Încîl (Mizgînî) 
Încîl (Mizgînî) » Lûqa » Beşê 21 

Diyariya Jinebiya Belengaz 
1
Îsa serê xwe hilda û kesên dewlemend, yên ku diyariyên xwe davêtin peredanka* 
Perestgehê, dîtin.
2
Wî jinebiyeke reben jî dît ku du pol* avêtinê.
3
Hingê Îsa got: «Ez rast ji we re dibêjim, vê jinebiya belengaz ji wan hemûyan 
bêtir avêtê.
4
Çimkî van hemûyan ji tiştên ku ji wan zêde bûn, avêtin nav diyariyan, lê vê 
jinikê ji belengaziya xwe hemû abora xwe avêtê.»

Îsa ji pêşî ve li ser Wêranbûna Perestgehê Dibêje 
5
Çaxê hinekan digot ku Perestgeh çawa bi kevirên spehî û bi diyariyan hatiye 
xemilandin, Îsa got:
6
«Heçî ev tiştên ha ne yên ku hûn dibînin, roj wê bên, ku hingê li vê derê kevir 
li ser kevir namîne. Tiştek namîne ku neyê hilweşandin.»

Li ser Xapandin û Tengahiyên Mezin 
7
Wan jî ji Îsa pirsî û gotin: «Mamoste, ev tişt wê kengê çêbin? Û çaxê ev tiştên 
ha li ber çêbûnê bin, nîşana wan çi ye?»
8
Îsa jî got: «Hay ji xwe hebin ku hûn neyên xapandin, çimkî gelek wê bi navê min 
bên û wê bêjin: ‹Ez ew im› û ‹Wext nêzîk bûye!› Li pey wan neçin!
9
Çaxê hûn li ser şer û hengameyan bibihîzin, netirsin, çimkî divê pêşî ev tiştên 
ha çêbin, lê belê dawî pêre pêre nayê.»

10
Hingê wî ji wan re got: «Milet wê li hember miletan rabe, padîşahî wê li hember 
padîşahiyan rabe.
11
Erdhejînên mezin wê çêbin û li cih cihan xela û êşa zirav wê derkevin. Tiştên 
tirsehêz û nîşanên mezin wê li ezmên bibin.
12
Lê ji berî van hemû tiştan wê dest bavêjin we û tengahiyê bidin we. Ewê we 
teslîmî kinîştan bikin û we bavêjin zîndanan û di ber navê min de ewê we derxin 
ber padîşah û waliyan.
13
Ev tişt wê çêbin, da ku hûn şahidiyê ji bo min bikin.
14
Loma bixin dilê xwe ku hûn ji pêşî ve nefikirin ku hûnê çawa xwe biparêzin.
15
Çimkî ezê dev û ziman û şehrezayiyê bidim we, ku neyarên we nekarin li ber we 
bipeyivin an bisekinin.
16
Lê heta bi dê û bav, bira, mirov û dostên we wê we bidin girtin û wê hinan ji 
we bikujin.
17
Ji ber navê min hemû jî wê ji we nefret bikin.
18
Lê mûyek ji serê we winda nabe.
19
Hûnê bi bîhnfirehiya xwe canê xwe bi dest bixin.

Îsa li ser Wêrankirina Orşelîmê Dibêje 
20
«Lê çaxê hûn bibînin ku hawirdora Orşelîmê bi leşkeran bê girtin, hingê bizanin 
ku xerabûna wê nêzîk e.
21
Hingê yên ku di Cihûstanê de ne, bila birevin çiyan! Û yên ku di bajêr de bin, 
bila jê derkevin! Û yên ku li çolê bin, bila nekevin bajêr!
22
Çimkî ev rojên heyfstandinê ne, da ku heçî tiştên hatine nivîsîn, bên cih.
23
Wey li wan ên ku di wan rojan de bizaro ne û dimêjînin. Çimkî tengahiyeke mezin 
wê bê ser welêt û xezeb wê bê ser vî gelî.
24
Ewê bikevin ber devê şûr, bi hêsîrtî* wê bên birin nav hemû miletan û heta 
zemanê miletan temam bibe, Orşelîm wê di bin lingên wan de biperçiqe.

Vegerîna Kurê Mirov 
25
«Li ser roj, heyv û stêran nîşan wê çêbin û li ser erdê ji ber guregura pêlên 
deryayê milet wê bibizdin û şaş bibin.
26
Ew mirovên ku li benda wan tiştên ku bên serê dinyayê disekinin, ji tirsan dilê 
wan wê bibihûre; çimkî stêrên ezmanan wê ji cihê xwe bihejin.
27
Hingê wê bibînin ku ‹Kurê Mirov di nav ewrekî de bi hêz û rûmeta mezin tê.›[a] 
28
Çaxê ev tiştên ha dest pê bikin û çêbin, li jor binêrin û serê xwe hildin, 
çimkî xilasiya we nêzîk dibe.»

Mesela Hêjîrê 
29
Û Îsa ji wan re meseleyek got: «Li dara hêjîrê û li hemû darên din binêrin.
30
Çaxê ku ew dibişkivin, hûn dibînin û hûn ji ber xwe dizanin ku êdî havîn nêzîk 
e.
31
Bi vî awayî, çaxê hûn jî bibînin ku ev tiştên ha çêdibin, bizanin ku Padîşahiya 
Xwedê nêzîk e.
32
Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ev tiştên ha hemû çênebin, ev nifş qet 
nabihûre.
33
Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Hişyar Bimînin! 
34
«Hay ji xwe hebin ku bi xwarina zehfî, serxweşî û bi xemên vê jiyanê dilê we 
giran nebe û ew roj ji nişkê ve wek dafikekê bi ser we de neyê.
35
Çimkî ewê bi ser wan hemûyên ku li ser rûyê erdê dimînin de, bê.
36
Lê herdem dua bikin û hişyar bimînin, da ku hûn bikarin ji ber van hemû tiştên 
ku wê bibin, birevin û li ber Kurê Mirov rawestin.»

37
Îsa bi roj di Perestgehê de hîn dikir û bi şev derdiket, diçû wî çiyayê ku jê 
re Çiyayê Zeytûnê digotin û şeva xwe dibihûrand.
38
Û xelk hemû sibê zû dihatin Perestgehê ba wî, da ku guhdariya wî bikin.



      

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap