PÎVANA BÊBEXTÎYÊ ÇÎ YE ?

       Bêbextî têgiyekî ligorî ye, bi çi an gorî çi tê pîvan ew ne
zelal e. Bêbextî tiştek bê rûmet e, tiştek bêsikûmî ye.Lê mixabin wek
benîşt di devê me Kurda de ye, bi hêrs, bi tundî em bêpergal wek gule
di ser hev de di barînin û kesên hemberê xwe bi ‘ bêbextîyê ‘ tawanbar
dikin. Mixabin peyva ‘bêbextî’  gelek bi erzanî û bi hêsanî tînin
zimên. ‘Îxanet, xayîntî, kewa gozel’ û ‘tirşikçî’ jî hevwateya bêbextî
yê tê gotin. Gotina peyvê hêsan e, lê gelek kes bi bêfehmî, bi nezanîn
sirf ji bo tawanbarî yê dibêjin, kesahîyan di êşînin xemgîn dikin.

     Pîvana bêbextîyê ger gorî welatperwerî yê  be, gorî
neteweperwerî yê be raste. Ku pîvan bi hêsanî gorî berjewendîyên
rêxistina be,  pîvik ew be şaş e   wê çaxê kesê ne bêbext namîne di
civakê de ! Di derbarê bêbextîyê de divê pîvanên din jî zimanperwerî,
ziman parastin  û gelemperî mafên neteweya Kurd be. Sînorê bêbextîyê
ango gorî nirxên netewî tê kifş kirin, pîvan, mîheng  ev e. Mele
Mistefa Berzanîyê nemir dibê “ Heçê kesê rihê neteweyî pê re tunebe wê
rojek miheqeq bêbextîyê bike “ Mîhenga ‘bêbextî’yê ev gotine bê guman.

     Di dîroka têkoşîna gelê Kurd de gelek mînakên bebextîyê hene, bi
neyarên xwe re ketine têkilîyên qirêj û hevkarî kirine bi wan re. Gava
mirov wan bûyeran di nav şert û mercên wê demê de bi nirxîne,
derdikeve holê ku  sedemên van bêbextîyan jî hene. Bêtifaqî û
berjewendîyên kesane, yên rêxistinî  an jî berjewendîyên êşîrî ne.
Rihê neteweyî nebe her deman  mimkûne ev bêbextî bêne kirin ! Divê
ewil bingeh li ser neteweyatîyê bê saz kirin ku hevalbendî çêbe.

     Ava çema bi dilopek mîzê nayê lewitandin lê mixabin di civaka me
de ji van mîzkêran pir kes hene ! Bê wijdanîyê  dikin, bi peyvên tûj û
tehl dixwazin kêmasîyên xwe veşêrin ! Ev ne durustî ye, ne jî mirovahî
ye. Bêbextîya herî  mezin nedewletbûna Kurda xwestine, zimanê Kurdî
negiring dîtin e, statuko parastin e, dagirkirina Kurdistanê
pejirandin e.   Rûyê reş nayê paqişkirin û bi ard jî  sipî nabe.

     Ew rêxistinên ku kesên ne ji wan bi bêbextîyê tawanbar kirine
ketine binê gunehekî giran. Nikarin hesabê wî bidin. Çimkî li peyê xwe
laşên kuştî, zarokên bê bav, çavên bi rondik û jîyanekî bi êş
hîştine ! Li ser babetan cûdatîyên hestan, ramanan, dîtin, nêrîn  û
nirxandin normal e. Ev ne sedema bi bêbextî tawanbar kirinê ye ! Mafê
tu kesî nîne bi tu navî ceza bide û kesî serwindayî  bike. Gelek kes
bi vî awayî hatin çal kirin an bin kevir kirin . Çimkî rêxistinên
îlegal ne demokratikin û rêznameya  rêxistinê gorî wan di ser her
tiştî re ye.

    Mafê hemî Kurdistanîyan heye  li ser doza Kurdayatîyê bi peyivin û
gorî ramanên xwe gengeşî yê  bikin. Ji bo serketinê  serê xwe bi
êşînin û çareserîya pirsgirêkan bi pêşnîyarên xwe bînin zimên, an
têkoşînê bidin ev mafeke pîroz e. Hewce jî nîne bi destur bi peyivin.
Lê  hinek kes an rêxistin naxwazin kes bi îradeyeke azad bi fikrekî
serbest tevbigere ! Ev zordarî ye, bi zora ço an bi zora çekan ramanên
xwe pozber dikin. Gava neyê pejirandin bi bêbextî yê tawanbar dikin.
Divê ev gemarî ji nav me rabe, ewqas berdêl hat dayîn ma êdî ne bes
e !

     Rewşenbîr, welatparêz, şoreşger û Kurdperwer ji alîkî ve di bin
tehdîdên (gef)  dewletên dagirker de ne, ji alîkî ve jî di bin
tometên  bêmafî de ne ! Divê hemû rêxistin, sîyasetvan  dev ji
tawanbar kirinên  erzan berdin, bi  rêz û bi zimanekî şêrîn bi
tevgerekî demokrat ji bo yekitî û azadî ya netweya Kurd hewl bide.
Hevalbendîyekî zexm  bê saz kirin. Bi derewa û bi ne dilsozî pira
biratîyê ava nabe !...13 Kewçêr 2010

Tevger ÇEKDAR

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap