Ji bo bîranîna Helepçé an xér hatin ji bo Newrozé çend peyvén
giranbiha ji Seîdé Kurdî
Ey Kurdén şéranîyén ku dema cîhangîrîya Asûrîyan û Kîyanîyan de
eskerén qehreman bûn! Xewna we ya pencsed salî bes e. Edî hûşyar bin.
Siba ye. An na çolistana wehşeté de hovitî û xafilî é we talan bike.
‘Hikmeta Xwedé’ ku wekî sazûmana makîneya cîhané û rayéla/
xeta telgrafé dréjé hemî dinyayé bûye, ji alîyé ezelé va enguşta/tilî
ya xwe rakirîye û ji we ra ferman dike ku: hemiyyet û héza we ya ku ji
ber cudahîyé/tefriqayé wekî aveke dilop dilop wendabûye bi fikra
netewîyeta îslamé téxin yek û hev va bikin kû hûn bikaribin wekî
cazîbeya atomé cazîbeke netewîya giştî çébikin û bi vî cazîbeyé
kîtleke meziné wekî Kurd şibhé gogé bizivirînin û bi vî awayî ahenga
netewî biparézin.
Azadî ku wekî çiyayé Sîpan û Araraté li ser seré giré péşerojé rabû
ye pîya û esareta nefsé qedexekirîye û tecawûza mafén mirova şermezar
kirîye bi dengekî bilind ji netewén mîna weyé ku li bin çemén raborî é
herî kûr de xafil û muteferrîq mane ra dibéje: Bi fen û huner û çekan
ériş bibin li ser cehalet û feqré, péşve herin! Ferman dike.
Hem jî heqîqet ku li bin tebeqayan de veşartî û mehpûs mabû û li bin
tebeqeyén zordarîyé de mehw û perîşan bibû bi sivikbûna tebeqeyén
nezanî û xafilîyé hatîye lerzé û teşebbus li bal serhildané kirîye, bi
her awayî we agahdar dike kû: Ew qabîlîyetén desté qederé xistîye
mahîyeta we de û ew exlaqé ku di név mahîyeta qewmé we de hatîye
veşartin bi ava jîyan a perwerdeyé derbixin holé û av bidin. An na wé
biçilmise yan jî wé birize
Hem jî hewceyî ku bavé medenîyeté û damezréneré teraqqîyaté ye silla
xwe bilindkirîye û ji wera ferman dike ku: Hûné yan jîyan û azadîya
xwe li vé çolistana wehşeté de bidin talankirin yan jî li meydana
medenîyeté de balon û tréna fen û huneré sîyarbibin, péşewazîya
péşerojé bikin û yekîtîya xwe ji nû ve bixin dest da ku hûn ber bi
kemalatan ve birevin.
Hem jî milliyet/netew ku li her sé deman de (li çemén raborî de, li
çolistanén hal de, li çiyayén péşerojé de) wekî malbatekî ye ku (her
ferdé wî bi şeref û rûmeta yé din bi rûmet dibe) li konekî de li bal
Kurdén dahî û qehremanén wekî Rustemé Zal û Selaheddîné Eyyûbî ve
rûniştîye û enmûzeca/prototipa jîyana herî bilind e ji wera ferman
dike:Divé li her şexsekî we de jîyana milleté we xûya bibe û her
ferdekî we bibe parézgeré bextîyarîya milleté xwe û her ferdek ji bo
milleté xwe bibe mîsalé muşexxes . Wé demé ne wekî şexsekî, qasî
milletekî hûné mezin bibin. Çimkî armanc/meqsed çi qas mezin be xîret
jî hewqas mezin dibe û bi ğaleyana milleté ve exlaq jî tekemmul û
bilind dibe.
Seîdé Kurdî, 1909.
Werger: Bedreddin Şabanî
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
To unsubscribe from this group, send email to
diwanxane+unsubscribegooglegroups.com or reply to this email with the words
"REMOVE ME" as the subject.