"Ez kurdiya akademîk nizanim!”

Tirkekî ku xwendin û nivîsandina bi tirkî nizanibe, tu carî nabêje, “Ez tirkiya 
akademîk nizanim!” An dibêje, “Ez nizanim!”, an jî devê xwe digire û belasebeb 
xwe rezîl nake. Heke jixwe şerm jî bike di nava demeke kurt de xwe fêrî xwendin 
û nivîsandina bi tirkî dike.

Almanekî ku nikaribe du gotinên almanî bîne ser hev û binivîse, tu carî nabêje, 
“Ez almaniya akademîk nizanim!”. An yekser dibêje, “Ez nizanim!”, an jî qet 
tiştekî nabêje û xwe li dinyayê rezîl nake. Heke ji vê ‘nezan’tiya xwe fedî 
bike, jixwe bi çi rengî be jî xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi almanî dike.

Kurdekî ku ji romannûsekî bêtir kurdî dizane, lê xwendin û nivîsandina kurdî 
nizanibe qet li xwe danayne û nabêje, “Ez nizanim!”. Yekser dibêje, “Ez kurdiya 
akademîk nizanim!”. Lê serê we xweş be, şerm û fedî jî nake û di deh salan de 
nikare du gotinên kurdî jî fêr bibe.

Helbet her ‘kurd’ ne mecbûr e ku bi kurdî bipeyîve û xwe fêrî kurdî jî bike, lê 
dema ku kurdek hem xwedêgiravî bixwaze kurdî fêr bibe, hem ji tiraliya xwe di 
bîst salan de fêr nebe, hem jî serê her kêliyê zimanê xwe sê metro dirêj bike û 
bêyî ku maneya wê bizanibe bi sed tiştên pûç ve bibêje, “Ez kurdiya akademîk 
nizanim!” divê em hingê tiştekî jê re bibêjin.

Ya rastî qesta wan ji “kurdiya akademîk” çi ye, ez jî nizanim. Jixwe kurdiyeke 
wisa li tu derê dinyayê jî tune, bila li min negirin lê li ser tirba Celadet 
Bedirxan jî peyda nabe.

Lê heke qesta wan jê kurdiya xwendin û nivîsandinê be, ê nexwe wekî hemû 
zimanan 
divê meriv xwendin û nivîsandina zimanê xwe jî fêr bibe. Bi fêrbûna sê çar 
gotinên kurdî ve helbet meriv nabe akademîsyen û nivîskar jî.

Heke mesele ji ber ‘kurdîtî û welatparêziyê’ şermkirin û fihêtkirina ji 
nezaniya 
xwendin û nivîsandina kurdî be, ê nexwe divê meriv şev û rojan li xwe 
biherimîne 
û dîsa xwe zûka fêrî kurdî bibe.

Lêbelê ez dibêjim qey mesele tiştekî din e: çawa ku gelek kurd di bin navê “Her 
zimanek însanek e!” de kurdî ji bîr dikin û dikin qurbana zimanên din, her wiha 
di bin navê “Ez kurdiya akademîk nizanim!” de jî naxwazin xwe fêrî xwendin û 
nivîsandina sê çar gotinên kurdî bikin. Dixwazin xwe li derew û bahaneyeke wisa 
bipêçin û kurdî jî bixin şirîkê gunehê tiraliya xwe. Helbet di vir de sûcê 
nivîskarên ku kurdiyeke çêkirî bikartînin jî heye.

Mesela li hemû dinyayê tişteke normal e ku dema meriv bi zimanê xwe ji yara xwe 
re binivîse, “Ez ji te hez dikim!”. Lê li ba me dema ku kurdek nîvhevokekî jî 
ji 
yara xwe re binivîse, “Ez ji te”, dibêje qey ew bi yara xwe re bûye 
‘akademîsyen 
û zimanzanê kurdî!’, an jî ji bo ku wê hevoka xwe temam bike dev ji yara xwe 
berdide û dixwaze ku di kurdî de bibe nivîskarekî pir mezin û hêja. De vêca 
were 
û keziya xwe kur neke keçêêêêê!

Bi rastî jî ev kesên “Ez kurdiya akademîk nizanim!” pir ecêb in. Ev xwedîaqilên 
mezin heke ku kurdiya xwe ya malê bipeyîvin, wê jixwe tu mesele nemîne û wê ji 
nişka ve xweasîmilasyon jî ji ser erdê Bakur rabe.

Hingê dema ku sê çar rojan li ser hev bi vî awayî bi kurdî bipeyîvin, jixwe wê 
ji Edward Saîd jî bêtir ji ‘kolonyalîzma çandî’ fêm bikin û wê dû re pê bihesin 
ku “Ez kurdiya akademîk nizanim!” bixwe jî têgehek ji têgehên kolonyalîzma 
tirkan e ku ji binî ve mala zimanê kurdî xira dike.

Lê na! Mêrê diya me ileh bileh dixwazin ku “Kurdiya akademîk” bipeyîvin. İleh 
bileh dixwazin ku şeveqekî ji xew rabin û ji hemû zimanzanan bêtir kurdî 
bizanibin. Nexwe wê destê xwe navêjine ferheng û gramereke kurdî û wê du 
gotinan 
fêr nebin! Tew mala minêêêê!  


Dema ku dibêjin, “Ez kurdiya akademîk nizanim!”, ez dibêjim qey dixwazin 
rasterast wisa bibêjin, “Ê heval bi darê zorê ez piçekî fêrî tirkî bûm, niha ev 
kurdî jî ji ku derket yawwww. Bi vê tiraliya xwe ve heta sed salên din jî ez 
nikarim gotineke kurdî fêr bibim. Jixwe rêveberê partiya me jî piştî sê gotinên 
kurdî diqulipîne ser frekansa tirkî. Helbet zimanê me pirrrrrrrr zengîn e. Heke 
di televîzyonê de bernameyek bidana min belkî min xwe fêrî sê çar gotinên kurdî 
bikira, lê eva xwesûya min jî hez ji min nake, ma ez biçim xwe di zinarekî re 
bavêjim heyran…. Yaw ma her tişt maye ser pişta min. Tişta herî baş ez bibêjim 
‘Ez kurdiya akademîk nizanim!’ û hewww. Jixwe tu kes jî ji vê gotinê fêm 
nakeeeee... Dev ji min berde hevalê hêja…!?”

http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=731

Ligel silavên rengîn...



________________________________
Evdile Koçer
[email protected]



________________________________
www.facebook.com/evdile.kocer2

www.pen-kurd.org/kurdi/evdile-kocer/evdile-kocer.html

www.youtube.com/Gulanbihar

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap