Di rojhilata navîn de saziya herî paşverû û dijmirovahiyê, guman nîne ku
dewleta Sûrî ye.
Dewleta Sûrî, bê şek û şubhe Wehşî ye û tu meriv nikare qala tu mafên însanî
bike li wir.
Kurdên li wê derê di şertên ji koleyên romayê xerabtir de dijîn û tu mafê
wan yê jiyanê tuneye.
Ji sibehê bi nanoziko dixebitin û ne xwedî tu heqî ne. Heta wê derecê ku
mirov jî nayêne hesibandin!
Meriv fêhm nake bê hebûna sîstemeke wisa ji bo çi ye û çawa hê jî heye?
Jixwe dirûtiya dewletên rojavayî û cîhana "îslamî" jî di vê xalê de xuya
dibe..
Kesên ku ji hebûna Seddam re tehemmul nekirin, çawa tehemmula Esad dikin?
Vê bêjim ku Demokrasiya Iraqa Seddam û mafên ku dida însanên xwe ji ya
Sûriya Esad gelekî pêşketîbû.
Heta meriv nikare bide ber hev jî.
Seddam tu carî hebûna kurdan înkar nedikir û zimanê wan qedexe nedikir.
Lêbelê li Sûriye Esad, kurdbûn li aliyekî, wekî însan jî nayêne qebûlkirin
kurd.
Bê nasnamebûna 200-300 hezar kurdî nîşana vê yekê ya herî berbiçav e.

Xwedê naleta xwe li Sûrî bibarîne û wê bi destê serdest û zalimên dinyayê
hilweşîne......

Hêviya min ew e ku rûxîn û kambaxbûna Sûrî derengtir neveke û dem berî demê
pêkwere.

Digel slavan
Serger Barî.


Bêyî erêkirina dezgehên ewlekariyê yên rêjîma Sûriyê kesên ku li derve
dijîn, nema belgeyên nasnameyê distînin. Malpera KurdWatch.org di nûçeyeke
xwe de dinivîsîne ku wê ji çavkaniyên pêbawer agahî bi dest xistine, ku di
destpêka gulana 2010ê de Dezgeha Ewlekariya Dewletê lîsteyên bi navên
welatiyên li derveyî Sûriyê şandine ji dezgehên nifûsê re. Ligel van lîsteya
ji dezgehên nifûsê re ferman hatiye şandin, ku bêyî erêkirina Dezgeha
Ewlekariya Dewletê nabe ku ew belgeyên nasnameyê bidin wan kesên ku navên
wan di lîsteyan de ne. Herweha nabe belge bên dayin ji bo malbatên van kesan
(dê û bav, xuşk û bira, zarok, jin an mêr) jî, ger navên kesên di lîsteyê de
li ser wan belgeyan hatibe nivîsandin, mîna nifûsa malbatê. Piraniya kesên
ku navên wan di lîsteyan de peyda dibin, Kurd in; çend Ereb û Fileh jî hene.

Malpera KurdWatch.org karî 30 ji 37 navan bi dest bixe, ku di lîsteya
dezgeha nifûsê de li bajarê Tirbesipiyê hatine bicîkirin. Kesên di vê
lîsteyê de bi eslê xwe li bajarê Tirbesipiyê hatine qeydkirin. Beşek ji wan
çalakvanên siyasî ne, beşê din ta niha di warê xebata oposîtsyonê de hema
bêje hatine xuyakirin. KurdWatch.org diyar kir ku ewê hewil bide di demeke
nêzîk de navên ji bajarên din jî bi dest bixe û biweşîne.


Ji bo dîtina navên ji Tirbesipiyê: http://kurdwatch.org/pel?cid=142

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap