Ez gelek pîroz dikim ku ew cara yekem e birêz Guneş bi Kurdî nivîsand. Înşela rojekî were di komê me de em hemû bi zimanê xwe binivîsin û niqaş bikin û şer bikin.
şera kurdî ji aştiya tirkî xweşiktir e! :))) RoJDa Moderatora we hemuyan...:) 2010/8/20 Sait Pektas <[email protected]> > > Birêz birayan; > > Di dengdana makezagona faşîst a berhema 12ê Êlûnê da bi dîtina me,her > kurdewerek pêdivê ye ku bi awayê BOTKOTê hewl bide xwe.Hinek bira,heval û > hogirên me hene ku bi hesabên kiçik ên sîyasî pêşîya xwe kin dibînin û reng > û rewşa xwe ya di dengdanê da wek erê dîyar dikin. > > Birano! Hûn yaniş in. > Dengeyên sîyasî ên pêşerojê bînin ber çavên xwe, bûyerên borî bînin bîra > xwe û bext û text û mafê neteweya kurd binirxînin. > > Hinek birayên me hene gotin û galegalên Ahmed Dawidoxlî ji xwe re dikin > destûr.Ma qir ketîye nava kurdan ku hûn hê jî bi dûvika biyanîyan digirin? > > Îz'an û îrfana xwe nîşan bidin û dengdanê BOYKOT bikin. > > Eger ku şerd mercê sîyasî di van çend rojan da bêne guhertin tercîh jî dê > bêne guhertin. > > Lê ji bo şertên niha bo makezagonê bi xwe û guhertinên wê BOYKOT! > > Bi silav û rêzan > > Seîdê Sîsî > > > On Fri, Aug 20, 2010 at 5:45 AM, Gunes Sacit <[email protected]> wrote: > >> Birez Işık, >> >> Spas ji bo ragihandina ve lı ser guhurandina makezagona Tırk. >> >> Di vê referandumêda emê yan ERÊ bejin. Rîya demokrasîyê vekin. An jî na >> bejin û boykot bikin. Herdujî rêya hovîtîya Ergenekon'ê xwerttir bike u >> qirkirina gelê Kurd,alevî u bawermendan bine. >> >> Silav u evin. >> >> Dr.Sacit Güneş >> >> ------------------------------ >> From: [email protected] >> To: [email protected] >> Subject: {Diwanxane} Makazagona nû di bêje ci? >> Date: Thu, 19 Aug 2010 20:38:48 +0300 >> >> >> >> Makazagona nû dibêje ci? >> >> *Dî nava Makazagonê de, yek ji xususîyetên devletê bi navê,'' dewleta >> sosyal '' tê dest nîşankirin. Ji ber hindê di nava pakêta ku wê were ber >> xelkê, tê de ji bona refek kesên ku bi dezavantaj in, hinek taybetmendî têne >> revakirin û pêşîya wan vedibe. Bi van guhertina, Pîrek,zarok, kal, >> qop,şehîden herb û wezîfeyan û sêvî û bêkes malul û kesan seqetmayî, ji bona >> van teva, hinek tedbîrên nû û cudatiya pozîtiîf, wê ne li hamberî >> berjevandiyê Makazaonê bê hesibandin. >> >> >> * Ji wê û pê de wê herkes karibê daxwaza parastina veşartina mafên xwe yên >> taybet bike.Bi gotineke dinê, di nava derfetên rewşa dijîtal de, weke ku tê >> zanîn, nav, temen, navnîşan, rewşa medenî, nimra telefonê, nimra pasaportê, >> rabirdûya taybet, wêne, deng û şopa pêçîka ji her alî ve ji bona istismarê >> vekirîye. Wê herkes ji bona van xususîyetên xwe yên taybet karîbê daxwaza >> qedeqekirinê bike. Wê herkes karîbe daxwaza veşartina van agahiyên taybet >> bike. An, wê karibê daxwaza zanînên bikemasî an zêdekirî bike û van zanînên >> ku heqîqetê temsîl nakin, rastkirina wan talep bike. >> >> >> * Azadîya derketina derveyî Welat encax, di merhela pirsandina tawanbariyê >> de, ew jî bi biryara dadger tê sinorkirin.Di Makazagona ku vêga de, >> qedexekirina azadîya derketîna dervayi Welat, ji xwe heye. Bo nimune, ku >> karsazek, ji malîyê re deyndarbûya di heman demî de, derketîna wî ya derva >> dihate qedexekirin. AIHM di sala 2006 an de ji ber deynê Bacê, qedexekirina >> azadîya derketîna dervayî Welat li dijî mafên mirovan dît.Di amadekirina nû >> de, naveroka azadîya seyahatê hê betir fireh dibe. Mafê azadîya derketina >> derveyî Welat encax, di merheleye pirsandina tawanbari, ew jî bi biryara >> dadger tête sinorkirin. >> >> >> Ji bona hemwelatîya serdana tekakes, dibe mafekî makazagonî; Serdana >> takakes; Di dozên maf û azadîya de ku dadgeh bîryara xwe dabû be û hemwelatî >> ji wî biryarî netatmîn bin, di karîn serdanê li dadgeha makazagonî bikin. >> Dadgeha Makazagonî, dibe du şax û lijneya rayagiştî. Her du şax ji wê >> serlêdana takakesî misoger bikin. Di binya wê biryarê de, ji sedûbîsthezar >> dozî,sêzdeh hezar doz yên hemwelatîyê Tirkîya yê ne. Ji alî mahkumkirinê ve >> Tirkîya di nava Welatên Evropa de serî dikişîne. Û Tirkîya bi milyona >> tazmînat dide kesen maxdûr. Ji nû de avakirina dadgeha zagonî, wê vê dadgehê >> bike '' Dadegeha mafen mirovan ya Tirkîya yê " >> >> >> *Berê karkerek encax, karîbû bibe endamê sendikayekê, ji vêga û pê de her >> karker karê bibe endamê gelek sendîkayan. >> >> >> * Ew cara yekê ye ku mamur wê bibin xwedî mafen peymana giştî. Ji wê >> derfete wê memurên teqawût ji mafdar bin. >> >> >> * Tawanbarîya mamurên rayagîştî, êdî wê di bin hewldarîya dadgehande bin. >> >> >> * Ji wê û pê de wê hemwelatîyên me ji ber mekanîzma hewldarîya rayagiştî, >> êdî li ber derîyê dadgehan tomar nebîn. Wê paketa nû mekanîzama ombussmanî >> ye bi xwe re bîne. Bi guhertinên Makazagona nû re, hemwelatîyên ku ji ber >> niheqîya desthilatgirîyê magdur bûne, edî vê karibin serî li wê sazîyê >> bidin. Karin gilîyê xwe li ba vê sazîyê bikin. Êdî vê hemwelatî astengê xwe >> nebin dadgeha, raste rast vê karibîn astengê xwe bi alîkarîya wan sazîya >> çareser bikin. Wê mafê xwe hê zûtirin bdest bixin. Ew, gîlîyê ku ''kesên ku >> mudaxele bikin ma nînin, ''ka, devlet li qûye?'' wê ji binî ve bêne >> çareserkirin û ji holê rabin. >> >> >> * ji biryarên lijneya leşkerî ya bilind (YAŞ) rêya dadgehê vedibe. Li >> gorî, daringa 125 ya Makazagonî, her cure çalakîyên desthilatdarîyê giredayî >> hewldana dadgehê ye; Lê ji nava wan daringa du daring weke îstîsna hatinê >> qebulkirin, yek, karûbarê Serokkomer, dido biryarên Lijneya bilind ya >> leşkerî... Ji ber hindê, gelek personelên leşkerî bêxweparastin û bê azadîya >> serdana mafê xwe,bi bahaneyên nihaq, ji karên xwe hatin dûrxistin. Ji >> darbeya 27 Gulanê û vir de 230 general û bi hezaran serleşker ji artêşe >> hatin îxraçkirin. Pakêt, êdî ji bona van biryara,mafê hewldana dadgehê >> misoger dike. >> >> >> * Kesen sivil ji vê û pê de wê ne di dadgehên leşkerînde verîn darizandin. >> Ji bilî, mercên herbê pê ve tu kes wê di dadgehên leşkerî de neyê >> darizandin. Li Welatên pêşveçûyî, axilbê sistema darizandina leşkerî nîne. >> Kesen leşker jî di dadgehên sivil de têne darizandin. Li hinek welatan jî, >> dadgehên leşkerî tenê li tawanbarîyên disiplînî dinêrin.Bi guhertina daringa >> 145 an wê vazîfeyên dadgehên leşkerî, bi tawanbarîya çalakîyên leşkerî û >> kesen ku leşkerîn betê sinorkirin. Tawanbarîyên li hamberî yekîtîya devlete >> û tawanbarîyên hilweşandîna dûzena Makazagonî, wê edî di dadgehên sivil de >> bêne darizandin. Her wusa, dozên weke Ergenekonê wê li dadgehên sivil de >> bimînin û di qetî suret de, ve biryara van dozan dadgehên sivil bidin. >> Darizandina sivilan bilî mercên herbê, ji vê û pê de li dadgehên leşkerî vê >> bi dawî bibe. Ji bona dadgehên leşkerî jî di vê pakêtê de pêşnîyarên azadîyê >> hene. Di çareserkirina nû de ,ji bona ku dadgerê leşkerî, dibin bandora >> emîr-komuta yê de nemînin, bi xweserî biryara bidin, darizandina azadtir tê >> pêşniyarkirin. >> >> >> *Darizandina di cî de wê karibê hewldana xwe pêk bîne? Heya îro hêzên >> darizandinê, li hamberî biryarên desthilatdariyê, gelek caran bi asayîyên >> şikli asteng derxistin holê û dest û pîyên desthilatgiriyê badan.Mafên >> teqdirê ji binî rakirin. Her wusa gelek mafên taqdirî yên desthilatdariyê >> van bi xwe pê anî. Bi guhertina benda 4 a yan daringa 125 a êdî tu sazî >> nikarê mafê desthilatdariyê bisînor bike û biryarên desthilatdarîyê bi >> bahaneyên '' ''darizandina di cî de'' bi guherîn e. >> >> >> >> * Dadgeha Makazagonî wê weke dadgehên makazagonên Evropayê bibe xwedî >> şêweyeke demokratîk. Heyeta dadgeha Makazagonê ji 11 kesan pêk dihat. Bi >> avakirna nû wê hejmara heyetê derê 17 kesan. Bi guherînên pakête, êdî wê >> weke rojhilatîya, Meclîs jî endama bişîne dadgehê. 14 endam ji alîyê >> Serokkomar wê verîn hilbijartin. >> >> >> Endamtîya dadgehê wê heya mirinê be? Endamtîya dadgehe, berê, heya ku >> temenê endaman bigahata 65 û tekawût bibona didomîya. Bi şikildana nû wê >> endamê dadgehê 12 e sala vezîfe bikin. Ew terh wê cudatîya civak û dadgehê >> ji holê rake. Endamên halîhazir jî heya ku temenê van were 65 a wê vezîfa >> xwe berdewam bikin. >> >> >> *HSYK(şandeya Bilind ya Dadwer û Dozkeran) wê weke muadillê xwe yên li >> Evropa azad bibe û wê normên demokratîk,rêberê wê bin. Bi guherînên wê >> pakêtê wê temsîla HSYK yê,betîr ber fireh bibe û camîaya darizandinê wê bi >> tevayî mudaxilî pevajovê bibe..Heyeta hazir ya HSYK li gorî rewşê, endamê >> Yargitay û Daniştay di hilbijart. Bi guherîna nû, Vezirê Adeletê û cigirê wî >> daxil 7 esil û 5 cîgir bûn lê wê ew hejmar di guherîna nû de bibe 22 esîl û >> 12 cîgir. 10 ên van wê ji Daniştay û yargitayê ji raste rast bêne >> hilbijartin û yên mayî de 16 kes jî ji alî dadger û dozgeran û du kes ji alî >> akademîya adalete û 4 kes jî ji alî Serokkomar wê verîn hilbijartin. >> >> >> *Wê rola Vezîrên adaletê çawa bibe.? Li gorî sazîya kevn Vezirê adaletê jî >> alîkî serok û ji alîyên din jî rojeva heyetê destnîşan dikir. Bi guherînan >> re ew bandor û hêza Vezirê Adaletê bêhêz dibe. HSYK bi guherînan û pê de wê >> bi şiklê 3 daîra xebata xwe bike. Di civînên disîplîn, berpisyarî, terfî û >> bi cî kirinê de HSYK wê bê Vezir û xweser be. Vezir ne bêşdar û ne jî >> dengdayînê van civîna ye. Bi guherînên Makazagonê wê teftîşkirina hemû >> dozger û dadgira giredayî HSKY be. Ji bona lêpirsîna û lekolina wê pêşniyar >> ji Vezir vere, lê mûfettîşên ku wê vê lepirsinê amade bikin, ji alîyê HSKY >> verîn tayin kirin. Ji bili van guherînan, guherina herî giring, ji vê û pê >> de encamen HSYK yê wê ji nerazîkîrîna darizandinê re vekirîbin. >> >> >> *Wê berpirsîyarîya Vezirê Adaletê çawa bê sinorkirin? Personelên ku dibîn >> saya Vezirê Adaletê de dixebitin dozger û dadgir daxîl, lêpirsîna wan >> giredayî mûfettîşê vezirê adaletê bûn. Bi guherîna daringa 144 î ji bilî >> xizmetên dozgerî û dadgirî(girtîgeh, noter, faalîyetên icra yê) wê ne >> girêdayî Vezirê Adaletê bin. Lêpirsîna wan xizmeta wê giredayî heyeteke >> teftîşê be. 144. Di wê mijarê de berpisyarîya Vezirê Adaletê, berpisyarîyeke >> birêvebirîyê be. Di daringa 159. De hinek guherîn wê pêk bên û dozger û >> dadgir wê disa giredayî heyeta teftîşên HSYK yê bin. >> >> >> *Bi guhertina daringa 15 da (maddeya muweqet ya 15.) wê darbecîyên neyarên >> rayagiştî, êdî werîn darizandin.Bi guherînan wê darîngê, mebest, '' min kir >> û ji min re ma'' ji holê rakirina wan kiretên neyarê rayagiştî ye. Partîya >> Ak, dixwaze bi vê guherînê peşê roja rayagiştî azad bike. Riya darizandina >> darbecîyê 12 e îlonê vedîbe. >> >> >> >> *Ji bona cihana xebatê tîştên nû ci ne gelo? Li gorî Makazagona kevn, >> karkerek, ji bîlî sektore xwe nikare bibe endamên sendikaya sektoreke dinê. >> Bi guherînên pakêta nu ew qedexekirin ji holê radibe. Ji bona mamura jî >> mafê, peymana hevbeş tunebû. Yanî ku hukumet ci zam bidana wan mecbur,qebul >> dikirin., Bi guherînên nû re dibin xwedî mafê peyanek hevbeş. Bi guhertîna >> daringa 54. a her cure Grev serbest în. >> >> >> *Konseya aborî û sosyol wê bikêrî çi bê? Berî her tîştî Konseya aborî û >> sosyal dikeve bin çavdarîya Makazagonê. Êdî wê însîyatîf ne di destê >> hukumetê de be, însîyafît bi tevayî dikeve destê, sendîka, esnaf û >> senayîcîya û sazîyên wan. Vê Konseya aborî û sosyal di heman demî de bi her >> hukumetê re karîbê bi xebite. >> >> Li gel silavên germ. >> >> Alî Fikri Işik. >> >> www.netkurd.com >> >> >> >> -- >> - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane >> grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin >> bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u >> rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, >> dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. >> - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki >> sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, >> her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara >> sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren >> gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: >> Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: >> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane >> >> -- >> - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane >> grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin >> bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u >> rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, >> dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. >> - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki >> sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, >> her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara >> sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren >> gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: >> Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: >> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane >> > > -- > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane > grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin > bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u > rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, > dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. > - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki > sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, > her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara > sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren > gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: > Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
