Merheba Kekê Berfo, Min dît ku naverok têr û tije ye. Gelo belavkirina Kovara Hinarê li Stenbolê hene an na?
Emê çawa lê bibînin û bistînin? Digel silavan, RoJDa Mod a Dwnxne 2010/6/29 berfo bari <[email protected]> > Silav ü réz ji dîwanxanê re > NAVEROKA HINARÊ > > *Ji hinarê/3 > *Hinarzanî-Rêber Erwend/4 > *Ziman û hişmendî-Mustefa Borak/6 > *Hevpeyvîn-Reyhan Sarhan -Bi Arîn Zîn re/8 > *Keştiya xwînê-Berfo Barî/10 > *Merheba-Ulaş Arslan/11 > *Li ser çîroka dengê xwînê-Nesrîn Îlek/12 > *Keçik û lawik û evîna wan-Î.Seydo Aydoxan/13 > *Behr û keser-Îhsan Bîrgûl/18 > *kerekî mirarî-Yasemîn Elban/19 > *Dosya li ser kurdên Îzmîrê/20 > *Mijdar-Reyhan Sarhan/23 > *Çîv çîv pirinde-Yasemîn Elban/24 > *Rengdêr-Ûsiv Îdîrî/25 > *Diyarbekir-Ehmedê Huseynî/26 > > > > > > JI HINARÊ > Xwendevanên Hinarê, em bi kêfxweşî careke dinê li pêşberî we ne,ji bo > civakan rola kovaran ber bi çav e, kovar wekî pêşengehên ziman e, di wê > pêşengehê de mirov geşedanên wî zimanî,dewlemendî û tehmê dibîne. Em ji > kovara Hawarê jî dizanin ku kovar di warê parastina ziman û çandê de jî > xwedî mîsyon in, ji bo vê sedemê ye ku îro kurd 15'ê gulanê (roja derketina > kovara Hawarê) weke cejna zimanê kurdî pîroz dikin.Tevî ku dîroka kovarê li > dinyayê digîhîje çar sed sal(1663-1668 )berê jî civaka kurd di vê warî de hê > jî gelek qels e.Di civaka îroyîn de ku teknîk evqas pêşketiye, kovar weka > navgîneke zanebûniyê û rewşenbîriyê tê bikaranîn. Her komek mirov li gor > pîşe,rewş,çand,ziman,bajar ,raman,hezkirin û hwd. cur bi cur kovaran > diweşînin. Bi vê hewldanê rê li ber ronîkirina mijaran vedikin endam û > civakê agahadar dikin.Li bajaran tu tax,nexweşxane kom,komalên ku kovarên > wan tunebin nîn in. > Tevî hemû astengiyan û bêderfetiyan jî em ê bi vê armancê meşa xwe bidomîn > in.Ê me kurda jî her taxek ,her komek û hwd. pêwistiya me bi weşana kovaran > heye, di vê riyê de piştî Hinarê, şaxên Kurdî Derê yên din jî hewl didin ku > kovarên bi kurdî biweşînin, em hêvîdar in ku dê bigîjin armanca xwe û bibin > pêşêngehên zimanê kurdî . > > Tevî hemû bendawiriyên civakê jî mixabin li welatê me şer dîsa dest pê > kir.Kovara hinarê di her mercî de dijberê şer e û wê dengê aştî û azadiyê > berz bike .Di rewşeke ku ji bo navên kurdî kes tên qetilkirin de, em ê tu > astengiyan ji xwe re nekin hincet û em ê dest ji vî karê pîroz > bernedin.Evîna xebatkarên Hinarê ya ji bo zimanê kurdî, evîna gelê kurd bi > xwe ye ,ew evîna ku ne bi qaydê hesin,ne bi tariya zindana û ne jî bi > pêkutiyên serdestan paxaf nekiriye û wê îro jî di pêşengeha hinarê de aj > bide .Ji xwe di rewşeke wiha de em ê bibin alîgirên gelê xwe, alîgirên > zimanê kurdî û çanda kurdan, rastiya ku ji pênûsa kurdî dawer bibe wê hêzê > bide aştiyê û civaka me . > > Komeleya me kurdî der şaxa Îzmirê, di demên derbasbûyî de bi xebatên xwe > yên cur bi cur di warê perwerde û hişmendiyê de xizmetê ji gelê kurd re > kir.Di nava sê çar mehan de gelek daxuyaniyên ku balê dikşînin li ser zimanê > kurdî hatin dayin her wiha 15'ê gulanê cejna zimanê kurdî bi meş û daxuyanî > û şahiyekî hate pîroz kirin.Dîsa perwerda îsal ku ji gelek polan pêk dihat > di dawiya gulanê de bi dawî bû. Komeleya me Kurdî Der kampanyek da > destpêkirênê, kampanya ji bo xwedî li derketina ziman û endamtiya Kurdî Derê > ye.Dê girêdayê vê kampanyayê gelek çalakî werin li darxistin.Em nivisa xwe > bi dûrişma vê kampanyayê bi dawî dikin: BIBIN ENDAMÊN KURDÎ DERÊ, ZIMANÊ XWE > BIAXIFIN LI HER DER'Ê! > Berfo BARÎ > > -- > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane > grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin > bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u > rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, > dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. > - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki > sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, > her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara > sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren > gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: > Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
