Merheba!
Birayê Serger Barî, di vê nivîsa xwe ya dawî da min ne li ser te û ne jî li ser
komê tu rexneyeke nuh nekiriye. Paragrafa min girtiye ji nivîsa berê ye, ji bo
ku mesele bê fêm kirin, nedibû ku ez navê te û yê komê jê derxim.
Yanî nivîsa min ya nuh tenê bersîva meyla Akbay e.
Lê li gel vê jî ez nerehetî û gazinênte fêm dikim.
Ji xwe ne mimkûn e ku ez tu carî te û Akbay têxim çaviya mêzînekê.
Netîce, heger bi nivîsa xwe ya dawî min dilê te û yê endamên komê yên
welatparêz û kurdperwer hîştibe li qusûra min nenêrin, min bibexişînin.
Gelek silavên dostaniyê û bimînin di nava Këf û xweşiyê da
Zinarê Xamo
Date: Mon, 16 Aug 2010 02:39:21 +0300
Subject: {Diwanxane} Birêz Xamo!
From: [email protected]
To: [email protected]
Pêşî silavên xwe yên jidil pêşkêşî rêzdar Zinarê Xamo dikim.
Wekî cara din, dîsa sipasiya wî dikim ku zimanê dayikê wisa girîng digire
û xemxuriya wî ji xwe re kiriye distûr.
Hêjayî û qîmetê rêzdar Xamo, ji ber vî sedemî li min zêde ye.
Her cara ku maîla wî dibînim firsendê bi dest dixim, nivîsên wî dixwînim.
Zimanekî zelal, şêwazeke rewan û rêbazeke xweser.
Lê ez bim, birêz Xamo, di nirxandinên xwe yên li ser komê de (herçiqas di
bigehê de mafdar be jî)
hin neheqiyan jî dike. Herwekî helwesta me ya li hemberî peyam û nîqaşên Cevdet
Akbay.
Birêz Xamo wer dide xuyakirin ku wekî em jî bi ber bayê Akbay dikevin, dev ji
xemxuriya ziman berdidin û dest davêjin nivîsên tirkî.
Di pêvajoyê dawiyê de, min tenê du-sê peyamên tirkî şandine, ew jî ji ber
mijara wan bû.
Bo mînak: Axavtinên Sabahat Tuncelê yên li ser çûna Akpartiyê ku bi gotinên
Kılıçdaroğlu re yekbûn, mijareke siyasî bû.
Axaftinên wê tirkî bûn û mijar jî siyaseta germ bû. Loma min tirkî nivîsand.
Ango, tu têkiliya bayê Akbay û tirkînivîsa min bixwe bi hev re tuneye.
Pêvajoya referandûmê ji aliyê min ve girîng e û ez wateyeke cuda didime vê
pêngavê.
Lêbelê helwesta bizava ku wekî îradeya kurdan li holê ye qet ne di kara kurdan
de ye û ne li gorî berjewendiyên wan e.
Meriv tênegihijê bê ji çi re xizmetê dikin û hespên xwe ber bi ku ve dibezînin.
Xwezî min ji siyaseta wan tiştek fahm kiriba
û bila ez çavvekirî biçûma.
Tu dinêrî ku camêran, ji xeynî berjewendiyên kurdan, her tiştî diparêzin. Tenê
dostanî û hevrêbûna partiya Mistefa Kemal mabû, ew jî pêkanîn.
Nizanim êdî hêviyeke çawa ji wan bikim.
Min acizîyên xwe yên di barê vê mijarê de anîbûn ziman bi tirkî.
Lê dîsa jî qebûl dikim ku ev ne mazeret e.
Min cara din jî nivîsand û diyar kir ku "Birêz Xamo di rexneyên xwe de mafdar
e."
Ê de bes e heyran. Tu hê çi rexne dikî?
Me got tu rast dibêjî.
Tu hê de'wa çi dikî li me bavo?
Vê jî li serê zêde bikim û nivîsê biqedînim.
Pîvanên rexne, heqaret, reşkirin, biçûkxistin, dijminî, ajanî, provokatoriyê li
gorî tu sazî û rêxistinan nayên diyarkirin.
Ger ku biraderên nêzî Pkkê tawabariya "xayintî" û "ajantî"yê wekî heqaret û
reşkirin qebûl bikin, divê ku qet qala dirûstî û rastgoyiyê nekin
û me venexwînin asta rêzgirtinê. Lewra tawanbariyên wekî "xayin" û "ajan" yên
ku Pkkê di dîroka xwe de kiriye bi tu rêxistinan re nayê hevrûkirin.
Dîsa înfazên ku di encamê van tawanbariyan de hatine kirin jî di rûpelên
rêxistinên çekdarî de pir kêm têne dîtin.
Bi van gotinan nêta min ne vekirina nîqaşeke nû ye. Herwiha ne tawanbariya Pkkê
ye jî. Lêbelê rastî herdem tehl in, giran in, nexweş in.
Loma jî em aciz dibin û em dixwazin ku ev dubare nebin, ango rastî dubare
nebin. Lê, ev der qadek e azad e û platformeke pirrengî ye.
Daxwaza me ew e ku ji her hêlê kurd hebin û herkes bîr û rayên xwe parvebike.
Bes, bê sansûr û bê astengî. Bi dilekî rehet û mijiyekî azad.
Pêdiviya me bi mijiyên azad, gotinên serbest û helwestên siruştî hene.
Bi hêviya geşbûna hestên kurdî û kurdewarî.
Silav
Serger Barî.
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane