Kekê Evdile!

Pêsin roj bas:

Cendî dereng be jî, em jî cejna we pîroz dikin, bi hêvîne sala 2010 an bibe 
sala lihevkirina hêzên Kurdistanî, belkîm me ji va bindestiyê rizgar bikin.

Careke din Newroza we û hemî gelê me pîroz be.

E. Cefer
 
Date: Sat, 20 Mar 2010 06:24:51 -0700
From: [email protected]
Subject: {Diwanxane} Newroz e… Newroz e… Newroz e… (Newroza we pîroz be!)
To: [email protected]

Newroz e… Newroz e… Newroz e…

Xuşexuşa dilê biharê ye. Çîveçîva strana azadiyê ye. Kulîlkên stûxwar ên adarê, 
xwe li bêhna sibehên welatê min digirin.

Newroz e…

Bêrîkirina azadiyê, wekî pêtên agirî ji rûyê zarokên delalokî dipeke û bi 
govendgerîna xwe ve li rûyê gund û bajarên min ên dagirkirî dikeve… Rêça 
şervanên bênav, bi çirûskên rojê re şîn dibin.

Newroz e…

Kela dilê min dibe kenogirî û xwe berdide ser hemû hêviyên şîlanên siya 
Newrozê. Tilîliyeke porspî ji dilê min dipeke û bi tilîliyên din ên dilevîn re 
dibe banga azadiyê.

Newroz e…

Bi gotinên serxweş re, hêsirên dayikan aş dikim û direşînim ser hemû deşt û 
zozanên Kurdistanê.

Newroz e…

Lo lo şaîro, “ji min re qala baranê neke!”(1), ronahiya Newrozê bibarîne ser 
hinavên civaka min; tovê rojeke nû bireşîne ser xewnên dayikên xemgîn.

Newroz e…

Lo lo şehîdo, de vêca serê xwe rake, êdî wext e, bide xatirê vê roja nû û bide 
xatirê mezinahiya xwe, ji dilê xwe yê henûnok qanûneke nû çêke û hemû “Ne-yaran 
bixe yar û dost û bira!”(2)

Newroz e…

Daweta qewmê ji agir e. Prometheus banga vê dawetê kiribû: Serî li hemû 
‘Xweda’yan hildabû, ji wan agir dizîbû û ji însanan re xistibû destmal! Kawayê 
Hesinkar agir berdabû textê hemû dîktatoran. Niha zarokên Qendîl û Helebçeyê 
pêta vî agirî gurtir dikin û xewnereşkên nû direşînin ser serê dîktatorên 
dilreş.

Newroz e…

Ezbenî, çavê te ronî, “Roja ku dibûye î´dê Newrûz… Bilcumle diçûn der ji malan 
hetta digihişte pîr û kalan…”(3), mizgînî li te helbestvanê nemir, “Wa roj 
helat le bendenî berzî welatewe, Xiwênî şehîd rengî şefeq şewiq her 
edatewe”(4), êdî xemê nexwe, gotinên te bûn ala û ketin ser siya gelek 
dengxweşan.

Newroz e…

Keçika ku dilê xwe bi çîçekên Newrozê xemilandiye, xortê ku hezkirinê di paşila 
xwe de germ dike, dê çaverêya hev bikin, dê agirê dilê xwe vêxin û dê serê xwe 
deynin ser bihara rojeka nû.

Newroz e…

Ez ê îro kaniya hemû ramûsanên dilê xwe bi awirên yara xwe der bikim û ji 
hinarikên wê re bixim rojeke nû û ez ê jê re bibêjim: Newroza te pîroz be!

***

(1) Vîctor Hugo
(2) Paul Eluard
(3) Ehmedê Xanî
(4) Pîremêrd

****

Ligel silavên rengîn...

Evdile koç[email protected]

www.facebook.com/evdile.kocer

www.pen-kurd.org/kurdi/evdile-kocer/evdile-kocer.html

www.youtube.com/Gulanbihar

__________________________________________________
Do You Yahoo!?
Sie sind Spam leid? Yahoo! Mail verfügt über einen herausragenden Schutz gegen 
Massenmails. 
http://mail.yahoo.com 

-- 
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
To unsubscribe from this group, send email to 
diwanxane+unsubscribegooglegroups.com or reply to this email with the words 
"REMOVE ME" as the subject.
                                          
_________________________________________________________________
http://redirect.gimas.net/?n=M1003xHotmail2
Alles in einem Postfach  –  Ich will Hotmail!

Cevap