Silav û rêz ji we re ez nivisek xwe bi w e re parve dikim .Her
şad û bextewar bin.
MAMOSTE!
Sazi yan jî rêxistinên ku tên avakirin di nava demê de dibin xwedî çand
û xwedî karekter, êdî berî ku mirov wan bibîne jî gava ku li cîhekî çalakî û
xwepêşandin li dardikeve ewil navê wan rêxistina û saziya tê hişê mirov.Ev
çand di têkiliyên nava endamê wan saziyadan de şênber dibe û belav
dibe.Endam û kesên derdorên wan saziyan bi rabûn rûniştina xwe xwe bi ewakî
diyar dikin ku endamê yan jî hezkiriyê û kijan rêxistinê ne.
* *Her saziyek me û endamên wan jî çandek wan hene.Yek ji van saziyên me
Kurdî Der e ev saziya ku endamên wê dildarên zimanê kurdî ne di têkiliyên
nav xwe û bi têkiliya derve re xwe bi peyva mamoste didin der .Ji bo vê
peyvê ji kesek re bê gotin tu pîvan tune ne.Tenê kesek carek jî di ber siya
dîwarê şaxek Kurdî Derê re derbas bûbe êdî ew mamosteye!mamoste jêr de
mamoste jor de mamoste ewa çû mamoste ewa hat .
Mixabin civaka me bi vî ewayî teşe digre. Ji ber ku kesên ku karin di
mijara de biaxifin bê deng dimînin û saziyên ku otorîterin erka xwe pêk
naynin rewşek çewt derketiya holê.
Di perwerda kurdî derê de ji bûjenên(materyal)ku tên bikaranîn heta rêbazên
perwerdê li gor mamsote tê guhartin .Bi taybetê di dersên Erdînagirî ,Dîrok
û Wêje yê de kêşmekêşiyek heye. mamoste berî ku ji aliyên kes û saziyan ve
hatibe erêkirin diçe nîşêye ku li gor zanîna xwe amadekirye ji şagirta re
wekî berhemek dide nîşandan.Çiqas rast e çiqas bi kêr tê kes napirse .Ji
bo rêveberê wê saziyê jî qalîte zanistî ne xem e tenê bira ev kar bimeşe bes
e.
Ev lêkirina têgeha mamoste li hemû kesan bêqlîtebûna xebatan nîşan
dide.Ger ewa nînbûna û di encama perwerdeke biqalîte de kes bibûnan mamoste
,wê ev têgeh ewa bi erzanî ji bo her kesî nehatina bikaranîn.Gere em zanibin
ku civaka me ne civaka 10 sal berêye ku tenê welaperêzî ji bo karek bes be,
ji bo kesên welatparêz tu tenê karî bibêjî welatparêz e. Ku ev peyv jî
şanezîkiyê ji bo kesan.Lê tu nikarî bibêjî zimanzan
,niviskar,rojnameger helbestvan
civaknas,bi taybetî ji bo kurdê bakur ku em îro bêjin di gelek beşan de zor
pîspor û kesên şareza hene û di encama ked û zanîna xwe de peyvên weke
mamoste yan jî pîspor heq kirine.
Ez ê zêde dûr neçim û şûjinê di destê xwe de biçikînim. piştî ku ez çûm
Kurdî Derê hevalan ji bo min jî peyva mamoste bikaranîn.Min got qey ez
hevalan hişyar bikim wê êdî bisekinin min xwe bi ser guhê çend hevalan de
xorkir û min gote; heval ez ne mamoste ji kerema xwe re navê min bi kar
weynin jî lê mixibe kesî guh neda min û weka ez li bin darek hirmiyan
rûniştibim û bi bayek gur re hirmî(peyve mamoste) ji darê di weşin ê li serê
min dikevin. mamoste,mamoste..
Berfo barî
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
To unsubscribe from this group, send email to
diwanxane+unsubscribegooglegroups.com or reply to this email with the words
"REMOVE ME" as the subject.