Bi rastî jî ev nivîs ji min re balkêş hat.
Ango, zanîna rewş û asta edebiyat û romana kurdî mijareke şayanê serêşandinê
ye.
Naxwazim gotinê li ser gotinan zêde bikim û şîroveyê dirêjtir bikim, lêbelê
divê ku hemû
dildarên edebiyat û hunera kurdî bala xwe bidine ser van nîqaşan
û gotineke kê hebe, gotina xwe ji xwe re nehêle.
Xala ku herî zêde min êcêbmayî dihêle û ez pir li ber dikevim halê
xwendevanên kurd e.
Lewra rebenên xwendevana ku bi dilekî safî û daxwazeke zêde berê xwe didin
çanda xwe û
dixwazin êdî her tiştî bi zimanê xwe bikin, rastî berhemên ku di piyaseyê de
hene tên.
Berhemên ku di piyaseyê de hene jî bi gelemperî ji qalîtê dûr, di asteke pir
jêr de û
ji sentaks, gramer û peyvsaziya kurdî bi mesafan dûr hatine nivîsandin!
Hednezanîna nivîskarên! kurd dê hê nexweşiyên gelekî mezintir li peyda
bikin.
Belê, ji nêt û fikra wan gumanê tu kesî nîne û ne mimkun e ku hizreke wisa
di serê kesekî de çêbibe.
Lêbelê, ma her tişt jidilbûn e? Ma para liyaqet, qabiliyet û zanahiyê jî qet
di vê noqtê de nayên fikirîn gelo?
Ez bi xwe, ji ber vebûn û domandina nîqaşeke li ser van mijaran û bi vî
awayî dilxweş im û vê yekê ji bo
pêşeroja edebiyat û hunera kurdî pir fêdedar dibînim.
Her tişt ji semîmiyet, sedaqet û ramanan îbaret nîne.
Divê êdî tişta ku em bala xwe bidinê: Afirêndêrî, huner, qalîte, estetîk,
kûrahî û honandinên serkeftî bin.

Bi hêviya pêşdebirina mijarê û domandina nîqaşê.
Silavên germ
Serger Barî


*Lokman Polat û Fîlozof Fehmî *
*Îbrahîm Seydo Aydogan/* Romana Lokman Polat ya bi navê Fîlozof li ser hin
agahiyên dîroka Kurdan û bi taybetî jî li ser rêxistin û şexsiyetên wan yên
vê sedsala dawîn, heta sala çapkirina romanê (2000), hatiye nivîsandin.
Nivîskêr, ji vegotina bûyeran û rewşan bêtir, xwastiye fikir û nirxandinên
xwe yên li ser bûyer û rêxistin û şexsiyetên dîroka tevgerên kurdistanî bîne
zimên û vê yekê jî bi rêya romanê dike.

Bûyerên romanê yên ku di nava heftê û pênc salên sedsala bîstan yên dawîn de
diçin û tên, li dora şexsiyetekî kurd digerin ku bi xwe di dîroka
serhildanên kurdîstanî de di wextê xwe de roleke giring lîstiye. Roman, ji
bo baştir fahmkirina serhildana Şex Seîd û tevgerên kurdistanî yên heta dema
me û gelek şexsiyetên dîrokî, di çarçoweya vî lehengî de hin agahiyên
nivîskêr dide. Lokman Polat, di vegotina vê dîroka ku ji bo Kurdan tije êş û
kerb e de gelekî ji dil tev geriyaye. Mirov dikare di hemû nirxandinên wî
yên civakî, siyasî û edebî de vê dilsoziya wî bibîne, lê belê bikaranîna van
helwêstan ya di romanê de û, jê biwêdetir, awayê bikaranîna wan ji bo vê
romana ku em ê behsa wê bikin dibin pirsgirêk.
http://rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=24766

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap