Silav kekê Tevger, Gelek sipas jibo piştgiriya vê bizavê me ya jibo zimanê me yê şêrîn. Em hêvî dikin ku endamên din yên Dîwanxanê jî vê daxwaznamê îmza bikin û ji dost û hevalên xwe re virê kin.
Kerem kin Kurmanciya daxwaznamê jî li jêr e. http://www.gopetition.com/petitions/kurmanji-must-live.html Ji niha ve gelek sipas, biayê we Rodî **** Rêzdar serok Mesûd Barzanî Rêzdar serokwezîr Berhem Salih Di sedsala borî de, dagîrkerên welatê me, Kurdistanê, dirindane hewil daye çande û nasnameya kurdî bi rêya qedexekirina zimanê kurdî di sîstema perwerdeyê, tevgera civakî û siyasî û medyayê de bihelîne. Mixabin, siyaseteka weha îro li Kurdistana Îraqê - di nav hinek navendên kurdî de - hatiye peyda kirin ji bo sepandina zaravayê soranî li ser qesekerên kurmanc û qesekerên zaravayên din. Bi dirêjiya salan, kurd tûşî înkarkirin û zordariyê bûne. Bikaranîna zimanê kurdî di perwerdeyê de - ji bilî Îraqê - bi dehan salan qedexekirî bû. Îro, ji parçeyên Kurdistanê bi tenê di Kurdistana Îraqê de xwendekar bi kurdî dixwînin û bi tenê ew herêm e ya ku kurd lê hukimî li xwe dikin. Di nîsana 2008-ê de, 53 kesên ku xwe bi rewşenbîr nav kiribû daxwaznameyek derxist ji bo piştgirîkirina sepandina soraniyê wek alavê sîstema perwerdeyê û qedexekirina kurmanciyê. Wezîrê perwerdeyê yê berê Dr. Dilşad Ebdulrehmanî wek piştgirî bo wê hizirê hewil da vê siyaseta xwetêkbirinê bi cih bike; lê, hewila qedexekirina kurmanciyê rastî minaqeşeyên dijwar hat û rewşenbîr û akademîsyenên deverên kurmancîaxêv bi hêz li dij rawestan. Li gel vê yekê jî, pîlangêr li ser qedexekirina kurmanciyê di sîstema perwerdeyê de bi îsrar bûn. Ji bo domkirina pîlanê û sepandina soraniyê wek zimanê resmî yê yekane, Akademiya zimanê kurdî, bi serokatiya Dr. Şefîq Qezazî, konferensek di dawiya çileya (decembera) 2009-ê de li Hewlêrê saz kir. Niyetên xerab yên konferensgêrê xweya bûn dema ew yek aşkira bû ku nameya rastî ya ronakbîr û nivîskarekê kurd yê navdar, Emîr Hesenpûrî, di konferenesê de nehat xwandin. Ji ber aloziyên siyasî yên li pêşberî kurdan, bicihkirina siyaseteka weha dê encamên zeredar derxe. Ew dikare neteweya me hê parçe bike û rewşeka bêbaweriyê di nav xelkê Kurdistanê de peyda bike. Em ji dil bawer dikin ku çareya baştirîn ji bo pirsgirêka zimanê kurdî ew e ku herêm di hilbijartina navgîna perwerdeyê de azad bin. Pir giring e ku eynî statuya resmî ya ku soraniyê di nav îdareya hikûmeta herêma Kurdistanê de heyî ji kurmanciyê re jî bêt misoger kirin. Em daxwaza xwe digehînin we ku hûn ji ber van sedemên li jêr midaxeleyê di vê meseleyê de bikin: 1. Azadiya hilbijartinê: Hikûmeta herêma Kurdistanê sîstemeka siyasî ya demokratîk e; lewre û li gor bingehên demokratîk, mafê xelkê heye ku zaravayê xwe wek zaravayê perwerdeyê di herêma xwe de bi kar bînin. 2. Li gor hejmareka mezin ya lêkolînên zanistî, perwerdekirina xwendekaran bi zaravayê wan yê eslî astê têgehiştin û teşwîqbûna wan di perwerdeyê de bilind dike. 3. Îro, wîlayeta Dihokê devera yekane ye ku tê de zaravayê di berê de li ber xeterê, kurmancî, bi serbestî dijî û têt bi kar anîn. 4. Kurmancî zaravayê 40% kurdên Îraqê ye û herweha zaravayê zêdetirî 75% kurdên Kurdistana mezin e û zaravayê yekane ye ku li hemû parçeyên Kurdistanê têt bi kar anîn. Bê guman, her zaravayek bi awayên xwe yên devkî û nivîskî ji bo dîroka me pencereyek e. Her pendek, helbestek, çîrokek û stiranek delîlekî ji pêşerojê (rojên borî) dide me. Ji bo parastina dîrok û çandeya kurdî, pêdvî ye nifşê nû yê xwendekaran bi van zaravayan bên perwerde kirin. Li gelek welatên demokratîk de, ji zimanekî yan zaravayekî zêdetir di astê wîlayetê yan dewletê de hatine qebûl kirin. Bo nimûne, Swîsra, ya ku bi qasî Kurdistana Îraqê ye, xwediya çar zimanên resmî ye: elmanî, frensî, îtalî û romanî. Li Hindistanê 26 zimanên resmî hene û her wîlayetek dikare biryarê li ser zimanê xwe yan zaravayê xwe yê resmî bide. Ne destûra Hindistanê ne jî hîç qanûneka hindî hîç zimanê resmî destnîşan nake. Em ji dil bawer dikin ku çareya baştirîn ji bo pirsgirêka zimanê kurdî ew e ku herêm di hilbijartina navgîna perwerdeyê de azad bin. Pir giring e ku eynî statuya resmî ya ku soraniyê di nav îdareya hikûmeta herêma Kurdistanê de heyî ji kurmanciyê re jî bêt misoger kirin. Herweha, divê zaravayên herêman wek kursên taybetî yên zimanê kurdî (kurmancî û soranî) di çarçoveya madeyên dersê de bên xwandin. Li deverên ku soranî lê têt xwandin, divê dersên bijartî yên kurmancî bên dan. Bi heman awayî, divê xwandin li deverên kurmancîavêvan bi zimanê wan yê dayikê kurmancî be û divê şagird dersên bijartî yên soranî werbigirin. Ev siyaset dê alîkariya nifşê nû yê kurdan bike ku ew bi hêsanî, xwediyê kîjan zaravayî bin, bi hevûdu re bidin û bistînin û astengên ku di nav gelê me de hene nehêle û wan nêzîkî hev bike bona ku ew baştir di hevûdu bigehin û rêyê li ber çêkirina zimanekê kurdî yê yekgirtî xweş dike. On Wed, Sep 1, 2010 at 8:44 AM, talha çek <[email protected]> wrote: > *Brêz Rodie Tigris, * > > *min daxwaznameya we îmze kir. Serkeftin ji we re. Daxwazîya we gelek li > cîh e û xwestineke pîroz e. Hêvîdarim Hikûmeta herêma Kurdistanê hilde balê > û bi kar bîne. * > > *Digel silav û rêz.* > ** > > *Tevger ÇEKDAR* > > > 2010/8/31 Rodie Tigris <[email protected]> > > Xûşk û birayên hêja, >> >> >> >> Em gelek spasiya wan kesan dikin, ku daxwaznameyê me îmza kirine û >> piştgirî dane hewilên me. >> >> >> >> Em hez dikin di rojên pêşiya me de vê daxwaznamê pêşkêşî Serokê Herêma >> Kurdistanê Mesud Barzanî û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Berhem >> Salih bikin. Jiber vê yekê, em daxwaz ji we hemiyan dikin ku jibo cara >> dawiyê vê daxwaznamê bişînin heval û hogirên xwe da ku ew jî bikaribin vê >> daxwaznamê bixwînin û piştgiriya wê bikin. >> >> >> >> Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye. >> >> >> >> http://www.gopetition.com/petitions/kurmanji-must-live.html >> >> >> >> *** >> >> >> >> We genuinely appreciate all of those who have supported the “Kurdmanji >> Must Live” petition by signing it. >> >> >> >> We are preparing to submit the petition to President Messud Barzani and >> Prime Minister Barham Saleh in the near future; therefore, we urge you to >> sign the petition if you have not done so, and please kindly forward it to >> your friends so they can sign the petition as well! >> >> >> >> http://www.gopetition.com/petitions/kurmanji-must-live.html >> >> >> >> >> >> Ligel rez û silavan >> >> >> >> Birayê we Kurmanco >> >> >> >> >> -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
