Lixwemukirhatinên Çepel
Carînan hin kes bi zanîn yan jî bi nezanîn tiştna dibêjin ku
mirov ji ber vegotina wan tiştan şaxis dimîne. Lewra ew gotin ronahiyê didin
eşkerekirina hin bûyerên veşarî yên ko mirov hêviyên xwe ji ronîkirina wan
qutkirî.
Min got "mirov şahis dimîne", erê, lewra eger wan kesan ew tiştana
negotibana dê ew heqîqetana di nav dosyayan de bimana. Ji ber wê çendê her
dem bawerîya min bi gotina "Nenêre yê dibêje, binêre yê dide gotin." hatiye.
Çi gotineke xweş e ev gotina han. Erê ji lixwemukirhatina wan kesan wek rojê
derdikeve holê ku Yek heye û ew Yek naxwaze hin kiryarên çepel û kirêt
veşartî bimînin, wan kirinan dîsa bi devê wan bixwe dîde eşkerekirin..
Çapemenîya Tirk di demên dawî de weke ketibe pêşbirkê weyl
weylka wî yê bêhtir cih bide van lixwemukirhatinên dij-mirovahî.
Yek radibe dibêje "Me li Qibrisê mizgeft şewitand." Pey re jî ji
bo ku xwe mafdar derxêne distûreke wan ya di vî karî jî radixe ber çavan:
"Daku berxwedana gel ya li hemberî dijmin de bet zêdekirin herwekî ji aliyê
dijmin ve hatî kirîn mirov dikare sabotajê li hinek nirxan (nirxên gel)
bike. Me jî li Qibrisê ev kir, me mizgef şewitand." Ev îtîraf diyar dike ku
ji bo ko li Qibrisê şer biqewme çi lîstik hatine lehîstin.
Digel vê çendê ew îtîraf berteka mezinekî ya di derbarê nûçeya bombekirina
mizgefteka Li Stenbolê de jî bêhukim dihêle û vale derdixîne. Wek tê zanîn
hatibû angaştkirin ku hin kesên ku dixwestin ji derbeyê ra zemînê amade
bikin di bernameya xwe de danibûn ku mizgeftekê di gel yên têde nimêj
dikirin bombe bikin. Ev angaşt rastî berteka mezinekî hatibû û wî mezinî
nerazîbûna xwe holê diyar kiribû: "Ew artêşa ku leşkerê xwe bi gotina 'Ellah
Ellah' êrîşê bide kirin dê çawa mizgefta mala Xwedê bombe bike!!!.."
Yek dî radibe bi organîzekirina bûyera faşî ya 6-7 Êlûnê pesnê
xwe dide û wê bûyerê mafdar dibîne. Wek tê zanîn ew bûyer di sala 1955'an de
li bajarê Stenbolê li hemberî hemwelatiyên Rum de rûdabû û bibû sedem mirin
û birîndarbûna gelek kesan û texrîbkirina ji pênc hezarî zêdetir mekanan.
Yekî dî fitne û fesadiya ku kirine navbera Şîî û Suniyan çawa
pêkanîne bi awakî vekirî vedibêje. Eynî kes dibêje ko wî deh heza terorîst
gihandine û çiqas Kurd kuştine û ji ber kuştina her Kurdekî çi qeder pere
wergirtine û belavî kujerên wan kirine.
....
Ez dixwazim berteka xwe ya di hemberî van kesan û kirinên wan de
holê bînim ziman: Xwedayo! Dema tu dibêjî "Ya eyyûhennas" eger tu van kesan
jî qest bikî, ango tu van kesan jî weke însan qebûl bikî wê demê ez xwe
însan qebûl nakim û ez xwe ji nav wan kesan derdixînim. Ez şerm dikim ko
bibim hemcinsê wan.
Abdulkadîr Bîngol
Nivîskar
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin.
- Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz.
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz.
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane