*Ez ji dil û can brêz Evdile Koçer pîroz dikim. Heçê kesê ji wêje û zimanê Kurdî re xizmet dikin li ser serê me ye cîhê wan. Divê em jî bi pirtûk stendinekî an bi pêşnîyara heval û hogiran piştgirîyê bidinê, ev ji bo me erk e bêguman. Sipasî ji bo agahdarî ya we, Li gel silav û rêz*
2010/10/1 Evdile Koçer <[email protected]> > > > > *Ji nivîskar Evdile Koçer pirtûkeke nû: "Pêlava Birîndar"* > > * > * > > Pirtûka nû ya nivîskarê kurd Evdile Koçer ya bi navê "Pêlava Birîndar" ji > nav Weşanên Han derket. > > > > Pêlava Birîndar ji 49 kurteçîrokên biçûk pêk tê. Nivîskar di kurteçîrokên > xwe de bi sembolên cihê ve xwendevanî dîsa ber bi şopa şerê dawî yê > Kurdistanê ve dibe. > > > > Kurteçîrokên Evdile Koçer gelekî kurt in, carina bi pênc şeş hevokan, > carina jî bi bîst hevakon diqedin. Piraniya kurteçîrokan rewş û derûniya > şerê dawî yê ku ser rihê însanan şopa xwe hiştiye vedibêje. > > > > Nivîskar di çîrokên biçûk ên di "Pêlava Birîndar" de, bi "pêlav"ekê ve > birînên şer, bi "gule"yekê ve şopa şer, bi "masî", "kusî", û "pêlîstok" ve > çend dîmenên piştî şer yên ku li ser civakê hiştiye nivîsandiye. . > > > Koçer, di "Pêlava Birîndar" de wekî her car dîsa bi zimanekî şêrîn û sade > ve û bi vegotineke kurt ve behsa rastiyên mezin ên civakê dike, lê ser û > binê çîrokan jî ji bala xwendevanî re dihêle û wan dixe nav rêwîtiyeke > dûvedirêj. > > > > Evdile Koçer, berî niha jî bi navê "Govendistan", "Mirin" û "Koçername" sê > pirtûk weşandibûn. > > > > *Pêlava Birîndar, Çîrok, Weşanên Han, Îlon 2010, Berlîn, 72 rûpel, ISBN: > 978-94040997-20-03* > > > > * > * > > *"Pêlava birîndar"* > > > > Dema ku polîsan xalê min girtin, bi henekî wiha jê pirsîn, "Em pêlavên te > yekoyek ji serê çiyê top dikin, tu çima xwedî li pêlavên xwe dernakevî, şev > ji nigê te derdikevin û her yek dikeve nigê terorîstekî..." > > > > Ji bo ku her kes bitirse, deh pêlavên wî yên ku ji serê çiyê top kiribûn li > gundiyan belav kirin û cendekê wî avêtin ser sergoyê gund. > > > > Ji tirsa kesî li cendekê wî jî nepirsî. > > > > Dû re hate bîra min... > > > > Ez hingê zarok bûm. > > > > Xalê min bi pêlaveke xwe ya nû ve ji mal derketibû û bi pêlaveke peritî ve > vegeriyabû. > > > > Wê şevê jinxala min pê re şer kiribû, "Tu yê serê me bixî belayê heyran, > heke sibe kesek vê qulelê di serê pêlavê de bibîne, wê sedîsed fêm bike ku > guleyek lê ketiye..." > > > > Xwedê zane ku yekî ew pêlava ku gulê lê ketibû dîtibû û paşê giliyê xalê > min kiribû. > > > > Wê zivistanê her kesî bi tirs behsa pêlavên xalê min kirin. > > > > Pêlavên birîndar ên xalê min dû re ketin nav xewnên min jî. > > > > > > *Evdile Koçer* > > > > > > Di sala 1977'an de li Sêrtê hatiye dinyayê. > > > > Heyamekê li Zanîngeha Uppsalayê ya li Swêdê li ser ziman û wêjeya kurdî > ders wergirt. > > > > Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovar, rojname, antolojî û malperan > de derketin. > > > > Her wiha çîrokên wî bûn şano û wergeriyan ser gelek zimanan. > > > > > > *Têkilî: * > > > > [email protected] > > > > www.evdilekocer.blogspot.com/ > > > > http://www.facebook.com/evdile.kocer2 > > > > > > *Weşanxaneya Han* > > > > Ceanachstr. 62 12157 Berlîn > > > > Tel.: + 49 (0) 30 47987052 > > > > Fax: + 49 (0) 30 47987054 > > > > www.evra-kitap.com > > > > [email protected], > > > Ligel silavên rengîn... > > > Not: Ji kerema xwe re li pêveka Mailê binêre! > ------------------------------ > Evdile Koçer > [email protected] > > ------------------------------ > www.facebook.com/evdile.kocer2 > > www.pen-kurd.org/kurdi/evdile-kocer/evdile-kocer.html > > www.youtube.com/Gulanbihar<http://youtube.com/results?search_query=Evdile+Ko%C3%A7er+&search=Search> > > > > -- > - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke > ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki > azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen > reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin > an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. > - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu > yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her > millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. > Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler > onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda > Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: > http://groups.google.com.tr/group/diwanxane > -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
