Mamosteyê qadirbilind merheba ji te re, Zûde mala min bê întenet e. Gava ji mala hevalan dikevim netê, bi tenê peyamên ku ji komê hatine ji wan nivîsan dixwînim. Îşev ez di bandora nivîsa te mame mamoste. Bi hest bûme. Te pir zexim nivîsiye. Bawer ke min sê caran serî heya binî xwendiye. Bi taybet, miqayeseyên te di navbera dewra Tanzîmatê û ya îro gelek balkêş bûn. Diyar e ku te xwe gelek westandiye. Gorî ked û emega te, nivîsa te jî têr û tije ye. Ku tu bişînî Azadiya Welat baştir nabe?
Nivîskarên mezin ên cihanê dibêjin heke nivîsek serê merivan de pirsnîşanan biafrîne, ew nivîs serkeftî ye. A niha serê min de bi dehan pirsnîşan tên û diçin. Mamoste ji dil, me ji wan nivîsên navtijî mehrûm neke. Nebêje kes jê tiştek hilnade. Heke tu binivîsî emê jê mustefîd bin û weselam... Bedirxan Badilî msn a min: [email protected] "Bi kar anîna Kurdiyeke şaş, ji zimanên din ên baş, baştir e ne wisa? Rojbaş!" 2010/9/15 sadi maruf <[email protected]> > Hevalên birûmet, > > Min ev nivîsa li jêr beriya referandûmê nivîsîbû. > > Min dil hebû sibetirê ji we re bişînim, lê ji ber sedemek girîng lê > nehat... Ez wê nivîsê bi ser we de dişînim. Digel xebatên Decal, Kurd di > referandûmê de xwe dan alî û di riya netewbûnê de gavek dîrokî yê dî > avêtin. > > > > Ez hêj nabêjim " Kurdên boykotker " tenê Kurd in; lê çend azmûnên dî yên > bi vî rengî dê Xeta Kurdayetiyê rût û repal aşkere bike. > > > > Ez EVETÇÎ û HAYİRCİ'yên me wek "teyrên ji refên xwe veqetî " > dihesibînim. > > Hêviya min ji rebê jorîn ew e ku ew jî bi me re ber bi azadî û serfiraziyê > bifirin. > > > > > > * * > > *Ji hemî ERÊ'xwaz* > > *û* > > *NAXÊR'xwazan re,* > > *(Dr.Sacît ê delalî û C.Zerduşt Pîranij jî di nav de)* > > > > Di hin pirtûkên klasîk ên olî de û di nav gelê me de pir metelokên ecêb ên > derbarê "Deccalê ne'letullahî eleyh" de hene. > > > > Di wan yekî de tê gotin; beriya qiyametê, misilman bi piranî bi Decal > dixapin. Decal bi rê û rêbazên bi "konektiyek hûrik hûrik honandî" mirovan > tîne ser riya xwe. Metodên wî dişibe reklam û xebatên image creation ên > profesyonel ên qirna me. > > > > Wek mînak; ew tersê( rêx) kerê xwe li ber çavê mirovan ew qas şêrîn dike, > ew wî wek birinc û savar dibînin û bi xweş made, tu dibê qey qelî û qawirme > ye dixwin... > > > > Alim dibêjin 40 kes tenê pê naxape û imana xwe diparêze... > > > > Di tevahiya Tirkiyeyê de û li Kurdistanê îro ên nûnertiya Kurdan dikin, ên > vî gelî wek hêz derdixin pêşberî dagirkeran wek 40 kesên ku xwe ji efsûna > Decal parastine, ew jî xwe- çi çep çi rast, çi lîberal, çi olperest- ji > dafik û xefikên Decalên hemdem parastine û li ser riya heqiyê mane... > > > > Heke mirov, heta sîstema kapîtalîzmê, hêz û qudreta pere baş nas neke di > warê bîrdoziyê de vik ûvala ye... > > > > Çawa ku ev pergala dermîrovahî, bi riya reklaman heta quruşa dawîn pereyê > mirovan dide xerckirin, bi heman rê û rêbazan mejiyê mirovan jî dişo û an > wan bêbîrdozî (îdeolojî) dihêle; an jî bi bîrdoziyek bi dilê xwe, li gorî > berjewendiyên xwe çêkirî, dikeve qalikê mirovan. > > > > Hezar heyf e, gelek Kurd, di sedsala 21'an de hêj bindest e, ji mafên > herî bingehîn û jêneger ên mirovatiyê bêpar e. > > > > Digel ku ew di 80 salên Komara faşîst de di qula derziyê re hatiye > derbaskirin û bi sed hezaran can daye, erdnîgariya wî hatiye wêran û > wêrtaskirin dîsa jî, bi birîndarî be jî, nasnamaya xwe parastiye û heta îro > aniye. > > > > Di wan salên reş û tarî de, dagirkeran baş dizanibûn ku gelekî hêj nasiya > xwe nedabe kapîtalîzmê, gelekî xwedî pergala ekonomiyeke navxweyî be( kapalı > ekonomi) nayê bişaftin; lewma ew bi faşîzmeke hişk nedihîştin Kurd serê > xwe rakin û li derûdora xwe binêrin û daxwaziya mafên xwe yên neteweyî > bikin. > > > > Îro ciham cihaneke din e. Kapîtalîzm êdî navgundî jî na, navmalî ye. > > Decal bi hezaran amûran di xizmeta dagirkeran de ye. Ew nahêle ku kurd bi > derengî be jî bibe netew. Hinekan dike bazirgan aş dike, hinekan dike > xebatkarên bi mehane bi pergala xwe ve girê dide, hinekan bi ol û îman, > hinekan bi demokrasiyek xapxapok gêj dike; hinekan bi çepgiriyek sinob û > lîmpen û "derpê ji qûn avitî" dîn û har dike... Televîzyon û înternet û > rojname û sîstema perwerdehiyê bi tevahî amûrên vê pergala bişavker û > wekhevkar in... > > > > Welhasilê kelam, Xwedê di sed salan de carek lê bîne, li rûyê wî mêzeke > bike jî ew lingê xwe dide erdê, bi ya Decal dike, ji netewbûnê dûr > disekine... > > > > Ev referandûm jî, siûdek weha ye ku, êdî ez nizanim Xwedê ye, dîrok e, kî > û çiye, bo Kurdan lê aniye... > > > > Li alîkî AKP ye ku nûnertiya "mejiyê emperyal a Tirko misilmantiyê" dike. > > Li kompozîsyona wê ya "wek girar" binêrin, > > bala xwe bidin polîtîkayên wê yên bo dewletên Rojhilata Navîn dajo, > > bala xwe bidin têkiliyên wê yên bi emperyalîstên mezin re, > > bala xwe bidin rika ku ew dikutin Cihûyan; çima ku Fîlîstîn nabe ya wan, > çima ku ew dibin bend li ber împaratoriya wan a neo û postmodern... > > > > Bala xwe bidin fêl û konektî û kîn û nefreta wan a bo Kurdên azdîxwaz; dê > hûn ê EVDİLHEMîTê -bi qewlê Celadet Bedirxan- XÛNKARekî hemdem bibînin. ( > Ev gotinên hêrsê nînin, AKP rasterast polîtîkayên Evdilhemîd dajo û wek di > sedsala 19'an de qewimîbû, ew û îtîhadiyan dîsa ketine qirikên hevûdu) > > > > Li alikî jî CHP û MHP; du partiyên ji Îtîhadiyan peydabûyî, bi Kemalîzmê > kemilî... > > > > Li aliyê din Kurd... > > > > Li şert û mercên dewra Evdilhemîd binêrin... > > > > Osmanîparêz û umetparêz li alîkî, > > Îtîhatparêz ên di rastiyê de Tirkparêz li alîkî, > > Bedirxanî û Şêx Ubeydulah li alîkî. > > > > Wê demê jî Kurd bi giranî bi Evdilhemîd xapiyabûn... > > > > Wê demê jî Kurdên sekûler -ên wek Evdila Cewdet- li dûv Îtîhadiyan ketibûn... > > > > Şerîf Paşayê me jî TARAF'çî bû... > > > > Dîroka me çiqas xwe dubre dike, hûn têgihîştin ne wisa , gelî EVETÇîNO... > > > > Wê çaxê we negotiba çê ye, xirab e, xwe bi Bedirxaniyan ve bişidanda, > niha em bi halekî din bûn; xwedî dewlet û rûmet bûn... 150 sal derbas bûn. Çû > seferê hat ji seferê dîsa kerê berê... > > > > *Referandûmê de BOYKOT ev e... Di enî û kozika Kurdayetiyê de israr e... Reng > û rewşa xwe iqrar e...Çend kîlo û çend gram î; mîzan û nîşan e... * > > > > Ji aliyê derûniyetê ve jî siûd û êxbal e: Beşdariya herî xurt a > referandûman % 80-90 e. > > > > % 10an 20 hilbijêrên ku jixwe naçin ser sandoqan ji me re xelat e. > > Em jî tiştek bidin ser boykot digihîje % 25-30'an . > > Ev rêje bo hilbijartinên li pêş me moralek mezin e; kelemê çavê dijmin e... > > > > EVETçîno, vê yekê jibîr nekin ku em çiqas bihêz bin, ew qas bi rûmet in. > > Ji sedsala 19'an û bigirin heta 1921'an, çi Îtîhatparêz, çi Komarparêz, çi > Osmanîparêz û umetparêz tev soz û waed û ruşwet didan Kurdan; bi > mabesta ku Kurdan bînin ser riya xwe. > > > > Heke Kurd yekîtiya xwe çêbikirana, bê şik û şibhe dê ew ê bubûna xwedî > statû... > > > > Îro roj dîsa ew roj e... AKP( Evdilhemîd) û Ergenekon (Îtihadparêz) bi du > aliyan ve Kurdan digijgijînin dikin ber bi xwe ve bikişînin... > > Her du alî jî soza makezagonek bêhtir demokrat dide me... > > Alîkî dibêje efûya giştî... > > Aliyê din dibêje navê gund û bajarên xwe biguherînin, bikin Kurdî... > > > > Lê Tevgera Azadiyê baş dizane ku her du jî bişafker(asîmîlasyonîst) in... > > Bi xêra Şervanên Azadiyê û Kurdên yekbûyî ye ku ew pişo pişo dikin... > > > > Rastî evqas rût û repal li ber çavan e, lê dîsa jî kul û kesera me wek 150 > sal berê, Kurmên ji darê ne... > > > > Ew dibin EVETÇİ; dikevin bin gunikê Tayîp ê ji doxîna EVDILHEMÎDÊ XÛNKAR > > Dibin HAYİRCÎ dikevin qûna CHPyî û MHPyî yên ji pişta ÎTİHATÇİYAN... > > > > Hey dîroka malxirab, tu wek kevirê gilover ê aş î; Xwedê ava te dibire tu > dîsa li ser serê me digerî... > > > Mamoste Marûf > > > > > > Têbinî: Doktor, te bi sê dengan bang kiriye gotiye erê... Li min bibore, tu > bi zanatî bi sê dengan dibêjî erê? Ev kevneşopiyeke Kurdên Feodal e. Li > kilamên kevin ên dengbêjan guhdarî bike tu yê vê yekê bibînî: "Mamed Axa bi > sê dengan bang dike dibêje lo Bekiro îro mirina mi heye vegerîna min tune > ye..." Ew û Mamed Axa li ser keçikeke bi hev nakin û her yek nêzî hezar > leşkeran digihînin hev û kok û aca hevûdu diqelînin. Ev bûyer di dewra > Hemîdiyeyê de diqewime. Her du axa jî alîgirên Evdilhemîd in. İro sax bûna > her du jî bi sê dengan bigotina ERÊ, ERÊ, ERÊ... > > > > > > > > > > > > > > > > > > > > > > > > > -- > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane > grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin > bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u > rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, > dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. > - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki > sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, > her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara > sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren > gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: > Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
