Kurdên serhişk û pozbilind re
Me ji bav û kalan pir bihîstiye; “ji me gelek kes hene ser hişk û poz bilind
in...”
Erd û ezman jî bê xwarê, tu kes nikare tiştek bike serê wan.
Ew, bi qewlê Voltaire êdî “ opposé incorrigible”in; bi kurmancî mirov dikare
bibêje “dijberên bêderman” in.
Ma heyran ev 40 car e ez dinivîsim.
Hûn dibêjin qey pîrika we ya 90 salî ya dilşewat, lê kor û nezan dibêje, hûn
paşguh dikin.
Hin kes jî hene wek mirovên me yên reben ên 30 sal berê ( ew, gava mamoste û
bijîşkek bigota ez Kurd im, di cih de lê vedigerandin digotin: heşayî te. Tu
xwendeyî; tu çima kurd î! Di ber xwe de jî dikirin pilepil û digotin: “-Kurd û
toxtor! An Kurd û muelim!) di kûrahiya mejiyê xwe de vê baweriyê dihewînin; “-
gotarên bi Kurdî û zanistî!
Ew dibêjin qey tiştên bi Kurdî têne nivîsandin çîrok û xewroşk in!
Alman dibêjin; “hin mirov hene mejiyê wan di çavên wan de ne” Baweriya wan bi
têgeh û fikr û ramanan nayê.
Kurdên famkork û serhişk û poz bilind jî digel 50 hezar miriyan,
bi deh hezaran birîndaran,
Bi mîlyonan penaberan,
hêj têdernexistine ku ew di şer de ne!
Jiber ku ew bi, çavên serên xwe şer nedîtine.
Di şer de her netew, her gel bo serkeftinê bi qanûn û zagonên taybet tên
birêvebirin.
Wek mînak demoralîzasyona gel sûcekî pir mezin e.
Reş kirin û bêrûmet kirina şervanan ji wê jî girantir e.
Ew kes wek xayîn û noker tên hesibandin û gelek caran bi darvekirinê tên ceza
kirin.
Guhsistên me ji rewşa xwe ya awarte bêhay in.
Ew serçivîk her tiştî pir zû jibîr dikin. Zilm û zordariya dijmin jî
wisan...
Çend meh kes neyê kuştin dibêjin qey peymana aşitiyê hatiye mor kirin; gelê wan
ji dagirkeran rizgar bûye!
Tu dibêjî qey gerîla û serok û sazûmankar û serokê tevgera azadiyê dike ( wek
ergenekon û artêşa tirk) desthilatdariyê ji destê sivîlên Kurdistanî bigire, ew
wana bi dîktatorî û bi darbekariyê sûcdar dikin, hezar çêr û dijûnan bi ser wan
de birê dikin!
Ma lawo, hûn in gerîla ne. Êdî tu hêzeke we ya neteweyî heye?
Ne ji wan be, kî we dike şûna mirovan?
Ew nebin kî guh dide we? Bi xêra wan e ku hûn, wek Pehlewanên derewîn vir de wê
de davêjin dewletê, kes dengê xwe nake...
Ma dijmin nizne, hûn nikarin mêş jî berdin ser gûyê wî!
Neyê hesabê wî, ew di saetekê de we li ser hev dicivîne, wek 1980’an de kir,
ser û guhên we dişikîne, we keloxaşî dike, rojê pêncî caran bi we “ emret
qomitanim” û “ sirûda xwe ya neteweyî” dide gotin!
Ev kurdên xwe dijber dihesibînin bi gelemperî ewqas kerr û gêj in ku serokên
tevgerên din ên Kurdistanî yên reben ên nikarin gundekî jî bi rêxistin bikin
dikin şûna Ocalan!
Lawo, ma bi we re hîç hiş û wîjdan, çav û rû tune?
Sih sal berê, li seranserê Bakûr çend hezar kes bi zanetî li nasnameya xwe
xwedî derdiket?
Çend kes bê şerm , bê kompleksa xwe biçûkdîtinê di civakê de radibû digot “ez
Kurd im”
Gelo Pêxemberê axir zeman, ji gora xwe rabûya, bi şîret û gotinên xweş
dikaribû hebûna kurda bi dewleta dagirker bida pejirandin?
We di xewna xwe de, Tv’yek bi kurdî li alîkî, radyoyek kurdî bidîta bawer
dikir?
Rojnameyek rojane?
Bi hezaran sazî û rêxistin û radyo û Tv û kovar û rojnameyên ku bo Kurda
têdikoşin, qala Kurda dikin, ma ji alî Xwedayê jorîn ve nazil bûn hatin xwarê?
Fêmkorikno, bi xwendinê we fêm nekir, nekir...
Ma hûn ji qula dîwaran derketine, dê û bavê we jî tune, ji we re negotin, hê
duh jî ew newêrîbûn biçûna bajarên tirk û ereban û ji xwe re çuwalek arvan
bistendina, bizinek xwe bifirotina?
Ma qey we ji wan nebihîst, di salaên 1970’an de qomando û mufrezeyên dagirkeran
yeko yeko davêtin ser gundên Kurdistanê û gundiyên kurd ên ji binî ve apolîtîk,
rût û repal tazî dikirin, li ber çavên jin û zarokan bi kîrên wan ve bi hev
ve girê didan û bi qûndaxên tivingan li wan dixistin, qîrina wan wan diçû erd
û ezmanan, Xwedê jî nedigîhişt hewara wan?
Ma hûn kor in, nabînin, îro Kurdên apolîtik li ber çavê dagirkeran wek
melaiketan pîroz û bimbarek in. Serfermandarê artêşa Tirk diçe ser doşega wan
rûdinê, ji wan re palûpûsiyan dike?
***
De em dev ji duh û îro berdin û li siberojê binêrin:
Heke em hêz û enerjiya xwe li dijî hevûdu na, bo xêra Tevgera Azadiyê serf
bikin, yekîtîya xwe ya neteweyî pêk bînin, cahş û neşiyarbûyiyên xwe jî şiyar
bikin, bi sond û qesem , serkeftin pir û pir nêzî me ye.
Riyên enerjiyê di welatê me re derbas dibe.
Sermayeya global dike li Rojhilata Navîn û li Qafkasyayê jî kar û barê xwe bi
dilrehetî bimeşîne.
Kurdistan li ser erdnîgariya herî stratejîk a vê herêmê ye.
Cihan bi me û bi doz û hêza me hisiyaye.
Gelê Kurd bi tevahî nebe jî, bi girseyek mezin hatiye ser hev, daxwaziya mafê
xwe dike.
Çawa ku bi hezaran salan dagirkeran, digel ku em bêtifaq û bê dewlet bûn jî,
bo ewlehiya riyên baharat û hevrişîmê, newêrîbûn xwe bidin ser me, di welatê
xwe de em bi awakî azad û serbixwe jiyan; sibeh jî bi çend yekîneyan em dikarin
hemî çavkaniyên Rojhilata Navîn û Qafqasan kontrol bikin û qedera reş a gelê
xwe biguherînin.
Ma em bi qasî çîprûtên El- Qaîde jî nabin ku ew li Efganîstanê emana dagirkeran
biriye?
Hûr û kûr bifikirin, heta niha kî û kê rê li ber vê yekê girt?
Kî û kê piştgiriya Tevgera Azadiyê nekir?
Em li gorî hêz û girîngiya wan, ên ku astengî derxistin û derdixin, rêz bikin:
Cerdevan-noker-sivîlên hevkar ên dagirkeran-alîgirên partî û pûrtiyên
dagirkeran- hin partî û tevgerên kurdistanî yên dijber- hin tevgerên umetparêz
ên Xwedê giravî kurdewar-hin partî û tevgerên çepgir ên li Kurdistanê xwedî
alîgir, girseyek mezin a Kurdên apolîtîk û asîmîlîye bûyî ...
Hûn hevalê kê ne, we cihê xwe dît, ne wisan?
***
Gelî zimandirêjên sehişk û pozbilind ên dijberên Tevgera Azadiyê,
Hûn dibêjin; “ma mafê me yê rexnekirinê tune ?”
Belê heye, lê hûn ne jidil in!
Li ser vê platformê jî pûşê we derdikeve holê.
Ev çend roje kûtxwurên rovî yên AKP’yî, bi îftirayan êrişî Tevgera Azdiya Kurd
dikin hûn vê yekê jî wek rexne dihesibînin.
Ma ew bêwijdanan bo kurd û Kurdistanê, bo ziman û çanda Kurda, bo namûs û
şerefa Kurda heta niha çi kirine ku hûn mafê rexnekirinê bo wan rewa dibînin?
Velî Kuçuk û Abdulkadîr Aksû û Mehmet Agar û Cevdet û Mufîd Yuksel û Hîzbula û
Fethulah û Metîner, her yek ne “çemekî çiyayên ji hev cuda, lê li derek
digihîjin hevûdu” dibin yek û kevirê aşê li ser serê me digerînin?
Ew Tevgera Azadiya Kurd wek hevkarê Ergenekonê binav dikin...
Ew mejîşûştî yên serhişk û pozbilind, nizanin ku ev dewlet ne ya kurda ye.
Akp û Ergenekon û artêş û Fethula û çepgir û rastgir tev bi hev re
desthilatdariya mutleq û teqez û jêneger a TIRK diparêzin û her yek xwedî komek
sermayedaran e .
Îro bo desthilatdariyê, bo kemçûran bi hev ketine.
Di vê têkoşînê de, divê tu li dû qûna wan nekevî, bi serê xwe bibî alîkî.
Heke bizanibin ku tu jî xwedî hêzeke xurt i, ku bê te nikarin bibin
desthilatdar, wê gavê bo hevkariyê dibin kûçikên li ber deriyê te...
Ma çend AKP’yî yên bi devkî baş ne tê de, çi ferqa Cemîl Çîçek û Velî Kuçuk
heye?
Tiştên ku Abdulkadîr Aksuyê kurmanc bide te Bedrettin Dalanê şêxbizinî jî nade?
Deniz Baykal ê duh amadekar û parêzvanê rapora Kurd, îro desthilatdar bûya, dê
ji Tayîp kêmtir “açilim” bikira?
Çima wiha dibêjim hûn dizanin? Wexta CHP raporan amade kiribû Kurd nîvî niha jî
bihêz nebûn.
Hêz çiqas be, “açilim” jî ewqas e, maqûlno...
Divê hûn li xwe varqilin û tobe bikin, xwe bi heft avan tafîl bikin:
HÛN Jİ BER NEZANIYA XWE HİM GUNEH IN, HIM JÎ GUNEHKAR IN...
Mamoste Marûf
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane