BÛYEREKÎ CIVAKÎ BÊNDER(coxîn-xerman)
Demên berê hîna traxtor, patos û teknolojî neketibû xaka
Kurdistanê, cotkarî bi çi rewşê dibû? Çi zehmetî di kişandin! hinekî
qala wî kirin hewceye. Nifşa nû bila bizanibin bav û kalên wan bi çi
awayî jîyîne. Pêwîste mirov bûyerên civatî û civakî fêr bibe,
civaknasî ya gelê xwe him bibe.
Debara gel bi gelemperî bi çandina genim û ceh bû. Wexta genim
û ceh di gihîşt hewcebû ku bê çinîn û paşê jî bê bênder(bêder-xerman)
kirin. Çinîn bi dasê an bi tirpanê di kirin. Genim û ceh an dikirin
deste an jî qûçê biçûk çêdikirin (Serhedî dibên xirom). Deste an jî
qûç di anîn berhev dikirin part (lûs). Li rûyê zevî yê hişk dibû paşê
di anîn ku bênder bikin. Bi gerdûna ga di kişandin bênderê.
Genim an ceh li bênderê wek cerge radixistin paşê li ser gêle di
gerandin ku bê hûrkirin. Îcar ji bo ga an dewarên gêlê simbêla nexwin
devê wan bi “ devfik “ê girê didan. Bi nîrê ser milê gayan kam (moşene-
cencere) girê didan ku genim, ceh hûr bike. Li ser kamê zarok
rûdiniştin gêle bi saetan li dora xwe li ser bênderê dizivirî. Bi
hefteyan dewar hindî di gerîyan pê wan di haşivî nikaribûn ling bi
avêtina. Bêndervanan bi sêguhan (dirgan) bênder serobin wergerandin
ku bi hev re hûr bibe. Bênder gava êdî baş hûr dibû kêfa me jî pê re
dihat çimkî wê hêdî hêdî were li ba kirin û wê hebê genim derkeve
holê.
Alîyê civakî evbû, kesên hejar xîzan bi torbeyên xwe li ber
bênderan di gerîyan û genim berhev dikirin ji bo debara xwe an ji bo
aborî ya xwe. Zarokan jî didan torbeyê xwe ew jî bo “ kalmastê “
dihatin bênderê. Kesên xwe li bênderê bigirta û bihata vala
venedigerandin. Zarokan jî bi berhev kirina genim ji xwe re fêkî,
lîstok û hwd. di kirîn. Ev ne tiştek şermbû, kevneşopîyeke sedsalane
bû di civaka Kurda de. Bênder dibû sedema dilşa kirinê, dibû sedema
çareserî ya pirsgirêkên aborî, xîzanî.
Mirov bi bal wexta hûr dinêre, pêwendîyên civakî niha ji berê
lawaztire mixabin. Her kesekî bi qasî zad hildana xwe zekata zadê xwe
dida hejar û xîzanan. Ferdên bêderfet bi vî awayî kargerandina xwe
dom dikirin. Yanê bênder jî bi rewşa xwe sedem bûna piştgirî û
hevgirtinêbû. Civak îro xwedî traxtor û xwedî gelek derfetane lê wek
berê ne civakî ye, nealîkar e. Dewlemendîyê hevgirtina civakê qels
kirîye bêguman.
Em dikarin bibêjin “ kapitalizm di nav Kurda de pêşket,
pêwendîya di nav civakê de xesar dît “ Divê civak zêde “ çavbirçî “
nebe û gor kevneşopîyên berê kesên hejar, xîzan bi parêze. Li
çarmedora xwe mêzekin hûn dê bibînin ez qala çi dikim !
Mirovahî ya dilê xwe nekujin !.. 08.08.10
Tevger ÇEKDAR
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane