Gelo em Kurd Mazoşîst in?! Li ser mazoşîstiya me kurdan şikir hemû lêkolînên min qediyan; êdî hindik maye ku ez li ser vê mîrata mazoşîstiya kurdên me doktorayekê bikim heyran!
Êdî di xewnan de jî ew pirs tê bi qirika min ve dizeliqe, “Gelo em kurd çima vê zilm û zordariyê û vê neheqiyê li kurdên xwe dikin.” Çima em her dem îmana kurdên xwe di çepera nezantiya xwe de dimiçiqînin û vê îşkence û tadayiya naskirî li wan dikin. Gelo em ji vê orf û edeta xwe ya ku me bi xwe ve zeliqandiye zewq digirin? Gelo em kurd bi rastî jî mazoşîst in, an na??? Kurdek dema ku mesela hemû xewnên xwe yên şkestî û beravêtî di wê klîba xwe ya zirzirokî û tirtirokî de wekî Siltan Slêman dicivîne ser dilê hev, gelo dixwaze ku ji me re çi bibêje. Çaxê ku stranbêjek çend gotinên ku fonetîka “Turk Dil Kurumu” (Saziya Zimanê Tirkî) jê tê di çala devê xwe yê pîroz de dibe û tîne, gelo dixwaze zewqekê jê bigire. Henek ne li aliyekê, lê bi rastî jî ez pir mereq dikim loooooo! Siyasetmedarekî ku ji xeynî siyasetê her tiştî dizane, dema ku di berêvarekê de xwedayê mezin riya wî şaş û kaş dike û li deriyê mala me dixe, çima devê xwe wekî Bulent Ersoy xwar dike û bi tirkiya Zekî Muren ve tecawizî rihê me dike. Gelo dixwaze ku em mêvanperweriya xwe ji bîr bikin, bi dûvê wî ve bavêjin kadînê û heta ku bi kurdî ziriya têr ka û ceya kurdî bidinê û jê dernexînin... an dixwaze bi wê zirezira xwe ya bi tirkî ve –bi qewlê birakên me şirnexiyan!- me bidirîneeeeeeee. Heke ji me ‘Berberojkên Siyasetê’ re, bi muzîka Zekî Mûren ve qala ‘Siyaseta Mazoşîstan’ bike gelo dê ne baştir be??? Bi rastî jî ez pir mereq dikim loo. Gelo heke em hemû ji mazoşîstiya van kurdên me diriyan çiriyan û peqiyan, dê mêrên diyên me pir zewq bistînin? ********* Çend Gotin li ser retorîka Selahedîn Demîrtaş Li meydanên siyasetê camêr bi retorîka xwe ya nû ve xwîneke nû kir nava şêwaza siyaseta kurd. Çi dibêje kifş e, zelal e, di devê xwe de çend gotinan namilmilîne, li ser kaxiz napeyîve, çend gotinên heyî dubare nake… Bi çend gotinên nû ve bala her kesî dikişîne ser xwe. Meriv ji gohdarîkirina wî aciz nabe. Îroniya civaka kurd bi şêweyeke sivik û sade ve rave dike. Şêwaza tinaz, henek û îroniyê kir motîfên siyaseta nû. (Tişta ku ez her dem dixwazim û behs dikim ev e: Bi vê şêwaza henekî jî siyaset dibe!) Meseleya nifşa nû tişteke wisa ye. Tenê kêmasiya wî ew e ku bi tirkî dipeyîve. Gerçî di navberê de çend gotinan bi kurdî jî dike, lê bi çend gulan bihar nayê. http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=2017&yazar=20 Ligel silavên rengîn... ________________________________ Evdile Koçer [email protected] ________________________________ www.facebook.com/evdile.kocer2 www.pen-kurd.org/kurdi/evdile-kocer/evdile-kocer.html www.youtube.com/Gulanbihar -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
