*Sih û Sê Gulle*
Helbestvan: Ahmed Arîf **, Wergêr: Seîdê Sîsî 1. Ev çiya çiyayê Mengene ye Dema berbang lê dide li Wanê Ev çiya çêjika Nemrûd e Dema berbang lê dide li dijî Nemrûd Kêlekek te, şepe girtî hawirê Qafqas e Kêlekek te seccade milkê Ecem e Li tepelikan dêliyên qeşayê Kevokên revoke li ser avan Birra mamizan, Refa kewan... Egîtî nayê înkarkirinê Teko teko di şer de têkneçûn Ji hezar salan û vir ve, mêrxasên vê taxê De were em agahdarî ji ku bînin Refa qulingan nîne ev Birca stêrkan nîn e li ezmanan Dilên sîh û sê gullekirî Sih û sê kanîxûn Naherike, Gol bûye di vî çiyayî de... 2. Ji binê kaş keroşkek rabû Pişta wê boz Zikê wê çîlsipî Reben, avis, keroşkek çiyayî Bizdok wisan belengaz Meriv dide tobekirinê Nepenîbû, nepenîbû wext Seherek bêqisûr, çîp çîplaxbû Mêzekir ji sih û sisîyan yekê Di zikê wî de giraniya birçîbûnê Rûdan û por buhustek Di beristoka wî de sipî Mêzekir milên wî birîndar Egîtek firşik ateşîn Geh li keroşka reben Geh li paş xwe. Filînta wî ket bîra wî A di bin balgîya wî de xeydan, Hat bîra wî cehnîya ku ji deşta Herranê anîbû Temorîka wê bi morîkên heşînok Beşa wê li enîyê Sê simên wê sipî Rewan, xowarde, çalak Cehnîya kumeyt, seklawî. Çewan firîbûn di pêşberê Hozatê de! Niha, waha bêçare û girêdayî, Waha li pey wî namlûyek sar Nebûbûya, Karibû xwe bispêre gopîtkan... Van çiyan, çiyayên cêwî, qedirşînas in, Berê Xwedê ev dest meriv nadin şermê, Xwelîya cixara vêketî, Di germahîyan de çetel çirîsdar Zimanê margîskan Yekderb lêxistî Destên jîrek... Van çavan carek bîla pê li faqê nedan Qiyameta gelîyên aşît-rêpan Xayînîya berfok, nermok Kendalan, Çavên ji berê ve zana... Bê havil Dê bihata lêxistin Ferman misogerbû, Hesdikî çavên wî bila marîsok Dilê wî bila teyrên leşê bixwin... 3. Lêxistî me Di gelîyek nepenî a çiyan de Ji wextan di nimêja sibê de Vedizelim Xwinî, dipdirêjkî... Lêxistî me Xewneroşka min ji şevan reştir Tê bîrdarek xêrê kes dernakeve Ganê min distînin bê ecel Nikarim di pirtûkan de bi cih bikim Paşayek şifre fermîye Lêxistî me qet bê pirs, bê darizandin Kirîvo rewşa min heman waha binivîse Belkî wê bêjin gotegot e Çiçikên gul nîn in Gulleya domdomê ye Di devê minê perçewesle bûyî de... 4. Fermana mirinê bi cih anîn Dûmana heşîn a çiya Û baya xelmaş a seherê Di xwînan de mewicandin. Paşê hema li wê dere tifingan sipartin hev Misêwa li paxilên me pelîyan Gerîyan. Arav-tarav kirin Kefya min a Kermanşah- raçandî Tizbîyên min, qutya min hildan û çûn Hemû jî yadîgarbûn ji welatê Ecemistanê... Em kirîv in, bira ne, me xwîn ketiye nav hev Gundên hember, bi zoman ve Bi sed salan me qîz daye û stendîye, Em cîran in der bi der Mirîşkên me tevlîhev dibin Ji nezanî nîne Ji xezanî Me pasaport nîn e Ev e sedema qetl û sûcê me, Û navê me derdikeve li eşqîyatîyê Mişextvanîye Şêlankerîyê Xayînîyê... Kirîvo rewşa min heman waha binivîse Belkî wê bêjin gotegot e Çiçikên gul nîn in Gulleya domdomê ye Di devê minê perçewesle bûyî de... 5. Lêxin lawo, Lêxin Ez bi hêsantî namirim Min kozira xwelîgirtî di kuç da Min gotinek di dil de heye Ji şarezayan re. Bavê min çavên xwe da li pêşberê Ruhayê Sê heb jî birayên xwe Sê nazikên serwîbejn Sê çiya-pare ên temenkurt. Ji bircan, ji giran, ji minareyan Kirîv, eqrûba zarokên çîyayî Li dijî pêpeziya Fransiz diberxwe didan Hê bi simbêlên nû derketî Xalê minê biçûk Nazîf Tîtal, Sivik, Siwarek çak Lêxin birano gotiye Roja namûsê ye Û hespê xwe rakiriye ser çarperê Kirîvo rewşa min heman waha binivîse Belkî wê bêjin gotegot e Çiçikên gul nîn in Gulleya domdomê ye Di devê minê perçewesle bûyî de... > -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
