*Li Cizîra Botan cejn û adetên pîrozkirina cejnê*Zemzem û xulxule û 'umre û
'îd û 'erefat,
Senema sir-ji Semed ney-şekera leb-ji nebat
*Melayê Cizîrî*

CIZÎRA BOTAN, 7/9 2010 -- Ji ber ko ji berê û pê de Cizîra Botan navenda ilm
û îrfanê ye di herêmê de ciheke xwe yê taybet heye. Ji şîweya wê bigre
hetanî hemû rengên jiyanê cihêrengîya wê ya ji herêmên dî xwe nîşan dide.
Yekî ko ji navenda Cizîrê be dema di sohbetekê de baxive hewce nake ko ew
xwe wek cizîrî bide nasîn, lewra awayê axaftina wî cizîrîtîya wî derdixe
holê.

Cihêtiyeke din ya cizîrîyan di cejn û awayê pîrozkirina wê de xuya dibe.

Li Cizîrê amadehîyên pîrozkirina cejnê berîya hatina wê bi deh-panzdeh rojan
dest pê dike. Wekî standina cilên nû, radan û qewîtî-kirina goştî û tiştên
din yên xwarinê, paqijkirina malan... Di nav wan de ya herî girîng li nik
cizîrîyan xwarin e. Gotineke holê heye: *Hin hene ji bo ko bijîn dixwin, hin
jî hene ji bo xwarina dijîn.* Bawer im cizîrî di kategorîya dudoyan de cî
digrin. Ji xwe li herêma Botan dema behsa cizîrîyan tê kirin hema xwarin
tête bîra mirov.

Berî hatina cejnê bi qasî deh rojan qesap tête dîtin û mîqdara goştê ko di
cejnê de pêwîst e tê qewîtî kirin.

Sibeha roja cejnê jiyan li mizgeftê dest pê dike. Cizîrî gelik girîngiyê
didin nimêja cejnê. Her çiqas di mezhebê me şafîîyan de dijê mezhebê henefî
nimêja cejnê sunnet jî be, ew kesên ko di kirina nimêjan de xemsarîya wan
hebin jî wê rojê hewl didin ko nimêja cejnê li wan neçe.

Xutbeya cejnê jî bi giştî di derbarê aştî û biratîyê, lihevhatinê,
terkkirina kîn û nefretê, lixweyîderketina xîzan û jaran de ye. Piştî
xutbeyê pîrozkirina pêşî ya giştî bi hevre qêrkirina selewat û îlahiyan re
li mizgeftê têt kirin. Bes her kes li benda vê pîrozbahiyê namînin û dibêjin
"lingna, min qurban na" û ji mizgeftê baz didin, diçin.

Piştî nimêjê her kes berê xwe dide goristanê. Di goristana Cizîrê de bi navê
"cebane"yê her malbatekê beşek taybet heye. Hetanî van salên dawîyê jî bêyî
destûra malbatê tu kesê nedikariya mirîyê xwe di cebaneya yekî dî de
veşarta. Lê ji ber ko hejmareke zêde kes ji gundan koçî Cizîrê kirine êdî
qewî li vê xisûsê nayê nihêrîn.

Li goristanê her kes diçe cebaneya xwe û li ser gora mirîyên xwe radiwestin.
Yên qur'an-xwîn hema Yasîna Şerîf dixwînin. Eger di nav wan de yên xwenda
nebin, gazî dikin wan kesên ko ji bo xwendina Qur'anê hatine wêrê û bi ucret
didin xwendin. Li Cizîrê roja erefatê, piştî nimêja esrê jin diçin
goristanê, sibeha roja cejnê jî zilam. Bi giştî jin dema diçin goristanê li
ser miriyê xwe, teqez hin çeqolat, biskivî, rehet,.. bi xwe re dibin û li
wir li zarokan belav dikin. Hin kes jî hene ji dêl wan tiştan ve pereyên hûr
dibin û weke xêra miriyên xwe li zarokên xîzan belav dikin.

Kevneşopiyeke dî jî ya cejnê ew e ko malbatên halxweş şeva cejnê li ser
cebaneya xwe konî vedidin û bi ucret Qur'anê didin xwendin. Hetanî van demên
dawîyê jî eger mirîyê yekî di wê salê de heba diviya kon li ser cebaneya xwe
vedaya, hekena, jê ra şerm bû. Ew kesên ko li ser miriyên xwe konî vedidin û
Qur'anê didin xwendin pesnê xwe bi vê çendê dikin. Herweha xelk jî vê
helwesta wan ya baş ya di derbarî miriyên wan de teqdîr dikin.

Her weha eger mirîyê yekî yê di wê salê de mirî hebe û sal di ser mirina wî
de derbas nebûbe, bi hatina roja cejnê şîna xwe dîsa nû dikin. Ji wan re
pîrozkirin nîne, ferdên malê kincê xwe yê cejnê li xwe nakin, çeqolatan
îkramî mêhvanan nakin, xwarinê çênakin. Dîsa li mala xwe rûdinin û
dernakevin derve. Derûdor ji wan re xwarinê dişînin û li wan kom dibin.
Hersê rojê cejnê bi vî rengî derbas dibe.

Piştî beşa goristanê qediya, her kes berê xwe dide mala xwe. Di vê navberê
de kevaniya malê jî erka xwe ya çêkirina xwarinê bi serkeftî pêk anîye. Bi
giştî wê rojê xwarin zêde têt çêkirin. Lewra dibe ko hin kesên ko di
bernameya wan de neyî jî li wan bibe mêhvan. Mezin-kiçik, jin-mêr bi hev re
li ser sîniya xwarinê kom dibin û bi keyf û zewq xwarina xwe dixwin. Wê rojê
dijê rojên din xwarina taybet ya cejnê hêj sibehê tête xwarin. Xwarin jî bi
giştî ûr û kerî, eprax û dolme, serûpê, perde-pîlaw, birinc û birinczer,
kutlik, xoşav...

Lê di hişê zarokên malê de ji xwarinê wêdetir xercane heye û bi vê mebestê
çavên wan li destê mezinan e ka wê weke xercane (harçlık) çi qeder pereyan
bidne wan. Zarok ji bo ko xercaneya xwe bistînin hema zû xwe diavêjin destê
mezinan û destê wan radimûsin. Bi vî hawî hem erka xwe ya rêzgirtina mezinan
nîşan didin hem jî xercaneya xwe mîsoger dikin. Mezin jî nemerdiyê nakin û
destê keremê vedikin, wan milyakêtan dilşad dikin.

Piştî xwarinê ferdên malê yên kincê xwe yê cejnê li xwe kirîn pêşî cejna
hevdû pîroz dikin, paşê jî di bin serokatiya mezinê malê de derdikevin derve
û ji bo pîrozkirinê berê xwe didin malên xizm û cîranan. Berê, dema yek ji
boyî pîrozkirina cejnê çûbûya malekê teqez hinkê rûdinişt û perene didan wê
malê, paşê ewana jî ew qeder yan jî hê bêhtir pere li wan vedigerandin. Bes
koça ji gundan ya ji boyî bajêr bandoreke neyînî li ser vê kevneşopiyê jî
kiriye û ev adet rabûye. Pereyên îdanîyê bi tenê ji zaroakan re û ji bo
qîzên malê yên mêrkirî re têne dayîn. Yên ji bo pîrozkirina cejnê diçin
malan eger xizm yan jî nêzîkî xwediyê malê bin bîskê rûdinin; eger ne xizm û
nêzîk bin hema li ber devê derî gazî xwediyê malê dikin, pîrozbahiyê li wan
didin, çeqolat û reheta xwe radikin û diçin.

Adeteke din ya di salên dawî de ko ji aliyê gundiyan ve hatîye Cizîrê jî
heye. Zarok sibeha roja cejnê torbekî mezin dixin destê xwe de û mal bi mal
digerin û çeqolatan berhev dikin. Ji ber vê çendê xelk mecbûr dimînin ko hin
çeqolatên erzan yên bi navê "çeqolatê zarokan" bistînin, da di peşberî
zîyaretvanên biçûk de perîşan nebin. Berê ev adeta komkirina çeqolatan
nebû.

Roja cejnê di kolanên Cizîrê de keyf û sirûreka ji hedê der xuya dike. Her
kes derbasbûna meha rojiyê ko li nefsê pir giran e bi desttoqekirinê, bi
hembêzê, bi kena li ser rûyê xwe li hev pîroz dikin.

Name ttey kir roze'ê, îdê vekir fesla meyê,
Lê bi zimzim tên bi awazê neyê fincan û cam.

Eger di wê malê de qîzên mêrkirî hebin wê hingê barê malê girantir e.
Kevneşopiyeke Cizîrê heye; keçên xwe yên mêrkirî (hela mêrkirina wan hê nû
were hesabê) ji bîr nakin. Hêj beriya roja cejnê sînîyên wan yên beqlewe,
mamûlhewa, xurabî.. amade dikin û destek cil datînin ser de, sibeha cejnê ji
wan ra dişînin. Paşê jî zilamên malê ango bab yan jî birayê mezin ji bo
pîrozkirina cejnê diçin mala wan û perena jî didin wan. Hejmara sînîyan li
gorî aboriya malê diguhore. Her kes bi hejmara zêde yên sînîyan pesnê xwe
didin. Ji xwe sînîyên zêde dibin sebeba serbilindiya qîzîkê ya di mala mêrê
wê de.

Di rojên cejnê de yên herî zêde keyfê jê dibînin bêguman zarok in. Mezinên
Cizîrê yên di dema xwe de ev hestên zarokan li ber çavan girtine ko semteke
bajêr weke "cihê pîrozkirina cejnê" texsîsî zarokan kirine; li vê derê zarok
cejna xwe pîroz dikin. Li wê derê bi navê çerxûfelek, cincîlik û
kerşeytanokê hwd tiştên ko keyfa zarokan veke hene. Hin kesên ko ji aliyê
aborî ve ji wê rojê sûdê werdigrin jî hene. Ev kesana tiştên xwarinê û
pêlehîzan li wir difiroşin. Ji ber ko wê rojê pereyên zarokan pir in li ber
bazara xwe nadin, ew kesana karekî baş bi dest dixin. Zarokên cizîrîyan roja
cejnê herweha tirimbêlan û motosîkletan kirê dikin û toran tavêjin. Car hene
dûr diçin, wekî Qesirka Gelî, Herzex û Girika 'Emo...

Roja didoyê cejnê qîzên malê yên mêrkirî têne cejna malbabên xwe. Hetanê
êvarê li wir dimînin. Zavayê malê jî dema şîvê têt mala xezûrê xwe û piştî
xwarina şîvê û sohbetên xweş derengiya şevê digel xatûna xwe û hek hebe
zarokên xwe vedigerin mala xwe.

Di roja cejnê de pîrozkirina cejna ferdên ko ji malê dûr in û xizmên dî bi
rêya telefonê tête kirin:

Îd e û her kes ji dîdara te lê pîroz e îd,
Ez tinê mehrûmê dîdar im, bi sed menzîl be'îd.

Her çiqas xelkên ko ji gundan koçî Cizîrê kirîn bandoreke neyînî li ser urf
û adetên Cizîrê kiribe û di vê navberê de pîrozkirina cejnê jî nesîbê xwe ji
vê neyînîyê standibe, lê hêjan jî li her sê taxên navenda Cizîrê (Mîr-'elî,
Keleh û Tor) de mirov dikare rastî van xisûsê li jor were. Bi kurtayî cejna
Cizîrê hejayî dîtine ye.
-----------------------------------Nivîskar: *ABDULKADIR BÎNGOL
[email protected]* <[email protected]>

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap