Nivîsek ji bela hêrsê...
(Ez vê nivîsê dikim qula çavên çerçiyên me yên AKPFIROŞ)
Dijmin îcar Li Colemêg’ê bû
Şer berdewam e.
Ha Ergenekon, ha konê Akp û Fetula û Taraf a bifêl .
Ew bi tevahî li ser tunekirina Gelê Kurd şêwra xwe kirine yek.
Yek li ser navê Ergenekon û Kemalîzm û Cumhuriyetê,
wek Cengîz û Atila û Tîmûr
rê û rêbazên pir hovane,
“aşkere bi qetl û xwîn” daye ber xwe , gelê me dide ber tüp û tank û mayînan;
Ê din li ber rûyê me xwe şêrîn û şekir dike, lê ji binî ve çala me dikole, me
lava lava noqî
ava “wek Zemzem binavkirî”
lê,
di rastiyê de bi jahrî û “dibe sedema mirinek demdirêj, mirinek sipî” dike…
Kurdino, bi sê telaqên bê fitva ev her du jî di mijara Kurd û Kurdistanê de
hevkar in, destbirakên hev in…
Yek diweste dora xwe dide ê din…
Pûşê yekî derdikeve holê, ê din dest bi fêla dike…
Ew dixwazin,
derd û kul û mereza xwe ya herî giran a ku ew wek “ PIRSGIRÊKA KURD” binav
dikin
bi riya “NEÇARESERKİRİNÊ” çareser bikin…
( ji nezantiyê em jî dibêjin pirsgirêka Kurd. Lê di rastiyê de ev ne
pirsgirêka me ye. Em wek Kurd mafên xwe yên bingehîn ên mirovatiyê dixwazin. Ên
ku nadin nebaş û nexweş faşîst û şovenîst in û ew bi xwe pirsgirêk in. Bi
Kurtasî bo me pirsgirêka Kurd na “ Pirsgirêgek giran a Tirk” heye)
Wek pirsgirêka Qibrîsê…
Wek pirsgirêka kêmnetewan ên piştî Lozanê di nav sînorê dewleta wan de mayî…
Qibrîs beriya 1974’an çawa bû?
-Tirk vir de wê de di giravê de ji hev belav belavî…
Bi piranî tirkînezan, ên dizanîbûn kal û pîr; ew jî bi tirkiyek ji ya Amediyê
me lewitîtir, ji nasnameya tirk sil; bi navkî misilman lê bênimêj û bê tahet û
bê sijde…
Piştî dagirkeriya wan a “min kir bû”( de facto) ev girava bêmiraz ket çi halî?
Hemî cihan û alem bû yek Tirk bûn yek, ew ( Tirk) pirsgirêka Qibrisê çareser
nekirin. Li encamê binêrin, ka di NEÇARESERIYÊ de kara kî heye
1-40%’ê axa Qibrisê di nav dest û lepê Tirko de ma û ma…
2-40 Hezar nîvco-tirk bûn 200 hezar safî-tirk…
3-Dewlemendiya ser axê û bin axê bû para devê wan…
4-Ew jî ji Stratejiya Behra Sipî sûde werdigirin.
Ka em werin Kurdistana xwe…
Bi NEÇARESERKIRINA bi qewlê wan “ pirsgirêka Kurd” çi dikeve kîsê Tirko?
Di wan çar xalên jorîn de Navê Qibrîsê bikin Kurdistan;
peyva “nîvco-tirk” bikin “nîvco-kurd”;
hejmara 200 hezarî bikin 20-30 milyon;
Behra Sipî biguherînin bikin “ROJHILATA NAVÎN”
Hûn ê wê gavê çolemêrgê û dek û dolabên Tirko fêm bikin…
Hûn ê wê gavê bibînin ka çi tê serê kesên ku nakevin xefik û dafikên
Osmaniyan…
Gelî Kurdên fehmkork ên bêîzan û bêferaset,
Gelî çerçiyên AKPFIROŞ,
Gelî mirîd û canfidayên Decalê hemdemê ê navê Taraf’ê li xwe kirî.
We dît, çi tînin serê “Kurdên Kurd”,
Kurdên di kozika Neteweyî de bi eynat û bi îsrar…
Ha ji we re demokrasiya AKP’ê…
Ha ji we re xelata “ ERÊ” ya referandûmê…
We girte xwe…
Jêrenot: Ez ji ber biryara boykotkirina dibistanan Tevgera Azadiya Kurd pîroz
dikim û rêz li ber hemî endam û xebatkar û dilxwaz û alîgirên wê digirim.
Hêviya mine w e ku, dê ev botkot rê liber bişavtin û xwebişavtinê bigire û Gelê
Kurd di warê parastina ziman û çanda Kurdî de şiyar û agahdar bike…
Mamoste Marûf
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin.
- Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz.
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz.
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane