Ji ber ku te ez bi şaşiya min dame hesandin zor spas.
Jêderka wê pirtûka min ya bi navê "Kulîlkên Baxê Botan"e.
Dubare silav

2010/7/25 Rojda Xanim <[email protected]>

> Kekê Ewdilqadir,
>
> Ev nivîsa hanê ji aliyê kîjan nivîskarê hêja hatiye nivîsandin? Binê nivîsê
> nav tune ye. Û heke iqtibas be, çima li bin lînk tune ye?
>
> Digel silav û hurmetan...
>
> 2010/7/25 Abdulkadir BİNGÖL <[email protected]>
>
>
>>    *Seyîd 'Eliyê Findikî *
>>         **CIZÎRA BOTAN, 24/7 2010 -- Gelik mirov hene dema temenê xwe yê
>> vê dinyayê temam dikin û dimirin bi mirina wan re navê wan jî ji dinê diçe,
>> ti şopa wan namîne. Êdî ti kes behsa wan jî nake. Nexwe mirov bi rehetî
>> dikare di der barê van kesên ko ji bo mirovahîyê tiştek nekîrîne de bibêje
>> ko heyîna wan û neyîna wan wekî hev e.
>>
>> Hejmara wan kêm jî be lê hinek dî jî hene ko dijê wan kesana ne. Ji ber
>> xizmeta wan ya hêja ko ji bo mirovahîyê kirine, bi mirina wan navê wan ji
>> dinê qut nabe. Hinde xizmet zêde kiribin navê wan jî ewqasî baqî dimîne.
>>
>> Yek ji wan kesên ko bi mirinê navê wî qut nebûyî Seyîd 'Eliyê Findikî yê
>> gorbihişt e.
>>
>> Ka serê pêşî em şê'reka wî ya naskirî li jêrê binivîsînin û paşê li
>> jînenîgariya wî binêrin.
>>
>> Elî rabe weha nabê,
>> Bi hîl û pîla çênabê,
>> Umir borî, mirin ha bê,
>> Çira tedbîrekê nakî?
>>
>> Ev e umrê te çil sal e,
>> Te ne milk e, ne pertal e,
>> Xwelî l'ser te qebir mal e,
>> De ka tê kengê peyda kî?
>>
>> Heval çû ne, tu paş ma yî,
>> Dikin gazî: "Çi ra nayî?"
>> Dibêjim tu nezana yî,
>> Ji lew guhdariyê nakî.
>>
>> Tu zanî ko tu rêdûr î,
>> Gelo ma qey tu yê kor î?
>> Heçî hat û ji te borî,
>> Tu ranabî, lezê nakî.
>>
>> De ka rabe, tu bes raze!
>> Xwe pêk bîne gelek taze,
>> Li pêş te kaş û efraz e,
>> Ji vê razanê şerm nakî?
>>
>> Seyîd 'Eliyê Findikî, di sala 1892-ê de li Findika Botan hatiye dinyayê.
>> Findik nehiyeya Dihê ya navçeya Sêrtê ye.
>>
>> Seyîd 'Elî kurê Seyîd Silêman, kurê Seyîd Îbrahîm, kurê Seyîd 'Umer, kurê
>> Mele Hesenê Xetîb e. Ev malbat bir riya Şêx Evdilqadirê Geylanî digihêje
>> Îmamê Hesen.
>>
>> Dema ko tataran bi ser Bexdayê de girt û ev bajar dagir kir, kalikên Seyîd
>> 'Elî koç kirin, hatin li Erzenê bi cih bûn. Niha ji Erzenê re dibêjin
>> "Xirabbajar." Ev gund dikeve navbera Misircê (Kuratalan) û Qubînê (Beşîrî).
>> Piştî demekê ji Erzenê re "Xerzan" hatiye gotin. Seba vê, dema zagona
>> paşnavan derket, mezinên wan ji wan re paşnavê "Erzen" bijartine, da ko ev
>> nav neyê jibîrkirin.
>>
>> Seyîd 'Elî zaroktiya xwe li Findikê derbas kir. Pêşî li nik babê xwe
>> xwend. Piştre weke adetên demê ji Findikê derket û çû Harûnan. Harûnan
>> eşîreke cînarê wan e. Seyda li wir qederekê feqîtî kir. Piştre li gundê
>> Bafê, li nik Mele Îsmaîl, li Kercosê li nik Mele Necmeddîn, li Bişêriyê, li
>> nik Mele Îbrahîmê Korikî xwend. Piştre çû Farqînê, li Mizgefta Behlûl Beg li
>> cem Muftî Seyîd Evdilrehman, Mele Hesenê Kiçik, li cem Mele Yaqûb û Mele
>> Hamîd heft salan (ji 1333'an heta 1340'î) xwend. Di van salan de dersa
>> feqîyan daye.
>>
>> Dersa farisî li cem Hecî Fetahê Hezroyî xwend. Her wesa Seyîd 'Elî jî
>> dersa wî ya feraîzê (zanîna werasetê) daye. Seyîd 'Elî destûrnameya xwe ji
>> Seyîd Evdilrehman wetgirt.
>>
>> Piştî ko vegeriya Findikê, demekê li cem apê bavê xwe Şêx Hesenê Findikê
>> xwend û îcazetek ilmî ji wî jî stand. Piştî îcazetê, Şêx Hesenê Findikî keça
>> xwe Rehîme daye wî, êdî Seyîd 'Elî bûye zavayê Şêx Hesenê Findikî. Ev
>> îcazeta ko standiye ji hêla hikûmetê (yanê dewletê E.B.) ve tehsîla mezin
>> hate qebûlkirin û (ewî) leşkerî nekir.
>>
>> Seyîd 'Elî mudetekê li Findikê melatiya gund kir, dersa feqiyan da.
>> Fetwayên Findikê û derdora wê demê tev li hêviya wî ma.
>>
>> Li ser teklîfa Şêx Evdilahê kurê Şêx Mihemed Nûriyê Dêrşewî mudetekê li
>> gundê Sinatiyê ders da feqiyan.
>>
>> Di sala 1927-ê de Şêx Seydayê Cizîrî ji bo dersdayînê wî dawetî li cem xwe
>> kir. Li Serdehlê -ku gundê Şêx Seyda bû- demeke dirêj ders da zarokên mala
>> Şêx Seyda û feqiyên wan.
>>
>> Li ser daxwaza ehlê Cinibrê, Şêx Seyda destûra wî da, çû Cinibrê. Cinibrê
>> gundekî Cizîrê ye. 25 salan li Cinibrê ma; ders da û bi fetwayan mijûl bû.
>>
>> Şêx Seyda hem îcazeta ilmê, hem jî îcazeta xelîfetiyê daye Findikî.
>> Findikî xelîfeyê Şêx Seyda ye. Şêx Îbrahîm Heqî yê Basretî jî îcazeta
>> xelîfetiya daye Findikî.
>>
>> ...
>>
>> Seyîd 'Elîyê Findikî çawa ko alimekî mezin bû, wisa şaîr jî bû. Qesîdeyên
>> wî di nav xelkê herêmê de gelek bi qîmet in û gelekî jî belav bûne. Zimanê
>> ko di dîwana xwe de bikar anîye gelekî hêsan e; her kes jê fêm dike.
>> Naveroka qesîdeyên wî bi piranî jî şîret û we'zan pêk tê. Zimanê wî gelekî
>> şirîn bû. Ji deverên dûr xelk dihatin cem wî da ko weke teberûkê dersekê li
>> bal wî bixwînin. Seyîd 'Elî tu caran dilê kesî nedihişt, her tim beşaş bû.
>> Gelek caran di sohbetên xwe de henek dikirin. Em ê henekeka wî li vir
>> deynin:
>>
>> Seyîd 'Elî di sohbeta Şêx Seyda de bû. Hin kesên din jî li wir bûn. Şêx
>> Seyda der barê biheştê û xweşî û lezeta di biheştê de ye weiz dida. Di
>> navberekê de Şêx li Seyîd 'Elî dizivire û jê re holê dibêje:
>>
>> -- Biheşt gelek xweş e, ne welê ye Seîd 'Elî?
>>
>> Seyîd 'Elî:
>>
>> -- Erê ezbenî willeh biheşt gelek xweş e. Hema em ji van nimêjan xilas
>> dibin bes e.
>>
>> Taybetmendîyeke din jî ya vî zatî ew e ko ew hem di nav rewşenbîran de hem
>> jî di nav xelkê nexwenda de navdar e û tê naskirin. Mirovê ko haya wî ji
>> wêjeyê neyî jî dema behsa 'Elî Rabe! tête kirin teqez dizane ko xwediyê wê
>> helbestê Findikî ye. Qesîdeya wî ya herî jê tê hezkirin 'Elî Rabe! ye. Tê
>> gotin ko Seyda sibehekê ji xew radibe dibîne ko wexta nimêja wî derneg e. Ji
>> ber vê derengrabûnê pir xemgîn dibe. Ewqas ko hema dest diavêje pênûsê û
>> nefsa xwe ji xwe re dike muxateb û hestên xwe bi amadekirina wê qesîdeyê
>> tîne ziman.
>>
>> Sê kur û du keçên wî hebûn. Kurê wî yê mezin Seyîd Evdilrehman 23 salan
>> muftîtiya Cizrîrê kir. Seyîd 'Elî, di sala 1967'an de li Cizîrê wefat kir û
>> di quba Şêx Seyda de hate veşartin. Li ser gora wî ev helbesta wî ya meşhûr
>> nivisandiye
>>
>> Di dinyayê heçî rabê,
>> Feqîr û şêx û axa bê,
>> Ji ber mirnê xilas nabê,
>> Di şerq û hem di xerbê da
>>
>> Berhemên Findikî:
>>
>> Gelek berhemên Seyda hene. Mixabin ji bilî dîwana wî ya ko ji hêla
>> Nûbiharê ve hatiye çapkirin, berhemên wî yên din çap nebûne.
>>
>> 1- Dîwan,
>> 2- Defû'ş Şubûhat fî nezm et Terehat,
>> 3- Hewaşîn 'Ela Tefsîrî Qadî el Beydawî (Tefsîr),
>> 4- Rîsalet el-lem'e fî îadetî el-Cumû'e (fiqih),
>> 5- Rîsaletûn fî Necatî Ebeweynî en-nebîyyî (sîyer),
>> 6- Rîsaletûn fî cewazî Defî'z Zekatî Îla Benî Haşîm we Benî el-Muttalîp,
>> 7- Zûlfeqar-ı Elî ala reqabetî Munkîr el-Îstîmdadî mîn Nebîyyîn ew velî
>> (Ekqide),
>> 8- Hewaşîn 'Ela Dîwan el-Cezerî
>>
>> Ez ê qesîdeyeka Seyîd 'Eliyê Findikî ya bi mûnasebeta wefata Ûstad
>> Bedîûzzeman Seîdê Kurdî de nivisandiye û li pey da jî texmîsa ko min li ser
>> wê qesîdeyê amade kiriye li vir deynim:
>>
>> "Ey dilê meskenê derdan, ma tu zanî ko çibî?
>> Ew Seîdê can fida j'dînê me ra j'kîsê me bî.
>>
>> Beyreqa ko wî hilanî jibo vî dînê mubîn.
>> Me çiqa pirsî û seh kir vê demê kes dî nebî.
>>
>> Çepera dîn girtibû, pakî ji keskî nedikir,
>> Heq dizanî, heq digot û heq dikir; herdem we bî.
>>
>> Ew dikana ko wî danî, ew metaê difirot,
>> Ew li Şam û Misr û Bexdayê niho peyda nebî.
>>
>> Çû wetat kir, çi mûsîbet! Sedhezar rehmet li ser,
>> J'ehlê vî dînê mûbîn ra çi nimûnek taze bî.
>>
>> Sêsed û heftî û neh piştî hezarê Hicretê,
>> Dergehê baxê Biheştê keremê l'ber wî vebî
>>
>> Ew li Nursê hate dinya, wî li Urfayê wefat kir,
>> Ew şehîr bû, ew bedî' bû, ez çi bêm, serdeste bû.
>>
>> Ey Seîdê herdu dinya, dîtina te bû keder,
>> Em j'Xwedayê xwe dixwazin: L'axretê em l'cem te bî.
>>
>> Ey 'Elî, ger çi Seîd çû, lê Rîsalê Nûr neçûn,
>> Sed emanet min li te, da tu ji wan mehrûm nebî."
>> ......................
>>
>> Ma dizanî ber çi her rondik ji çavan rêz dibî,
>> Her dem û daîm dinalim, şev heta danê sibî.
>> Wer bipirs da tu ji vê raza ecaîp hîn bibî:
>> Ey dilê meskenê derdan, ma tu zanî ko çibî?
>> Ew Seîdê can fida j'dînê mera j'kîsê me bî.
>>
>> Canfida bû qehreman bû, dest bi şûrê ilmê dîn,
>> Nur dixwend û Nur dirêt û her zaman û an û hîn.
>> Ger bixwazî wî binasî, wer Risalên wî bibîn.
>> Beyreqa ko wî hilanî jibo vî dînê mubîn.
>> Me çiqa pirsî û seh kir vê demê kes dî nebî.
>>
>> Kes nemabû dîn vegota wê dema zulm û zecir,
>> Nalenala ehlê dîn bû, ehlê dil, ehlê zikir,
>> Ew li ber wê zulma rabû lê bi tedbîr û sebir,
>> Çepera dîn girtibû, pakî ji keskî nedikir,
>> Heq dizanî, heq digot û heq dikir; herdem we bî.
>>
>> Tirs nebû jê ra ji lewra bê sekin, daîm digot,
>> Her kesê carek bidîta kufr û nîfaq jê dişot,
>> Sohbeta wî ya mibarek cerg û mêlak tê disot,
>> Ew dikana ko wî danî, ew metaê difirot,
>> Ew li Şam û Misr û Bexdayê niho peyda nebî.
>>
>> Ne li Delhî, ne li Tehran, ne li Şîraz, ta Giver,
>> Yek nebû ehlê diyanet lê kira qêr û mefer.
>> Sal hezar û nehsedû şêst, mahê rojî, dem seher,
>> Çû wetat kir, çi mûsîbet! Sedhezar rehmet li ser,
>> J'ehlê vî dînê mûbîn ra çi nimûnek taze bî.
>>
>> Cadeyek nû wî vedanî boyî xortên ummetê,
>> Ew di Barla û Emîrdax xerq dibû nav xizmetê
>> Wî di umrê xoy ezîz da guh nedabû lezetê,
>> Sêsed û heftî û neh piştî hezarê Hicretê,
>> Dergehê baxê Biheştê keremê l'ber wî vebî
>>
>> Ebû Cehlên vî zemanî, zalimên hêc û bitir,
>> Şandibûn Afyon û Barla, Qestemon û Eyrîdir.
>> Ew gula Kurdên reben bû, lê nehiştin ew li vir
>> Ew li Nursê hate dinya, wî li Urfayê wefat kir,
>> Ew şehîr bû, ew bedî' bû, ez çi bêm, serdeste bû.
>>
>> Sahibê "İlmê Ledûn" bû, dafi'ê hizna beşer,
>> Xwendina Nûra Îlahî nedida zêr û zeber,
>> Firqeta Wî em helandin sed hewar, ax û keser,
>> Ey Seîdê herdu dinya, dîtina te bû keder,
>> Em j'Xwedayê xwe dixwazin: L'axretê em l'cem te bî.
>>
>> Em ji derdê firqeta Wî bûne jar, bûne zebûn,
>> Şubhetê mecnûn dinalîn qet nema sebr û sikûn,
>> "Dilkula!" firset li dest e, wer Rislanê Nûr bixûn!
>> Ey 'Elî, ger çi Seîd çû, lê Rîsalê Nûr neçûn,
>> Sed emanet min li te, da tu ji wan mehrûm nebî.
>>
>> --
>> - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
>> grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin
>> bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u
>> rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin,
>> dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
>> - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
>> sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa,
>> her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara
>> sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren
>> gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER:
>> Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
>> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>>
>
> --
> - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
> grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin
> bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u
> rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin,
> dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
> - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
> sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa,
> her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara
> sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren
> gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER:
> Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap