rêzdar Necib Bingol,
Ez qet û qet beşdarî nêrîn û nirxandinên we nabim. Tiştên hûn dibêjin, li
cem min rêşaşîtiyeke dûr û dirêj e.
Ger netewa kurd di rêya ku hûn şanî didin de bimeşin, ez bawer nakim ku
bigihên xelasiyê.
Netewa ku nexwîne, nefikire û rexne neke, ne pêkan e pêşde biçe. Xelkekî
ku xwe bê îrade hiştibe û her tişt bi kesayetiyekî ve girêdabe, nikare
rizgar bibe.
Di têkoşîneke ku her tişt li gor gotina kesekî, an jî lijneyekê tevbigere
tekamul çênabe.
Destkeftiyên ku bi dest ketine jî dê li ber qelenan pir kêm û biçûk bimînin.

Lêbelê hûn mirovekî ezîz û rêzdar in. Hûn hêja û bi qîmet in.
Hûn û kesên mîna we li cem min bi xwe bi qedr û qîmet in.
Mirovên wekî we dilsoz û fedakar şayanê hurmetê ne.

Ma em dê bo çi peyamên we asteng bikin?

Ez bawer im ku agirê dilê we dişewitîne,
agirê azadî û serxwebûna Kurdistanê ye.
Loma jî pîroz e.
Em tenê dikarin bejna xwe li pêşberî wî agirî bitewînin.

Silavên kurdistanî
Serger Barî

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap