Ez bi xwe ne kesekî sîyasî û polîtîk im. Tu sazî û rêxistinên ku girêdayî
wan bim
û pêxavê ji wan bixwim jî tunene. Wekî kesekî azad û serbixwe tevdigerim û
biryarên xwe
jî li gorî pîvanên ku min ji xwe re danîne didim.
Pîvanên min jî kurdayetiyeke li gorî min û neteweperweriyeke ku çarçova wê
ji hêla min ve hatiye diyarkirin e.

Ez wekî kesekî xwedî helwest û rêngdêreke wisa siyaseta rêxistinên kurdan
yên "Erê"cî gelekî şaş dibînim.
Lewra ev reng siyaset rê li ber diyarbûn û pêşketina îradeya kurdan digire û
hêza kurdan perçe perçe dike.
Di siyaseta "Erê" de tu fîraset û besîret tuneye, tenê hest û hemaset heye.
Ez hetanî niha di nirxandinên van kabirayan de rastî sedemekî maqûl û
qanihker ku kurd bêjin "Erê" nehatime.
Dê kurd çima bêjin "Erê" û dê werine lîstika şovenîstên tirk ku cilê wan yê
îro Akp ye?

Qenc, xerab, kêm, zêde, baş an cî çewt çi dibe bila bibe, BDP siyasetekê
dimeşîne û daxwaza mafên kurdan dike.
Ma kî dikare bibêje ku BDP doza mafên kurdan nake û rûyê xwe reş bike?
Ne bawer im kesekî xwedî însaf bikaribe bêje "BDP xizmeta kurdan nake û
têkoşîna ku dike jî ne ji doza kurdayetiyê ye."
Ku bêje jî, bi min dê ne rast bibêje..
Divê ku saziyên kurdan û bi taybetî jî rewşenbîrên wan yên li pêş çav
bikaribin helwesta xwe deynin holê û îradeya kurdan isbat bikin.
Bi "Erê"cîtiyê xizmet ji doza kurdan re nayê kirin û têkoşîna azadiyê nayê
geşkirin...
Berpirsiyariya her sazî û  kurd ew e ku siyaseta "tolê" û "heyfhilanînê"
nemeşînin.
Di roja îro de bikaranîna dengê "Erê" normal e, lê belê siyaseta
"Erê"cîtiyê, gelekî  şaş e.

Nêrîna min ev e.
Silav
Serger Barî



http://www.hakpar.org.tr/istanbul_bildiri_dagitimi.html

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap