KURD BI ZIMANEKÎ MAQÛL NA AXIVIN !

           Pêvajoya ku em tê de ne, mecbûr dike em ji hevdu fêhm
bikin, ji hev sûd wergirin. Lê mixabin zimanê em pê diaxivin destur
nade ji bo fêm kirinê ! Gengeşîyên me wek şereke dijwar di domîne! Bi
peyvên tûj û tehl hevdu di êşînin ! Çiqwas peyvên me yê kirêt neçê
hebe di tûrikê me de, hemî ya bê sînor û bêrêz wek gule di barînin ser
hev de ! Bêguman ev ziman ne zimanê mirovahîyê ye.

           Bi destura we ez bûyereki ji jîyana gundê xwe bidim. Li
gundê me miroveki bêedeb, neçê û bêpergal hebû. Her roj sibe radibû
ser banê xanî ji cîranên xwe re dida çêra, dijûnên kesanedîtî dikir bê
sedem. Gor dîtina xwe ‘dilê xwe rehet’ dikir paşê ji banê xanî xwarê
jêr  dibû. Wek mirovek bêguneh tevê civatê dibû !  Gava mirov li
minaqeşeyên, gengeşîyên Kurda mêze dike, bawerî ya we hebe ferqa wan û
wî gundîyê me tune mixabin. Li ser mijarekî dema minaqeşe dikin, ji bo
ramanên  xwe bi bandor bidin qebulkirin bi zimanekî neçê di axivin.
Bêsedem hevdu tawanbar dikin, cûdatîyan normal nabînin. Dixwazin kesên
di gengeşîyê de hildin bin tesîra xwe an bêrûmet bikin bi devekî bi
dijûn û neçê.

       Camêrî bi demokratî bi xweşbînî  bê xemilandin herî xweştir
dibe. Xûyekî nebaş hilanîne ji bo  tiştekî  biçûk dikarin tûrikê
dijûna vala bikin bêrêz bi ser kesên hember de. Ne şerm dikin ne jî
fedî kirin maye bi rastî ! Berî salan digotin ‘ ew faşîst e,
revîzyonîst e, paşverû ye û hwd…’ Niha jî hema ji devê  xwe  bêpîvan,
bêsînor  ‘ cahş, tirşikçî, xwefiroş, îxanetçî, sixûr û hwd…’
dirijînin  wek jahra mara. Paşê jî bê lêborîn xwestin, bê dil xweş
kirin dixwaze ku civat rûmetê bidê ! Ev rewşeki sosret e.

     Lê belê ez nizanim ev kesên dev xerabûyî, bêrêz û sînorê xwe
nezan vî  mafî ji ku derê hildigirin ? Kî vî  mafî dide wan  ku ewqas
şûmin û bêedebîyê dikin ! Mirov ji zanatîyên xwe hêz hildigre, ji
rastîyên xwe taqetê hildigire. Bêguman ew kesên xwe nenas, bêsinç  û
bêrûmet ji kirêtî yê, ji kotîtî yê pişt digirin, ev ne mirovahî ye.
Xwe dispêrin rêxistinên despot,  bi piştgirî û desteka bêxawênan li
ser civakê zordarîyê dikin. Li welatparêzan li rewşenbîran gef lê
danîyê dikin. Armanca wan kifşe ye ku mirovên giranbiha, birûmet,
rûspî jî bikişînin rade ya gemar û ketî.

      Bêguman Kurd jî wekî hemû neteweyan, netewekî hemdemî ye; xwedî
sinç e û birûmet e. Divê her Kurd  di derbarê doza xwe de, li ser
pirsgirêkên netewî bi axive û  azedegan be. Divê kes çerçoveyekî
sînorkirî nede pêş Kurda. Dîsa em mecbûrin  hemû pirsgirêkên xwe bi
zimanekî xweş, baş û qenc mineqeşe bikin. Di gengeşîyê de  zimanê
tahl, peyvên necûtî û tûj ne hewceye. Ji bo têgihiştinekî rast û
fêhmdar zimaneki şêrin pêwiste.

     Rewşa niha di xûyê çapemenî ya Kurda, tv.yên Kurda, rojnameyên
Kurda, malperên Kurda, rewşenbîrên Kurda, sîyasetmedarên Kurda  bi
piranî vê gavê bi zimanekî maqûl naaxivin mixabin. Divê em bi tevahî
li dij vê rewşê helwest bigrin û ji vê xeterê derkevin u çareser
bikin. Divê di her mercî de em  ji  xweşbînî û rêzdarîyê dev jê
bernedin. Heke zimanê biratîyê, zimanê dostanîyê bibe sereke vê yekîtî
û piştgirîya Kurda xurt bibe.

 Kurdawarî bi hemû rengên xwe bi hemû cûdayîyên xwe bi zimanekî şêrin
bê jîyandin ji bo her kesekî dilxweşîyekî mezine. 24 Gelawêj 2010

Tevger ÇEKDAR

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap