Em Mirin Birakoo... (Ji Bo Bîranîna Helepçeyê...) Em ketin ber xezeba felekê... Mirina bêbav, kirasê xwe li bihara rengîn kiribû.... Strana me li ber deriyê Xeyalistanê nîvco ma... Qirik li me bû pira Selatê...
Erê birakoo, em mirin... Xwedêyan jî awir ji me vedabû... Qêrîna zarokan dibû gilokên mirinê... Taviya biharê jî negihîşt hawara me... Gulî û keziyên me ketin ser kûç û kevirên bêbext... Erê birakoo, em mirin... Bedena me ji axa bêmirad re bû nameyek... Gopalên kalan teşiyên pîrikan, bûn kêlê dilê me... Nefesa me li ber bêhna nêrgizekê sekinî... Deşt û mêrg bûn goristanên xweziyên me... Erê birakoo, em mirin... Teyrên demsalî diketan ser cendekê me... Xalxalok diperpitîn ber nigê me... Xecîcok xwar bûbûn ber serê me... Erê birakoo, em mirin... Kirasê mirinê bêreng bû... Axa sar heftreng bû... Erê birakoo, em mirin... Nîşe: Ev çend rêzikên jor berî 8 salan hatine nivîsandin! Evdile Koçer - [email protected] Ligel silavên rengîn... ________________________________ Evdile Koçer [email protected] ________________________________ www.facebook.com/evdile.kocer www.pen-kurd.org/kurdi/evdile-kocer/evdile-kocer.html www.youtube.com/Gulanbihar __________________________________________________ Do You Yahoo!? Sie sind Spam leid? Yahoo! Mail verfügt über einen herausragenden Schutz gegen Massenmails. http://mail.yahoo.com -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
