Me li welatê Ameerîqa bi xemgînîyek kûr û dûr jiyanjidestdayîna parêzer
Zulkuf Şahîn ê welatparêz bihîst.Bi vê nûçeya çîlreş em hejîyan, dilê me
tijÎ xem û derd bû û di xiyalên xwe da em çûn panzdeh salan berê,Dadgeha
Ewlekarî a Dewletê a Îzmirê. Dozek piştgirtî û pêgirtîyên PKK hebû.Em herdû
jî parêzerê wan meznûnan bûn. Em ji Enqere diçûn dozê lê ew bi xwe li Îzmîrê
akincîbû. Bi simbêlên xweyê qalind û qeytan,wek pozberanek beşdarê doz û
parastinê dibû.

Zulkuf, merivek kurdperwerbû.Heta dawîya jiyana xwe jî me tu tiştek ne qenc
ji devê wî an ji li ser hesabê wî ji hinekên dî di derkarê tevgera neteweyî
a kurd da nebihîst.Ew ne wek wan hinek DDKOyîyên xwe wendakirîbû û wek wan
di alenîya hereketa neteweyî û serok û rêvebirên wê da nediaxivî.

Sed heyf û mixabin ku wî tendurustîya xwe bi destê xwe rûxand û di temenek
genc da ji nav me koç kir û çû.

Bi taybetî em sersaxî didin birayê wî Fîkret Şahîn, -ku di salên 1972-1974an
da li Amedê hevalê meyê zindana leşkerî bû-,dîsa malbat,heval û hogirên wî.

Xwedê rehmeta xwe lê bike.

Sêîdê Sîsî

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap