Birêz Xamo. Ji ber xemxuriya we ya li ser kurdî û balkişandina ser vê mijara girîng, divê sipasiya we bikim. Xala ku we bala me kişandiye serê, bi rastî jî gelekî girîng e. Herwiha wekî we aniye ziman; kurdî di vê komê de têkçûye! Naxwazim dûrûdirêj bikevim pey sedemên vê têkçûyinê û mijarê dirêjtir bikim. Lêbelê ji bo ku babet ronîtir bibe û baştir bê têgihîştin, divê bi kurtasî qala çend noqtan bikim. Yek: Di serî de, nêrînên siyasî û îdeolojîk di vê komê de ne hêmanên diyarker bûn. Herkesî nêrîn û ramanên xwe dianî ziman, lêbelê (ji xeynî çend îstisnayan) ev yek nedibû sedemê nîqaşên wisa dûrûdirêj û nexweşiyên mezin jî rûnedidan. Tu kesî xwe li rimildarî û falavêjiyê ranedikişand û nêta hevdî nedixwendin. Herwiha ranedipelikîn hev. Lê mixabin, pêşdaraz, pêşqebûl û tabûyên me pir zêde ne. Her yekî ji me pûtekî wî heye û gotinê li ser pûtê xwe qebûl nake!
Du: Ji ber ku hevalên me yên xwe nêzî rêxistina Pkkê didîtin, her rexneya ku li ser vê rêxistinê hate kirin wekî heqaret qebûl kirin û bêtehemmuliyeke dijwar nîşan dan, nîqaş dest pê kirin, acizbûn peyda bû û veqetîn çêbûn. Gelek kesên ku bi taybetî ji bo hînbûn û pêşxistina ziman hatibûn vê komê, xwe di nava van nîqaşên siyasî de dîtin. Vê rewşê ew aciz kirin û bi borîna demê dûrketin. Sê: Kesên kurdîzan û kurdnûs di van pêvajoyan de xwe dane paş û yên mayî jî xwe ker kirin. Çar: Ji ber ku em di atmosfereke bi temamî siyasî de dijîn û siyasetê hemî jiyana me dorpêçkiriye, bivê nevê bala me diçe ser siyasetê. Siyaset jî mixabin li vî welatî bi zimanê tirkî tête kirin. Ne ji ber hincetçêkirinê dibêjim van gotinan, rastiya me ev e. Lê dîsa jî rexneyên di vî warî de rast dibînim û tu îtirazeke min tuneye. Digel qewimîna ewqas bûyerên nexweş yên me li pey xwe hiştin jî, ev kom hê jî bi serbilindî li ser piya ye. Divê ji niha û pê de pêşdetir biçe, geştir bibe û xweştir bibe. Ji bo vê jî barê giran dikeve ser milê rêvebiran. Ez wekî rêvebirekî rexneyên ji hêla Zinarê Xamo ve hatine girin girîng dibînim, îhmalkarî û kêmasiya xwe ya di vir de qebûl dikim. Em nikarin pêşiya peyamên tirkî bigirin, lêbelê em bi xwe tirkî nanivîsin û em rê li ber tirkî venakin. Pêwist e kom peywira xwe ya eslî bîne cih û gel teşwîqî zimanê wan bike. Bi hêviya pêşkeftin û belavbûna kurdî. Silav û rêz bo herkesî Serger Bârî. -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
