Mamosteyê delal,

Ji bona biryara we ya hêja ez wek moderatoreke koma Dîwanxanê gelek spas
dikim. Meha we ya Remezanê pîroz dikim, Xwedê ji we razî be.

Hin tit hene ku ezê ji we re bibêjim. Înşela hûnê xwîşka xwe re hêrs nebin
:)

1 a- Ji kerema xwe di nivîsê de paragrafan zêde bikar bînin. Hema du sê
hevok şûnde ji ENTER re du caran bitikînin.

1 b- Ji kerema xwe sernivîsên we gelek balkêş bin. Mînak PÊŞNİYAR serenaveke
balkêş nîne.

2- Ji komê re nexeyîdin. Her tişt li gorî dilê meriv nabin. Di Dîwanxanê de
ez jî li çend aliyê kêmasiyan dibînim. Hêdî hêdî, gav bi gav...

3- Berê di "yahoo"yê de komek bi navê Memuzin hebû. Komek pir hêja bû û tê
de endamên bijarte hebûn. A niha ew kom hatiye girtin. Ango xwe girtiye.
Çima? Ji ber ku ziman bi tenê Kurdî bû.

4- Em hemû dixwazin ku zimanê serdest, di Dîwanxanê de divê kurdî bibe
lê?????

5- Îro birêz Ewdila Koçer di komê de derheq "kurdiya akademîk" tiştan
nivîsiye. Rexneyên wî gelek baş in û derheq komê de hin pirsan re jî dibin
bersiv.

6- Ev çend sal in dor bi dor komên kurdî vedibin. Heke hûn di rûpela
Googlegroupsê de lê bigerin, hûnê bibînin ku gelek komên kurda hene û niha
betal in. Gelo Dîwanxane çima roj bi roj mezin dibe?

7- Welehî piştê nivîsên Cevdet Akbay, nêziyê sih kes(bi reqeman 30) ji komê
derketin. Li gorî min ew sih kes gelek sûcdar in. Ji ber ku tehemuliyê fikr
û ramanên cuda nakin. Xwedê zanê min ji nivîsên Cevdet Akbay nefret kir lê
min tehamul kir. Me digo çi? Dîwanxane platformeke azad û serbixwe ye. Bila
binivîse. Ma di nava kurdan de wekî Akbay bi mîlyonan kes tunene?

8- Bi saya Dîwanxanê gelek kes kurdî hîn bûn. Ji wan kesan yek jî ez bixwe
me.

9- Hin heval hene ku gelek baş kurdî dizanin û naxwazin kurdî binivîsin. Di
salên nohdan de ên ku di partiyê de xebîtine jixwe ew tu carê kurdî
nanivîsin. Bi tirkiyeke gelek zelal, wek zimanê rojnameya Gunlukê, wek
zimanê rojnameya Cumhuriyetê dinivîsin. Aha ez deşîfre dikim: İbrahim Halil
Baran û Azad Aktürk ji wan kesan du kes in.

10- Ên ku kurdî dizanin û dinivîsin, çima di Diwanxanê de nanivîsin? Ku hûnê
binivîsin, zimanê serdest dibe kurdî. Çima Mamoste Marûf ji komê çû? Wek
Mamoste Marûf a niha kes wisa bi zimanekî şêrîn dinivîse?

11, 12, 13 ...

Rojda
Moderatora Koma Diwanxane



2010/8/31 Haydar Amedî <[email protected]>

>     PÊŞNIYAR
>
>
>
> Merheba ji hemî kedkar û xebatkarên koma dîwanxanêre.
>
> Hevalno ji bona ku nivîsên komê piranî ber bi zimanê tirkî ve
>
> herikî bûn, a duyem jî tiştên bê wate û eletewş tên weşandin min
>
> xwest ku hûn navê min ji komê derînin.
>
> Lê belê moderatorên komê biryara min nepijirand û gotin tu têyî hezkirin
>
> em navê te ji komê dernaxin.
>
> Ji ber vê fehm û feresatê we ez we tevan re spas dikim, rêz û hurmet
> dibêjim,
>
> Ev biryara we heman gavêde ji hin alîkarîyan re ez mecbur hîştim, ber vî
> qasî
>
> carna ezê hin nivîs bişînim komê re,
>
> Lê serî de pêşniyarekî min ji bo xebatkar û tevayî xwendevanan re heye,
> divê nivîsên
>
> koma dîwanxanê bi zimanê kurdî bin, a din jî divê xebata koma dîwanxanê di
> xizmeta çand - ziman - wêje û bîrdoziyek kurdewar de be.
>
> Hevalno di heman gavê de dibe ku nivîs wekî pêşniyarek be, dibe ku nivîs
> wekî agahdariyek be, dibe ku nivîs li ser hin rexneyan be, dibe ku mijara
> nivîsê xwerexnegirî be, dibe ku li ser pêvajoyê an li ser rêxistinbûyînê be
> qet ferq nake, bes ku di çarçoveya mirovahiyêde be û bi şîweyekî exlaqî be.
>
> Hevalno gotinên ku ji devê mirov derkevin hin aliyê wateyî de hin aliyê
> şîwazê de
>
> kesatiya mirovan radixin pêş çavan, ber vî qasî divê hevalên ku nivîs
> dişînin komê re an cihekî dinê re, divê ne bi hestên xwe bi mêjiyê xwe
> hereket bikin, divê bi gotinên rizî û rexneyên pûç hevokên xwe nelewitînin.
>
>
>
> Silav û rêzên kurdewarî,  Mamoste Haydar
>
> --
> - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
> grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin
> bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u
> rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin,
> dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
> - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
> sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa,
> her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara
> sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren
> gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER:
> Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap