx Zihnî û kesên wek wî jî, pirseke gelerî ye. Di pirsê de raya giştî û kurdperwer jî teref in. Ji bona vê li ser pirsê rawestandin, pirs gorî rastiyan ronî kirin, heqekek e û erkek e. 4- Min jî û çapameniya kurd jî, hîç bi awayekî nexwestiyê, ku malbata Şêx Zehnî biêşîne. Her demê herkesî xwestiyê, ku malbata Şêx Zehnî bê parastin. ***** Arif Zêrevanî di nivîsa xwe de pêşniyerekê dike û dibêje ku:* "Kuştina wî mirovî trajediyeka nêvxweyî ya mezin e ji ber mesele aîlewî ye. Ji bo raya giştî ya kurdî jî ya giring nûçeya mirina wî kesî ye û diviya medyaya kurdî yan behsê nekira yan jî bigota 'ilankes çû ser dilovaniya xwe' û arîkariya endamên mayî yên familyeyê bikira. Lê belê em dibînin ko hinek malperên kurdî û dostên kesê kuştî "jehrê" dirijînin nêv endamên familyeyê û birîna wan hêj kûrtir dikin. Hêj em nizanin ka >>bikuj<< kî ye. Heta ko mehkeme biryara xwe nede ti kes ne >>bikujê<< wî mirovî ye û kesek dikare >>tawanbar<< be. Lê belê her ji niho ve em dizanin ko hinek kurd >>bikujên<< rol û berpirsiyariya xwe ne û wan xencerek li dilê xwe da." * Ev pêşniyara, pêşniyareke makul nîn e. Ev pêşniyara ji bona civateke modern û çapemeniyeke modern, ji bona kesên doza azadiyê, demokrasiyê û serxwebûna Kurdistanê pêşniyareke gelek kevnare û edetî ye. Ev pêşniyara malbata Şêx napêreze, pirsê bin cil dike û dibe sedem ku her kesek li ser pirsê bêpîvan qise bike. Dema ku pirs aşkere tên gengeşîkirin, qerektereke şefaf û vekirî qezenç dike. Wê demê tu kes jî nikare pirsê îstîsmar bike. * Amed, 17. 01. 2009 *
-- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
