Hevpeyvîn bi Cîhan Roj re
BERFO BARÎ: Cîhan Roj kîye? CÎHAN ROJ: Belê ez Vartoyî me di 1993 an de hevnasîna min û edebiyata me û zimanê me çêbû ji 1993 yan heya niha jî bi edebiyat me ra mijûl dibim. Pêşiyê helbest dûre çîrok dû re dîsa helbest welhasil wisa dewam kir herî dawî romanek min derket hêjî bi edebiyatê re bi pexşanê re mijûl im. BERFO BARÎ: Hûn çima ji helbestê derbasî pexşanê bûn? Gelo roman asteke jor e ku we ew tercîh kir yan na? CÎHAN ROJ: Na, ez bawer nakim , di nava çeşnên edebiyatê de însan karibe helbestê li astekê, romanê li astekê bi cî bike, yek ji ya din ne pêşdetir e, heta eger ku ast hebe , helbest belkî dayika romanê û çîrokê ye. Li vê erdînîgariyê, her însan helbestvanek e, niha em li ser vê rastiyê bifikirin , ji ber ku di jiyanê de tiştên ku bi me re mane , tiştên ku em jiyan e, tiştên ku bi me re mabû, li ser dilê me bê bersîv dimîne ;wextê ku li ser dilê însan dimînin ,kom dibin bi ewayekî tê asta wanî ku însan li dû digere,dibêje, gelo ez ê çawa tiştên di dilê xwe de der bikim. Tu li rêyekê digerî li çareyekê digerî, em kurd bêtir bi esman re diaxivîn, bi kevir re diaxivîn, bi avan re diaxivîn û em bi xwe re diaxivîn lê piştî ku hevnasîna min a bi edebiyatê re çêbû cîhanek din deriyê xwe ji min re vekir. Wekî ku bibêje ,keremke bi tiştê din re ne axive ,bi min re biaxive bi saya edebiyatê hem tiştên di hundurê xwe de biherikîne û hem jî biaxive. Bivê nevê bi helbestê min dest pêkir. Du sedemê wê hene: Yek , însan bi helbestê hay ji tehma ziman çêdibe, dudu carnan bi qêrînî carnan jî bi rastî, ku însan bi awayê helbestvanan der dibe wê çaxê ser dilê te sivik dibe. Li gor min du heb dilê min hebû yek jê hişk bû mîna kevirekî yek jî gelek sivik û nazik. Ji bo dilê xwe yê hişk bikujim helbestê gelek alîkariya min kir û tehma ziman da min. Lê dîsa hinekî tişt man di dilê min de, tiştên ku min nikaribû bi helbestê der bikirina ew jî bûn sedem ku ez bi çîrokê re jî mijûl bûm û herî dawî roman. Çima roman? Carnan ji bo edebiyata me jî, bi awayê rexneyî, tê derbirîn ku herkesî kurd dest davêje romanê ,belê divê em li ser vê rastiyê gelek bifikirin. Çima? Bera bera ew ji ber xwesteka popûlerbûyinê ye yan sedemên wê yên din jî hene. Ji bo min ez dibêjim sedemên wê yên din hene ,ji bo ku roman wan derfeta dide min ku tu tiştek di dilê min de nemîne, newayeke serbest dide min, ji bo wî jî min helbest û çîrok li cîh hişt û bi romanê re mijûl bûm. BERFO BARÎ: Gelo tu carnan divêje ku xwezî min dest ji helbestê bernedaya? CÎHAN ROJ: Ez karim ji we re vê bibêjim ku ji dil û can dibêjim, bi awayek dilsozane dibêjim ,her dil nikare helbestê ragire ,ji ber ku di helbestên min ên pêş de, di Ratîkayê de jî ,di helbestê paşîn de jî ,li gorî min, hestekî gelek muhîm û tiştên gelek muhîm min got. Lê hinek hêmanên helbestê jê kêm bû, min dizanîbû kêm bû jî, ji ber ku wê çaxê ziman bûbû armanca min a sereke. Di salên 1993 yan de hinek kesan digot ku zimanê kurdî tuneye ne mumkun e ku bi vî zimanî edebiyat we re çêkirin.Tiştên weha dihatin gotin ew jî dibû sedem ku em biêşin, em bikeribin me êdî hêlên helbestê yên edebiyatê dan alîyekê.Min digot , gelo ezê hevokên çawa saz bikim ,wekî rikî ,ezê hevokên çawa saz bikim, biceribînim, û karibim bêjim bi zimanê kurdî bi kumancî ev riste têne nivisandin. Dû re piştî Ratîkayê piştî ew rik û înadê , hêlên helbestê yên din jî xwe li ser min ferz kir. Wek hest wek takekes ez wek mirovekî ,dilê min û weka helbest ji min re bibêje, bes êdî dev ji rik û înada xwe berde,hêlên min yên din nede aliyekî .Wê çaxê jî hêdî hêdî ji aliyê dilînî ve têkiliya min û helbestê bêtir xurt bû.Piştî wê têkiliyê jî min dît wê dilê min nikaribe hinek helbestan ragire; ev ji ber tiştên em bûn şahid, belkî ji ber jiyana min belkî ji ber rastiyê jiyanê yên din , ji ber gelek sedemên din, min got,ger ez bi helbestê dom bikim wê dilê min nikaribe ragire ji alî hestiyariyê ve ez viya ji dil û can dibêjim. BERFO BARÎ: Ku we bi helbestê dewam bikiraya wê çi bivaya yanî wê çi bobelat bihata serê dilê we? CÎHAN ROJ: Ez tirsiyam ,ez vêya rasterast bibêjim, ez ji bo çi tirsiyam, gelo ez ê karibim her tiştî bi tona wê hestiyariyê li helbestê bikim û dewam bikim. Van tiştana giştik bûn sedem û rastiyek din jî eger min helbest bera bera lê bikirina,gerek min dest navêta çîrok û romanê û dev ji wan berda. Êdî wext hatibû ku min biryar jî bigirta. Divê însan li ser çeşnek biryara xwe bide yan helbest, yan çîrok yan roman. Min dev ji helbestê û çîrokê berda. BERFO BARÎ: Xwendevanên kurdî di çi astê de ne. Çiqas karin berhemên baş û nebaş binirxînin. Ji xwe ne hewceye gotinên pir mezin bibêjim, ez bawer im wê dûrî rastiyê be, ji ber ku xwendevanên kurd bi zimanê xwe perwerde nebûne, bi serê xwe jî ev tê wateyekê .Lê em pêvajoya xwendevaniya kurdî li ber çavan bigirin, ez anha hem bi hêvî me hem dilşad im. Îro em dibînin ku xwendevan hêdî hêdî zorê didin niviskaran pirsên wan hene, pirsên xwe dikin. Min di nivîsek xwe de gotibû divê xwendevanên kurd bibin xwedî însiyatîf. Divê karibin tiştan bivêjin divê pirsên wan hebin û rê li nivîskaran jî vekin. BERFO BARÎ: Di wêjeya kurdî de rexnegerî di çi astê de ye? Yanî kesek dema ku berhemekê dinirxîne tenê pîvanên wêjeyê li ber çavan digire yan yê siyaseta xwe cemaeta xwe û hevaltiya xwe li ber çavan digire? CÎHAN ROJ: Tiştê ku hêvî dide min ev e; ew kesên me yên zanîngeha dixwînin, eleqa wan û wêjeyê heye , bi awayekî hayê wan ji edebiyata dinyayê hene, ew kes, êdî hêdî hêdî dest davêjin edebiyatê , bi kurdî dixwînin ev hêvî dide min piştî ku dixwînin êdî ji wan têkiliyan wêdetir, berhemê li ber çawan digirin lê mixabin hejmara wan kêm e, yanî yan sê ne yan çar in.Hêviya min e ku kesên zêde bibin, ez ew kes im ji gazinan bêtir ji hêviyê hez dikim. BERFO BARÎ: Berê wêjeya cîhanê bi ku ve ye û di nava wêjeya cîhanê de cîhê wêjeya kurdî çiye? CÎHAN ROJ: Berî çend salan min di nivisek xwe de gotibû însaniyet ber mîstîsîzmê ve diçe .Bi gelemperî mirovatî ber bi mîstîsîzmê ve diçe, çima? Sedem jî ew e ku di pergala îro ya cîhanê de her tişt li gor berjewendiyan hatiye sazkirin. Wextê ku berjewendiyên teng ê mirovatiyê be û her tişt li ser berjewendiyan hatibe sazkirin bibe nebe wêjeya cîhanê li gor berjewendiyan teşe digire ,yanî bi zimanekî din , pirtûkê hefteyekê bixwîne û pirtûkê bavêje ,xerc bike ,rewşa heyî hinekî ev e.Lê ev jî aloziyek e, divê em li dinyayê mêze bikin em ê bibînin. BERFO BARÎ: Têkiliya avêtin ango xerckirina pirtûkan û kapîtalîzmê çiye? CÎHAN ROJ: Jixwe em nikarin edebiyatê ji hişmendiyê, ji mantelîta li jiyanê li însanan nihêrandinê zêde cûda bikin.Belê edebiyat taybetiyê wê hene û ya dawî de jiyan gelek bandor li edebiyatê dike divê ev pirsgirêkên di jiyanê de di rêveberiyê de derdikevin ji bo edebiyatê bibe qeyran ger nebûbe jî divê bibe. Îja ê me kurdan, edebiyata kurdan ji gelek qonaxan bêpar maye divê bi vî çavî lê binêrin tevî ku jê bêpar maye jî gerek kkaribe ji hemî qonaxan di leztîrîn demê de dersan jê derxîne ,karibe şîrove bike .Mîsal ez pir meraq dikim em çawa li Mezopotamya dinêrin ,ev muhîm e .Em ê bibêjin edebiyata kurd yan em ê jiyana mezopotamyayî hem bi awayekî klasîk hem bi awayê modern em ê karibin ji xwe re bikin xem .Xwezî rojekê edebiyatvanên me edebiyateke mezopotamyayî pêşkêşî edebiyata cîhanê bikin. BERFO BARÎ: Selîm Temo divêje ku nivîskarên civaka bindest nikar azad binivîsîne, ji ber ku hemû hewldana wî ji bo îspatkirina xwe ya li hemberî serdestan e. Gelo hûn beşdarî vê nerînê dibin? CÎHAN ROJ: Belê ev rastiyek e ,lê ev bi temamî ne rastiyek e ku herkes xwe lê bigire ;ev hinekî bi însan ve girêdayî ye ;însanê ku karibe sebir bike wê serî li vê azînê nede.Ku nivîskar bi lez be û bendewariyên wî yên weke bibêje, ez hê li jiyanê me divê ez mêweyên karê xwe, edebiyata xwe bibînim ,populer bibim, ez navdar bibim... Eger xem û lezek weha hebe wek birêz Selîm Temo gotiye ,belê wê tevî wê azînê serî li gelek tiştên dinê bidin ,ne tenê xwe bi serdestan bide pejirandin. Eger ku nivÎskar bera bera bi çavekî din li edebiyatê binere, gelo ez ji bo sed salî dinivîsînim yan ez ji bo çi dinivsînim, ji bo hezar salî dinivîsînim yanî xema wê/wî edebiyat be ne hewceye serî li wê azînê bide . mixabin di edebiyata me da jî ew qonax ew pêl hat , hê jî hene ,heya derbarê vê meselê de gengeşî heye, gelo çima hinek kes dixwazin pirtûkên kurdî li tirkî werin wergerandin, yanî ji bo hinek kes rexne dikin dibêjin li pê rewabûnê ne. BERFO BARÎ: Li gorî we ev rexne di cîh de ye? CÎHAN ROJ: Ji bo hinek hewlan, belê rast e , bila were wergerandin lê ne ji xema rewabûnê ,mîsal wextê nivîskar dixwaze di zûtirîn demê de li tirkî were wergerandin ,bila hemû hewlê wî ji bo erebî jî hebe ji bo îngîlîzî jî hebe ji bo fransizî jî hebe .Ev dibe tiştekî normal , yanî dawîya dawî her nivîskar dixwaze xwendewanên her netewî pirtûka wî/ê bixwîne. Lê heya nuha çarçewa be ser tirkî re bi medya tirkî re ancax însan dikare bi cîh bibe ,ger mantalîte ev be ,ev pir xelet e. Ji derveyî nivîskar bila xwendewanên kurdî têbigihêjin ,pêşveçûn ew wergerandin in. yan ji bila kesên kurd biryar bigirin filan berhem em li kurdî wergerînin em li îngîlîzî wergerînin ev baş e ev tiştek hesas e. Mirov nikare însan bi tevahî red bike ne jî bivêje mafdar e . BERFO BARÎ: Rewşa wergera kurdî çawa ye? CÎHAN ROJ: Rexnegerî yek wergervanî dudu ev her du bi qasî nivîsandinê zahmet in, heta ji nivîsandinê wêdetir zor in karên muhîm in ji ber ku hem rexneger hem jî wergervan ji nû ve berhemê diafirîne ew tekst ew metîn dibe sedem ku kesên wergerê dikin û kesên rexneyê dikin , divê bibin sedem berhemek nû derkeve ,yanî rastiya wergerê û rexnegeriyê ev tişt e .Ka çend rexneger û wergervanên me hene,kêm. BERFO BARÎ: Hûn karin navan bidin? CÎHAN ROJ: Belê mesela Kawa Nemir ,ji ber çî, ji ber ku ez heyranê niyet û hedefên wî me. Pirsgirêkên wergera me hene. Nuha ziman cîhanekiye, îjar her ziman cîhanek e, hûn cîhanekê nas bikin cîhanek din nas nekin, kar gelek zahmet e ,wê çaxê metîn dibe qurbana zimanê din yan jî zimanek dibe qurbana zimanekî dinê. BERFO BARÎ: Di têkoşîna gelê kurd de nivîskarên kurd peywira xwe bi cîh tînin? CÎHAN ROJ: Belkî normal be jî ,berê wexta ku peyva têkoşînê derbas dibû xwendevan li bende bûn ku nivîskar were di saziyan de ,pê re bixebite ,normal e jî ;ji ber ku gel êşê dikişîne însanên ku êşê bikişîne dixwaze ku her kesî li cem xwe bibîne, lê li gor min ev daxwaz ne rasteqîn e . Me Bahman Qobadî nas nedikir, lê bi sînema xwe bi feraseta xwe ya takekesî tiştên muazzem kir. Çanda me bi cîhanê da naskirin ,xwendewan kare ji nivîskar re bibêje, berhemên wisa binivîsîne ku têkoşîna me bide naskirin, ma ev jî ne têkoşîne e, ma şert e ku mirov li kolanan be. Mesela du têgeha derdikeve holê ,rewşenbîrî û nivîskarî, însan heye hem rewşenbîr hem nivîskar e, însan heye tenê yek ji vana ye. BERFO BARÎ: Rewşenbîr kîye? CÎHAN ROJ: Rewşenbîr ew kes e; yek ku rewşê dide zanîn û di pratîkê de bi cî tîne. û di pratîkê de dîsa di nav rewşenbîran de jî ast heye mesela kes hene Sartre ne; hem nivisandiye hem li kolana ye, mesela Mûsa Anter hem niviskar hem rewşenbîr bû.Gere em li ser têgeha bi gengêşin û bera bera bi cîh bikin ,ne ku min got û çû, gere em cîdîtir li edebiyatê li niviskar û rewşenbîrê xwe binêrin ,mirov gere mirov rewşenbîra di serê xwe de îdaalîze neke .mirov di xwestekên xwe de jî rasteqîn bin. Gelo bera bera ji bo xwendevan û siyasetmedarê kurd niviskarê kurd tê çi wateyê, bera bera di dilê xwe de di bin hişê xwe de ecibandiye ,dibêje,filankes niviskarê/a min e...problemek wanî jî heye. BERFO BARÎ: Ji ber çi? CÎHAN ROJ: Ji ber têkilaya rahêşkirinê ye (algi). ji ber heya nuha ne hay ji edebiyata xwe heye, ne jî tehm jê girtiye, ne jî dêrûniya kesê bindest xwe dide dest , ez gelek caran bû me şahid. Min û Yaqob Tilermenî rojekê me sohbet dikir.Ji min re got"ez bi salan e berhemên kurdî dinivîsînim . Carê nivîseke min bi tirkî di koverekê de derket.Yekî nas li min geriya,got, min filan nivisa te xwend.Ma ev nayê wê mehneyê ku camêr nivîsên min ên bi kurdî nexwendi ye..."Rastî ev rastiye ku em tev pê dizanin. BERFO BARÎ: Li gorî we têkoşîna gelê kurd di çi astê de ye û hîna çiqas rê jê re heye? CÎHAN ROJ: Ez wî mafî di xwe de nabînim ku tiştna bibêjim, tespîtan bikim. Bi rastî ev hevok gelek muhîm e lê ez weke kesekî lê dinêrim ez dibêjim, ev hevîr êdî di teştê de bi cîh nabe. Hem rewşa cihanê, qonaxa mirovatiyê û rewşa kurdan hatiye li cihekî asê bûye ev tê wê watê ku rojên xweş li pêşiya me ne, hêvî dide. Dem jî ji nişka ve her tiştî wekî diyarî nade însan.Rewş hatiya asteke wisa ku kes nikare xwe ji rastiyên demokratîk û rastiyên însanî bide alî. Ez karim pirsek wanî bera bera bikim ,em kurd bi xwe jî jiyanek ku karibin bijîn, li rojhelata navîn ,rojek berî rojekê, di serê me de zelal bibe ,em xwe bixwe jî karibin pirsan ji xwe bikin ê baş be.Ez jiyanek çawa bixwazim jî ji bo têkiliya bi kesên din re bi dewletên din re , gerek em amade bin. BERFO BARÎ: Kurd demokrasiyek çawa dixwazin û demokrasiyê di nava xwe de çawa dijîn. CÎHAN ROJ: Gelo em qasî ji ê dinê dixwazin ,ji xwe jî dixwazin yan naxwazin. Mesela behsa aştiyê tê kirin ,rewşenbîr siaysetmedar gel banga aştiyê dikin.Di nav xwe de ji bo aştiyê em çi dikin, yan jî çi planê me hene ,tuyê bêjî şerek di nav me de tu ne ye, lê li gor min heye ;şerek bi awayê sosyolojîk bi awayê ku we got, çanda heyî û çanda ku em dixwazin bi cîh bikin. Jiyana ku em dixwazin em bi cîh bikin li gor têgihaştina xwe em ji wê jiyanê re demokrasî dibêjin. Êdî şêweya kurda jî gelek hatiye guhertin, şêwaya wan li hember hev gelek guheriye, hêdî hêdî di têgehan de bîhna fesîhbûnek tê , li gora min têkoşîna mezin li wir dest pê dike, piştî serkeftinê wê têkiliyên takekes û civakê wê çawa bin ,ji bo wê jî pêşniyara min çandek demokratîk e ji çandek demokratîk jî pêwistî bi edebiyatê heye, huner derman e. BERFO BARÎ: Belê derman e lê nivîskarên kurd çiqas bikartîne, mesela pirtûkek ku lehengê wê jiyana demokratîk pêşkêşî gelê me bike heye? CÎHAN ROJ: Ez dixwazin bersîva vê pirsê hinekî di pêvajoya helbestvaniya xwe ve bibêjim, weke kurdek tişt diqewimîn ,jan didan min, êş dida min ,di helbestê de min ew bikardianî, mesela di Ratîkayê de jî helbestê wanî hene lê rojekê min pirs ji xwe kir,gelo heqê te heye tu van helbestan lê dikî, a din jî li gor min ,her kes hinekî bi qasî jiyana xwe kar e binivîsîne. BERFO BARÎ: dibe hûn min rexne jî bikin le di vê mijarê de ez weha difikirim ku li gorî min jî nivîskarên kurd di asta civakê de ne, yanî ne di pêşiya civakê de ne. Loma nikarin modelên jiyanek pêşketî yan jî demokratîk di berhemên xwe de pêşkêşî gelê xwe bikin. CÎHAN ROJ: Gere em li rastiyên edebiyatê binerin yek û li rastiya civakê binerin dudu. îro kesên wekî serkeftî di edebiyatê de li ber çavan in jî ,bi awayekî din ,bi edebiyatê din re, bi têkiliya edebiyatên din re ,bi vê mantelîtê pêş de ketine. Tu nikarî nivîskarekî ji civaka wî qut bikî, ez karim tevlê vê rexna te bibim. Ji ber ku civak bi çavekî din li nivîskarê xwe dinêre ,xwe ji wê tesîrê rizgar nekir, yanî di bin tesîra civakê de ma , xwezî di bin wê tesîrê de nema. Niha ku tu azad nebî , bi hişê xwe û bi dilê xwe tê çiqasî karibe li pêş civakê biçî, ji ber ku em însanê wanî ne romantîzmek gelek mezin , êşên me jiyana ku we behs kir ev tev rastiye li vêderê du rê tên pêşiya me, ya hûnê diltengtî bikin bi romantîzmk avî lê binihêrin,romantîzîm ne tiştek ew qas xirab e ,romantîzm tiştek xweş e,lê ji wê saetê şûn de ,ji sînorekê wêdetir,îhtîmalek ku romantîzm me bifetisîn e .Jiyaneke honakî hêdî hêdî xwe dide der ,a din jî rastiya edebiyata me, hê em behsa deh salan dikin. Ji bo klasîkan em bibêjin em daynin dera ha, di nava deh salan de pazdeh salan de em ê çiqas hêviyên mezin bikin ,ev rastî ji heye ;mesela li ewrûpa demekê hema her kesî rahiştibû pênûsê û nivîsandibû li vir jî wisa ye ,ev ne tiştekî xelet e jî dawî de te ne bi zimanê xwe xwendiyê ne perwerde ,ne fakulte bi wî zimanî ...tu radibî dibêji ,ez ê edebiyatê çêkim! Rastiyên nivîskarên me ên wanî hene lê ez nikarim weka we, di carekî de bibêjim nivîskarên kurd dişibin civakê, divê car caran bişibe jî. Xwendewanê kurd divê ewqas bi însiyatîf be bibêje ez li dû xeyalekî me, ma kesên têdikoşin ne li dû jiyanekê ne, ne li dû xeyalekê ne, ha wê çaxê em ji nivîskarên xwe re bibêjin xeyalên te çine? Tu jiyanek çawa hêvî dikî? BERFO BARÎ: Belê xeyalên we çine? CÎHAN ROJ: Piştî kesê ku berhema min bixwîne û piştî qedand , gelo wê karibe hinekî gotinên hezkirinê ji derdoro xwe re bibêje yek, a duduyan jî wê karibe pirsekê ji xwe bike , a sisiya wê karibe derdora xwe bibîne û tiştekê xeyal bike, xeyala wî/ê xweş bibe, şêrin bibe ....xeyala min ya mezin ew e û ev tiştên pir muhîm in ji bo min. Ez dixwazim vî tiştî bibêjim ,kesekî kurd ku berhema min xwend û rabû li heyvê, yan jî li rojê nêrî ,li kulîlkekê, yan jî li bîhna qehweyê û li jiyanê bizivire û wê rojê, bi tenê bifikire, bivêje, ez îro xisarê nedim kevirekî ,nedim kulîlkekê ,yan nedim însanekî ...hez û hîs bi me kurdan re gelek zêde ye ,hîs tiştekî bi rûmet e, dibe hinek kes bibêjin tiştên mîstîk in lê ez ji tiştên mîstîk gelek hez dikim. Hinek tiştên mîstîk hene ez nadim bi jiyana modern, jiyana modern aqil e, li ser aqil e, aqil ji wisa kiriye ,belê gelek derfet dane me lê dilê me ji dijdîne, diguvişîne divê em nehêlin dilê me ew qas were guvaştin ,bira hinek aqil hinek dil be ,wek hev be . Ev di dilê min de ye, du keç û xort wê karibin bi awayê ku em hîn bûne ,wê karibin wan xeleka bişkînin şêweyek din bi dest bixin. Şêweyên têkiliya şêweyen hezkirinê, şêweyên jiyanê ....xebat û hewlê min ê edebiyatê ev in. BERFO BARÎ: Mamoste we di ''Gîtara bê têl'' de mekan jî baş bikaranîye, li gorî we nivîskarên kurd, ew warên ku em qala dîroka wan ya bi hezar salan dikin baş bikartînin? CÎHAN ROJ: Wextê min got gelo em ê karibin edebiyatek mezopotamyayî pêşkêşî gelê xwe bikin, armanca min jî ev bû ku çima mesela berhemên Homeros bû bingeha edebiyata ewrûpî û başbû, ez weke bertekek nabêjim; çima Gilgamêş nebû bingeha tiştekî . Mekan ruhek e, lê mekanên me hîna ji moriya xewê di guhan de ne ,însan li gorî min bi kurdbûnê tenê nikare her tiştî îfade bike, bi kurdbûnê tenê jiyan nabe, ji aliyê evîniyê de ji aliyê hezkirinê ji aliyê evîniyê de ji aliyê çanda xweş de, çi ma ji me re ?Bi tenê ne bin erd in, manin. Lê wekî we got, nivîskariya kurd bela ku ji welatê xwe dûr e ji van pirsan jî dûr maye, van pirsan jî nikare ji xwe bike ,dawiya dawiyê ji bo hûn karibin mekanekî binivîsînin divê di serî de têkiliyek rûhî jî xwe bide der ,yanî hûn li wir bin, karibin jê hez bikin.Çima Îzmîr û Mêrdîn, rastiyek vî tiştî heye ,ez bibêjim zimanên bajaran jî hene, wekî nivîskarekî kurd ez deyndarê cîhê ku lê jiya me, dawiya dawî ew perçeyek jiyana min bû, jiyan bi wan mekana xweş bû, yan jî nexweş bû. BERFO BARÎ: Di helbest, çîrok û di romana we ya taliyê de jî Îzmîr û Agora derdikeve pêş, çima? Gelo hûn ji Îzmîrê pir hez dikin? CÎHAN ROJ: Sê bajar hene gelek bandor li min kirine .Ji alî mîstîk ve em kurd ji alî mîstîk zehf hez dikin. Çandek me weha hebû lê ne mîstîszma ku em bibêjin gelek zêde ,ez ji peyva temkînê hez dikim, pir jê hez dikim, jiyan tiştekî wanî ye . Berîya ku ez sala 1986 an de hatibûm Îzmîrê wê çaxê hizûrek xwe di rûhê min de dabû der.Pîştî min Agora dît hinek mekanên din dît hizûrekê xwe di rûhê min de da der. Pirsan jî xwe dabû der wê çaxê,Însanan wextê wan kevirana bi cîh kir bi çi hestî bi çi êşî ,yan evîndarek bû ,birîndarek bû ,însan hebû tê de...îja mekan ji bo min pir mûhîm in ,romana min ya duyemîn jî mekanê wê Heskîf e, ji bo ku Heskîf ,du sal be jî ,tiştan da jiyana min ,ez karibim deynê xwe bidim . BERFO BARÎ: Di wêjeya kurdî de bi taybetî di van çend salên dawiyê de, zêde bikaranîna diyarda erotîzmê ji bo çiye? CÎHAN ROJ: Di romana min de jî tazîbûn heye, lê ew tazîbûn min ji bo çerm û hîskirinê bikaranî.Yanî însanek wexta ku tazî be jî pir bedew e. Mesele dimîne li ser nivîskar; bi rastî erotîzma cînsî yan jî em bibêjin têkiliyên cînsî di çi astê de, bi çi awayî tê dayîn,dimîne ...tazîbûna însanan jî rastiyek jiyanê ye lê çawa ,yanî însanê ku bi tazîbûna xwe, bedena xwe çawa hîs dike ,ne bedana kesên din, bedena xwe bi tenê, divê em karibin bedana xwe jî estetîze bikin ,bedana însan jî di nav têkiliyan de ratiyek e,lê erotîzm bi çi hawî bi çi mebestî di berheman de cî dide xwe muhîm e.Wê were ceribandin. BERFO BARÎ: Divên ku nivîskarên kurd diyarda erotîzmê bi zimanê serdestan tînin ziman, gelo li gorî we ev rast e? CÎHAN ROJ: Belê rastiyek wê heye ,çawa yanî îro kurdek tiştnê erotîzmê li ku dît, hîn bû û hîs kir, em wan pirsa bikin, ji xwe bersîv jî xwe dide der. Yan ne bi edebiyatê tenê jî,serdestan der da, ev êdî ji mesela serdestbûnê wêdetir e; yanî em bibêjin berhemek ewrûpayî jî xwendibe îhtîmal e ku gelek di bin bandora wê de mabe, bi wî zimanî bi wî mantelîteyê nêrîna wî ya erotîzmê bi wî hawî teşe bigire.Em di vir de hinekî dahurînin ; yanî bera bera ,di berhemên te de ,yanî erotîzm bi zimanê bindesta be wê çawa be?! BERFO BARÎ: Gelo edebiyata me ya devkî ne erotîk e? CÎHAN ROJ: Yanî .Em li ser erotîzmê bifikirin, erotîzm ji kuderê heya kuderê cîhê wê heye, yanî ji erotîzmê re ast lazim e, yan ne lazım e?Di çanda devkî de bera bera erotizm bûye estetîk, wextê ku memikê keçikê dişıbin sêva tirş û tehl ,bera bera wê çaxê ajo xwe didin der û hukmê ajoya xwe dide der, yan hukmê estetîkê.Yanî wextê ku tu wê kilamê guhdarî dikî ,bera bera ji dilê însan tê ku êrîşkar be, daxwaza cinsî ew qas xwe dide der...yan bedenê bi însan şîrîn dike.... di berhemê de bi çi niyetî tê bikaranîn ji bo çi tê bikaranîn,ev muhîm e. BERFO BARÎ: Li gorî we wêjevanên kurd tixûbên ku serdestan di navbera me de danîne şikenandine yan na? CÔHAN ROJ: Ez naxwazim bi gelemperî tespîtekê bikim. Lê ji hêlekî ve erê , ji hêlekî ve na; hinek nivîskar hene sînor ji xwe re nehiştine yanî ne tenê ê serdestan ,serdestên di nav xwe de jî, ji ali jiyanê ve dibêjim ,di jiyana civakî de ji ber ku zagonên ku em tê de dijiyan ,dabûn pêş me jî hebûn ,a bela hûn bivêjin ji ber ku em bindest bûn loma ewa bû .Belê yek jê ew e lê rastiyên din jî hebûn ,diyardeyên din jî hebûn û hene.Hinek kesan belê ez karim bivêjim. Yanî raste rast li dû xwe nehiştibin jî di hişên xwe de sînor hilweşandine . Dîsa jî em ê bi dilek rehet karibin bivêjin na ,ji ber ku îro beşek welat azad e jî hemî derfetên wan hene dîsa jî ji alî edebî ve di hişên xwe de sînor afirandine ; krîter danîne ber xwe ;mîsal em dibêjin eger edebiyata min neşibe filan edebiyatê ez tune me, ev jî sînorek e ,îja li gorî sînorên me ,eger em bi vî çavî lê binerin wê hilweşandina sînor çiqas li gor dilê me be. BERFO BARÎ: Siyaseta kurd nivîskaran asteng dike, têkiliya wan çawa ye? CÔHAN ROJ: Ê niha astengkirin hinek wilo ye ; raste rast, dîrekt tuneye lê bibê nebê ew astengî heye, rastiyek e. Ji ber ku li her deverê dinyayê siyaset her wext dixwaze hemû jiyan , giştik bi wê re be; tiştekî normal e jî; çawa normal e, lê nayê wê wateyê ku mafdar e, li gorî xwe normal e. Bi awayekî siyaset li tu deverên dinyayê naxwaze edebiyat were jê re bibe kelem jî; ji ber ku edebiyat wexta ku pêş bikeve ji bo wî dibe xeter. Madem em demokrasiyê dixwazin , demokrasî jî ma ne ew tişt e ku tu bi çavekî objektîf li meselan binêrî, di serî de divê tu ji xwe dest pê bikî ,gelo çi xelitiyên min hene ,ez nikarim bibêjim bi reş û spî têkil, divê têkilî ne weha bin li ku derê siyaset bû sebep ku edebiyat pêş ve diçe ,tuyê tespît bikî, weka edebiyat yan jî likolînerên me li ku derê siyasetê astengî daniye pêşiya edebiyatê,gerek zelal be. BERFO BARÎ: Rewşa kovarên kurdî û bandora wan li ser edebiyata kurdî? CÎHAN ROJ: Ez ji bo astê bivêjim , kovarên me her dem bûn dibistan , baş bû wisa bû; ji xemê xwe yê hunerî û edebî bêtir ji xwe re kirin xem ku xwendevanan bigihînin, bibin dibistan ,hem ji bo ziman hem ji bo edebiyatê .Taybetiya kovarên me taybetiyê wan a mezin ev tişt e ku hîna jî berdewam e û ez divêjim, divê berdewam be jî .Kovargeriya me jî gav bi gav pêş de diçe, yanî ev nayê vê wateyê ku hemû kovar ne di asteka edebî û hunerî de ne , lê rola wan a îro ev e. BERFO BARÎ: Hûn ji berhemên xwe pir pera bi dest dixin gelo? CÎHAN ROJ: Şazdeh sal in , bi awayekî , ez di nav edebiyatê de me, di şazdeh salan de yek carek 75 milyon (aniha lîre ); ew jî negihaşt min; hevalekî min li navçeyê pirtûkan ji bo weşanxaneyê firot ,wextê firot ji weşanxaneyê re wextê pere bi rê kir, hinekî pere ji ber mabû, min jî got nêvî ji te re, nêvî jî bide lêzimekê min.Min hê pênûsek jî ji keda berhemên xwe bi dest nexistiye. BERFO BARÎ. Cîhan Roj ji çi hez dike? CÎHAN ROJ: Ji xeyalên xwe hez dikim, ji edebiyatê, bera bera hez dikim. BERFO BARÎ: Cîhan Roj çima bi kurdî dinivîsîne? CÎHAN ROJ: Ez karim vê bivêjim, ji ber ku wextê bi kurdî dinivîsînim ez zanim dinivîsînim , yanî tiştek xwe dide der, ez karim bi tirkî jî binivîsînim hêsantir e jî ,ez ji we re vêya jî bivêjim ,ji xwe wê di demê pêş de wê berhemên hemî nivîskaran bêne nîrxandin gelo kê çiqas bi tirkî nivîsandiye, kê çiqas bi kurdî nivîsandiye ji alî mantalîteyê ve dibêjim heya ji destê min hat ji ev peywirek e ,peywirek li hember însanetiyê jî .Em bivêjin îro kesek tirk nexwîne wê çawa zimanê te û edebiyatê bizanibe ,wexta tu rabî bi mantalîteya tirkî binivîsîne, jixwe bi hezaran kesên tirk dinivîsînin û em dixwînin jî a muhîm ew e ku te çi tevlî wê kir ez dixwazim vê bivêjim. BERFO BARÎ: Hûn kîjan nivîskaran dixwînin? CÎHAN ROJ: Ez naxwazim navan bidim lê bila nivîskariya min li dera hanê bimîne le ez ji xwendevaniya xwe pir razî me ez karim vêya bi rehetî bivêjim berî mutevazî bim. BERFO BARÎ: Hûn di salekê de çend pirtûkan dixwînin? CÎHAN ROJ: Ez ji kekê xwe re bivêjim bêtir edebiyata ûris hinek min jê hez kir le bêtir ez bivêjim anha di rewşa îro de kesên bêtir ez jê hez dikim Markuez û Kafka ye, ez heyranê Kafka me ;nizanim qey xîtabî rûhê min dike. Disa di salan de tê guhertin, mesele anha pirtûka ku dixwînim ya James Joyce ,'Ulysses'e.Ew li ber destê min e , ji wan pirtûkan e ku wê gelek wext bigire. Xwendevaniya ku ez jê razî me ne ji alî jimareyê ve, ji alî hîskirinê û hezimkirinê ve dibêjim. Pirtûk heye nikarim di mehekî de biqedînim pirtûk heye di rojek de diqedînim ew bi nivîsa min ve jî girêdayî ye. ji ber wê ez naxwazim bivêjim min ew qas pirtûk xwendi ye. HEVPEYVÎN: BERFO BARÎ -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
