HEVALÊN HÊJA HER DEM GENGEŞÎ NABE... DI JÎNÊ DE BILA PIÇEK JÎ EFSANE HEBE...
SLAV Û RÊZ.
*EFSANEYA GÛNDÊ ABRÎ*
Gûndê Abrî li mûşê gûndekî ser navçeya kopê ye. Abrî di navbera sala 1100 û
1200an de hatiye avakirin. Avaksazê wê Seyîd Mihemed e. Di wî gûndî de
camiyeke gellek taybet hatiye avakirin. Ew camî jî neviyê Seyîd Mihemed ku
bi mahlasa eynûl melek û bi navê Seyîd Abdulmelîk tê nasîn ava kiriye. Navê
camiyê jî Eynûl Melek e. Min ji bo wê camiyê got camiyek taybet e. Lewra
sedemeke avakirina wê ya taybet heye. Camî piçikekî xar e. Li ser rûyê erdê
xar disekine. Ji ber wê yekê milletên der û dorê li ser vê xarbunê efsane
vegotine. Min ji van efsaneyan yek li stenbolê di qiraca trenê de ji
mirovekî ku xwe ji nevîyê Seyîd Abdulmelîk dihesiband guhdar kir. Wî got:
"Em niha li qersê rûdinên. Dema ku kalikên me yên seyyid ku dibin şêxê
terîqeta neqşîbendiyan, ji bo ilim û irfanê ji kopê di serokatiya Şêx
Zeynalabdîn de koçê qersê dikin." Niha paşnavê wan jî Güner e. Piştre min
di internetê de li ser vî meseleyê lêkolîn kir û rast derket, wê demê bala
min kişand. Piştre min bawer kir kû mêrikê rast vegotiye. Lê ez di internetê
de rastî efsaneyan ne hatim. Ji ber vê yekê efsaneya ku ji min re hate
vegotin, ez hez dikim ku bi we re parve bikim:
*Efsane*
Seyîd Abdulmelîk qerar dide ku camiyeke li gûndê abriyê çêbike. Lê jê re
erdek(cihek) lazim e ku camîyê li ser wî cihî ava bike. Digere û dibîne ku
cihekî cimcime heye. Piştre dibêje ez ê camiyê li vir ava bikim. Bi
alîkariya gundiyan dest bi avakirinê dike. Di vê navberê de gundên der û
dora wan seh dikin ku seyîdekî li gûndê abriyê li ser cimcimeyekî camîkî ava
dike. Ji ber vê yekê di gûndê devdorê gûndê abriyê de weliyekî Xwedê dibêje
divê ez herim wî zatê meşhur bibînim. Radibe li hespê xwe siwar dibe û
kamçiyê xwe hildide destê xwe û diçe gûndê abriyê. Hespê wî di binê wî de
dibe şêrekî û kamçiyê wî jî di destê wî de dibe marekî. Piştre tê gundê
abriyê. Dema kû nîzikê camiyê dibe Seyîd Abdulmelîk di nav camiyê de wî zatî
dibîne. Û piştre bi camiyê û bi xîmê wê ve ber bi Welî diçe. Qederek rê hil
dide û piştre disekine. Dema kû disekine camî piçekî xar disekine. Ji ew roj
heya îro ew camî wisa xar sekiniye. Velî dibîne ku camî ber bi wî tê. Wê
demê di hişê xwe de wiha difikire: "Ez bi tiştekî zindî(şêr) ber bi wê ve
diçim. Lê ew bi tiştekî nezindî(camî,kevir û xwelî) ve ber bi min ve tê."
Ji bo vê yekê, ji şêrê xwe peya dibe û li ser çokên xwe ber bi camiyê ve
diçe. Û camî ev roj, ew roj e wisa xar disekine.
WERZEBA
Bîst û heftê Rêbendanê
Sala 2010an
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane