Ez heqê xwe li we helal nakim tirkno! Hûn cîranên me ne...
Bi qewlê Ehmed Arif mirîşkên me tevlihev bûne. Hê jî helbestkarên me hene ku ristên helbestên xwe li ser biratiya we vedihûnin. Hê jî siyasetmedarên me hêviyê ji we dibin ku em li ser maseyekê rûnin û çayeke biratiyê bi hev re vexwin. Teyî eyb e meriv bêje, lê di Quran, Încîl, Zebûr, Tewrat û Mishefa Reş de jî bi tîpên qalind heqê cîranan li ser cîranan dinivîse. Lê Xwedê heye, we rojekê jî berê 'keştiyek'e xwe ya alîkarî û aştiyê neda Kurdistanê. Ez çi dizanim, belkî tişteke wisa nehatibe bîra we jî. Na na, bi serê we em pê kêfxweş jî bûn ku we xwest destê xêrê bigihînin birakên me filistîniyan. Lê ji kerema xwe re li ser neheqî û zilma Îsraîlê ji me re çîrokên berê yên sifto û genî venebêjin... (Mereq nekin: Zilm û neheqî di dawiyê de serê xwediyê xwe dixwe!) Em dizanin gelek ji we yên ku alîkarî ji filîstîniyan re birîne, dema ku dor tê ser meseleya kurd û Kurdistanê, her yek ji we dibe 'îsraîlek' û bi ser serê me de dipeqe... Hin ji we dibin sosyal-faşîst (Çepgirên Ergenekonê bînin bîra xwe!) û bi dizîka rihê me yê kurdî kedî dikin... Hin ji we dibin eskerek jidil (CHP û MHPê bînin bîra xwe!) û di dilê me de diteqin... Hin ji we jî dibin polîsekî qenc(AKPê bînin bîra xwe!) û bi siyaseteke pûç ve dixwazin zûka serhildêriya me kedî bikin... Hela carekê li neynikê binêrin: Li şûna keştiyên alîkarî û aştiyê, hûn keştiyên 'rewşenbîr'an yên hiş-esker dişînin Kurdistanê da ku aqilê me yê mayî jî zûka biçeliqînin... Li şûna fermanên aştiyê, hûn firok û balafirên şer dişînin ser serê me... Li şûna azadî û biratiyê, hûn neyartiyeke bêminet layîqî me dibînin... Li şûna wekheviyê, hûn me di nava tirkîtiyeke ne 'tirkî' de dixesifînin... Li şûna heqê cîrantiyê, hûn heta êvarê bi serdestiya xwe ve îmana bindestiya me taze dikin... Jixwe ez behsa kerkerokên me yên ku di afirên we de dizirin, nakim! Heke hûn cîranên min bin, heke piçekî heqê min yê cîrantiyê di stûyê we de hebe, ez heqê xwe li we helal nakim tirkno, bila hûn vê yekê wisa bizanibin! http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1640&yazar=20 Ligel silavên rengîn... ________________________________ Evdile Koçer [email protected] ________________________________ www.facebook.com/evdile.kocer www.pen-kurd.org/kurdi/evdile-kocer/evdile-kocer.html www.youtube.com/Gulanbihar -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
