NAVEROK
*Rista Ziman di Perweriyê de* MUSTEFA BORAK/
*Cînavk* ÛSIV ÎDÎRÎ*/
Li Dû Ma* Î.SEYDO AYDOGAN/
*Bibîrxistin* BERKEN BEREH/
*Martyropolîs** *BERFOBARÎ/*
Newroz* CARGO ŞEXMÛS/
*Li Ser Pirtûka "Ez ê kerekî bikujim"** *MENÎCO/
*8 Adarê* M.Reşît Irgat*/
Jiyana Celadet Elî Bedirxan* ŞERÎF DÎLOK/
*Serhildana Dersimê* ERDAL SAGYÎGÎT/
her wisa di dU rûpelê me de jî winê nivis, helbest û çîrokên ji
xwendavanên me hatine bibînin
Beriya mîladê di 612'an de şeva 21'ê Adarê, Medî kela zilmê ya Dehak
hildiweşînin û li ser birc û çiyayan sonda zadiyê dixweynin"Bijî newroz,bijî
newroz"
Û ji ê rojê vir ve her Adar newrozan diwelidîne di şeva bîst û yekê de..
Pêşabûnek bê hempa tê jiyandin û kurd bi bêhna heskirinekê bi bi newrozê şa
dibin,heskirina ku xwe ji bo azadiyê dide der di zindanan de.Li ser çiyan û
li qadan dil dibûn yek, hêz dibûn yek û bêsekin evîndiafirandin li bejna
çeleng ya Kurdîstanê.
Wexta ku xweza kirasê biharê li bejna xwe dipêçîne,hemû gul û
kulîlkên hêviyê pêşkêşî axa Mezopotamyayê dike.Çirûskên ku ji agirê axa
kurdan hildibûn jor,mizgîna newrozê digihandin stêrkên li esmanan, ew
stêrkên ku berî herkesî bêhn kiribûn kulîlkên newrozê û bi evîna wê xwe
radestî pêl û tîna wî agirî kiribûn.
Belê xwendevanên hêja dîsa roj da pey rojê,meh da pey mehê û
newrozeke nû hat.E w agirê ku 2617 salan berê hatibû vêxistin wê îsal jî bi
bendewariyên azadî û aştiyê gaştirîn vêkeve.Wê dîsa destmal û kirasên
rengînî yên ku rengê xwe ji kulîlkên newrozê girtine ji sandoqên bûkanî
werin derxistin û bi tilîlîyan werin neqşkirin.Wê dîsa di nav du tiliyên
serkeftinê de zarok,kal,pîr,cîwan,jin ê mêr coş û kenên xwe pêşkêşî hev
bikin.Em jî wekî kovara hinarê dibêjin fermo û hûn jî bêhn bikin ji wan
gulan,mil bidin milan bila gul vebin li ser dilan.
Em vê hejmara newrozê bi kêfxweşî pêşkêşî we dikin.Di meheke ku ji
bo kurdan gelek girin e de em xebatek bi çeşn û çêjs meha newrozê diyarî
stêrkên esmanê kurd û kurdîsatnê dikin.Hest û coşa me jî tevlî yên we dibe û
gav bi gav ber bi 21'ê Adarê ve diherike.Em bawer dikin ku rojekê ev agirê
di dilê me de wê dîsa zend û bendê zilmê yak u l ime hatiye pêçandin
bişewitîne û mizgîna azadiyê bigihîne hemû deran.
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane