Ev dinya divê ji serdestên kurdan re nemîne!

Ev  dinyaya beredayî divê ji serdestên kurdan re nemîne; divê hemû bidin  ser 
rêça Sadam û divê ji xwe re kapikekî mirinê hilbijêrin.

Ev  hovîtiya wan ya nenaskirî, ev faşîzaniya wan ya çiriyayî, ev qewl û  
peymanên wan yên bêlomeyî, ev planên wan yên gerînekî, ev neyartiya wan  ya 
barbarî û bêserûberî divê di qirika wan de bimîne…

Divê  bi kefşala devê xwe yê genî ve, bi xwîna xwe ya herimî ve, bi navê xwe û  
yên heft bavên xwe ve, li hemû meydanên dinyayê bêne teşhîrkirin…

***

Ev dinyaya bêbext divê ji serdestên kurdan re nemîne; divê di nava xwîna xwe ya 
rijandî de bixeniqin.

Me ji bîr nekiriye: Heta ku ew li ber bejnên çiyayên me çok venedin em ê 
hovîtiya wan ji bîr nekin.

Heta ku asîmilasyona wan li ber deriyê kaniya Melayê Cizîrî neşkê, divê ev 
civak 
xewê li xwe biherimîne.

Heta ku barbariya wan xwe ji çiyayên me neterikîne, divê destê civaka me di 
qirika wan de be. 


Heta ku bihara azadiyê li ser vî welatî neweşe, divê her kes li ber ‘mal’a xwe 
kozikên berxwedanê vede! 


***

Ev dinyaya bêbav divê ji serdestên kurdan re nemîne; divê bi teprepa 
serhildanên 
navçe û bajarên kurdan ve bikevin taya mirinê.

Divê  ji çanda me ya ku di havînên xalxalokî de di nav hêviyên şivanan re bi  
stêrkan re hevaltî dike ya ku li ber dîwarên neyaran jî her nefel dide  de, 
bitirsin û divê bicehimin. 


Divê li ber stêrkên havînên me yekoyek rih bidin.

***

Ev dinyaya fêlbaz divê ji serdestên kurdan re nemîne; divê agirê gund û çiyayên 
me bibin pêt û divê xwe li gewriya wan bidin.

Divê siya me bibe şevereşkek û divê gazî azraîlê wan bike!

Divê bi êşa tirsê bikevin û divê li çol û beyarên rût û tazî bikevin!

Divê di bin cendekên me de bimînin û bicehimin.

Ev dinya divê ji wan re nemîne!

http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1863&yazar=20
Ligel silavên rengîn...


________________________________
Evdile Koçer
[email protected]


________________________________
www.facebook.com/evdile.kocer2

www.pen-kurd.org/kurdi/evdile-kocer/evdile-kocer.html

www.youtube.com/Gulanbihar

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap