Ez êrîşa ku di şexsê birêz Ahmet Tûrk de li hemberî gelê Kurd
hatiye kirin bi şiddet û bi nefret şermezar dikim, tel'în dikim. Dîsa
dixwazim ku di demeke gelek nêz de êrîşkar bi cezayeke tund werin cezakirin,
da tu kesên dî tewesûlî hovîtiyeke bi vî rengî nekin.
Min got: "Di şexsê birêz Ahmet Tûrk de li hemberî gelê Kurd.."
Erê kerê kor jî dizanin ku ev êrîş ne li hemberî şexsê wî hatiye kirin.
Lewra di navbera wî û êrîşkarî de tu danûstandin tune ye, ti hevdîtina wan
çênebûye. Nexwe ji ber doza wî ye. Ji berk u ew nûnertiya gelê Kurd dike ev
êrî hatiye kirin.
Herweha ev êrîş û daxûyanîya wî kesê ku êrîşkar li cem de kar
dikir dîyar dike ku zîhnîyeta xwînê, xwînrijandinê do dike. Hê jî zîhnîyeta
ku gelê Kurd wek gel qebûl nake û wî je hemû mafên mirovî bê par dihêle, ji
xeyrî koletiyê tu rêyên dî jê ra nahêle li ser kar e. Kengî derfet têkeve
destê wan wê her cûr xerabiyan li gelê bikin.
Dîsa ev êrîş dide xuyakirin ku êrîşkar û ew hêza ku li pey wî ye
ji hemû nirxên mirovî bêpar e.Lewra birêz Ahmet Tûrk qe nebe mêhvanê wê
deverê bû. Diviya bû ewana jêra mêhvanperwerî bikirana.
Yek rabe serxwe û bibêje ku "ev bûyer takekesî/ferdî ye, mirov
nikare hemû xelkên wê deverê tawanbar bike" jî lê ev angaşta wan ne lê ye.
Lewra ger di pey êrîşê de xelkên wê deverê rabibûna serxwe, ew bûyer tel'în
bikirabana û xemgîniya xwe ya di hemberê vê êrîşa dij-mirovahî anibûna
ziman, hingê mirov dê maf dabûyayê. Lê geşedanê piştî êrîşê vê îhtîmalê ji
holê radike.
Dubare hêvîya mine w e ku ev êrîş êrîşa dawî be.
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
To unsubscribe, reply using "remove me" as the subject.