CEJNA ZIMAN
Ji bo her gelî nirxên pîroz henin.
Ziman yek ji van nirxan e ku hebûna gel bi xwe ye.
Netewe dikarin bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin,
û bi vî rengî xwe mayîn de bikin.
Dewletên dagirker – pergalên mêtînger dema dixwazin
kêmar an nateweyek ji holê rakin berî her tuştî zimanê wî gelî
qedexe dikin, çanda û kewneşopiya wî gelî qedexe dikin.
Gelê kurd di jiyana dîroka xwe de bi dagirkerî û mêtîngerî re rû bi rû
mayî ye, çiqas dek û dolab hene li hemberê gelê kurd hatiye bi karanîn,
ji bo pişaftina gelê kurd her cureyê hovane û dermirovahî hatiye bi karanîn.
Navên cih û deverên kurdan hemî wergerandin zimanê dagirkeran, lê belê gelê
Kurd ji ber ku xwediyê zimanekî dewlemend û kesayeteke serhildêr bûye
heta roja îro hebûna xwe parastiye.
Li ser vî xakî zimanê kurdî zimanekî qedîme, îro gelê kurd ku gihîştiye vî
merhaleyê bi xêra parastisna zimanê xwe û dewlemendiya zimanê xwe bûye, yanê
neteweya kurd hebûna xwe deyndarê zimanê xwe ye.
Di jiyana her gelî de roj û cejnên taybet henin, ji van cejnan hinek jê cejnê
olî ne, hinek jê cejnê neteweyî ne, di jiyana gelê kurd de jî 15’ê Gulanê roja
cejna zimanê kurdî ye.
Kovara HAWAR’ê 15’ê meha Gulanê dest bi weşanê kiriye. Ber vî qasî ji aliyê
gelê kurd ve roja 15’ê meha Gulanê wekî cejnekî neteweyî hatiye diyarkirin û tê
pîroz kirin.
Ji aliyê din ve meha Gulanê di têkoşîna rizgariya gelê kurd de mehekî watedare.
Divê gelê kurd bi taybetî jî Sazî – Dezgeh û hemû rêxistinên kurdan vî cejna
xwe yê neteweyî de bi çalekiyên Daxwuyanî-Panel-Semîner-Sempozyun- Şahî û
çalekiyên cur be cur vî cejna zimanê kurdî pîroz bikin, û eynî gavê de xwedî li
şehîdên meha Gulanê û tevayî şehîd û nirxên neteweya gelê kurd xwedî derkevin.
Divê têkoşîna zimanê kurdî were xurt kirin û pêş xistin.
Roj roja xwedî derketina li zimanê kurdî ye.
Roj roja pêşxistina têkoşîna zimanê kurdî ye.
Em bang li hemû gelê xwe dikin û wiha dibêjin, zimanê me bedena me ye.
Em li bedena xwe xwedî derkevin.
Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz be.
Haydar Amedî
_________________________________________________________________
Yeni Windows 7: Size en uygun bilgisayarı bulun. Daha fazla bilgi edinin.
http://windows.microsoft.com/shop
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane