Taya Faşîzmê

Taya faşîzmê bi wan ketiye. Di goristana faşîzmê de ketine ber sekeratên 
mirinê, 
îske îska wan e!

Lihêfa faşîzmê li serê xwe pêçane û wekî dewarên ku moz pê ve vedidin xwe li 
hebûna kurdan didin.
...
Xuşexuşa dengê Kurdistanê yê ku ji her çar parçeyî tê, wekî şûrekî tûj tê 
dikeve 
kerika guhê wan yê kerrbûyî û ziravê wan diqetîne.

Bi çiveçiva bihara Kurdistanê ve nefesa wan diçike, ti şemal li ser ruyê wan 
namîne, dikevin doşeka mirinê, ezraîlê xwe li ber çavên xwe dibînin.

Di rojhilata tarî de bi barbarî û dek û dolabên xwe ve têne nas kirin.

Li rojava bi zilamtiya xwe ya nexweş ve meşhur in.

Ew zarokên wê pîra dêlegur ya keftar û lanetkirî ne.

Di nav hêlîna faşîzmê de ji xwîneke gemarî welidîne.

Di taştê, firavîn û şîv û paşîvê de çavên wan her dem li "K" ya kurd û 
Kurdistanê ne.

Xwîna zarokên kurdan –çi heyf!- hê jî di ber diranê wan de ye!

Tava Kurdistanê ya ku dide ser her sê perçeyên din jî xewa wan dişeriqîne.

Ji ber vê yekê jî dîn û har dibin. Kefşaleke spî li ser devê wan dikeve.

Hemû zêf, siqêf, çêr, xeber, dijûn û nifirên xwe wekî werîsan bi hev ve grê 
didin û dixin serê serok û rêveberên kurdan.

Rojê pênc danan çêr û xeberan ji kurdan nekin sebra wan nayê.

Ya rastî ti hêviyeke me jî ji van nevîçîçirkên Roma Reş nedihat.

Em van zarokên pîra dêlegur xweş nas dikin.

Pêşiyên me xweş gotine: “Deh kurên pîrê hebûn, yê herî baş çîk bû…!”

Meseleya me û van jî di vê gotinê de veşartî ye ezbenî; de vêca bifikirin yên 
xirab çawan in?

Heke ez bim, divê çavên me her dem li ser yên baş bin; jixwe va ye em yên 
çêrker 
û çavsor xweş nas dikin.

Zarokên pîra dêlegur yên baş, ji yên çêrker bêtir zirarê didin hebûna kurdan.

Ji ber ku;

Ew li Amedê “kûrtçû”yên rengereng, lê li Enqereyê “tûrkçû”yên dewleta veşarî ne.

Li Hewlerê ala Kurdistanê hildidin, lê li Stenbolê ya Tirkiyê maçî dikin.

Li Ewropayê “kardeşçî”, lê li ser medyaya tirk zirzirokên garana faşîzmê ne.

Di hilbijartinan de “solcu”, lê di piştperdeyan de minafiq in.

Nexêr, ne dişibin Hîtlera Almanyayê ne jî Musollîneya Îtalyayê. Dişibin xwe. 
Referansa wan ev in: Komkujiya Dersim, Geliyê Zîlan, Newala Qesaban...

Hevîrê faşîzma xwe bi destê xwe distrên.

Şitlên faşîzmê yên ku di bedena xwe de digihînin, bi çêrkirin û hezar awayên 
din 
ve av didin.

Zaroka faşîzmê ya ku ev 80 sal in di zikê xwe yî genî de mezin kirin, hêdî hêdî 
diwelide û rûyê xwe nîşanî me dike.

Dil naxwaze binivîse, lê ev zaroka faşîzmê dê her gez û boçan li kurdan bixe û 
dê Tirkiye û Kurdistanê ber bi şerê navxweyî ve vekişîne.

Jixwe ev êriş, çêr û xeberên ku ji me dikin jî –wekî banga şeveqê!- gazîkirin û 
vexwendînameya şerê navxweyî ye. Garana faşîzmê ya ku bi ser me de tê, bi çêr û 
dijûnan ve provayên biçûk dike. Faşîzm ketiye ser rê.

Kurên pîrê ketine tayê, reprep û teqreqa faşîzma wan e. Sergindorên pîrê bi 
çêran ve li kodika faşîzmê dixin.

http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1888&yazar=20

Ligel silavên rengîn...


________________________________
Evdile Koçer
[email protected]


________________________________
www.facebook.com/evdile.kocer2

www.pen-kurd.org/kurdi/evdile-kocer/evdile-kocer.html

www.youtube.com/Gulanbihar

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap