Civak bi hacetî guherîna têgehan e, Aylin Unek pirsî,
Jan Dost bersivand. Vegotina Mîrname'ye li dora jahrkirina Ahmedê Xanê di çe û tê. Bist û yek vebejêr di nava çirokên xwe yên xweser de zindî û tekildarên çiroka Ahmedê Xanê ne. Rapêçandina wan bist û yek ''robar çirokan'' bi pêçîkeke ikonik, weke navendekê Ahmedê Xanê destnişan dikin. Gelo, weke encamekê em karin bêjin ku navenda Wêjeya Kurdî Ahmedê Xanê ye? Ku rojekê Kanona wejeya Kurdî bênivîsandin, ji boneya yekîtîya vegaotina wejeya Kurdî mirov kare bêje Ahmedê Xanê muma pêşîye? Erê em dikarin bi rihetî bibêjin ku Ehmedê Xanî navenda wêjeya kurdî ye. Ew eksena ku divê gerdûna wêjeya kurdî li dorê bizîvire. Ne tenê wêje belê hemû aliyên jiyanê. Ehmedê Xanî ne tenê damezrênerê wêjeyeke cuda ye di tarîxa kurdan de belê ew mîmarê fikar kurdî ya neteweyî ye, ew mîmarê dîwarê hebûna me ye. Ji bo kurdan Ehmedê Xanî kesek e mîna ku Şakespeare ji bo ingilîzan, û mîna her nivîskarekî mezin ku temsîla neteweyekê/î dike. Her milletek mecbûr e xwedan ikoneke wêjeyî be, kurd jî di vê meselê de xwedan ikon in, Ehmedê Xanî ji nav wan derketiye. A di Mîrnameyê de jî ev mesele ye, Ehmedê Xanî bûye eksenek ku roman mîna gokekê li dorê dizîvire. Ne ew eksen be roman dê di cihekî de bimîne, bixitime û nikare zêdeyî pênc rûpelan biherike. Ji bo beşê duyem ji pirsa we dîsa jî bersiva min erê ye. Xanî dikare bibe mûma pêşîn li kêleka gelek mûmên din Ku em weke sembolekê bi nirxînin, Gumanbazê yekem lehengê rûbipûş, dev ji kuştina Ahmedê Xanê ber dide, ew dev jê berdana kuştinê, gelo, dev jê berdana Kuştina nivîsêye? Di nivîsîna romanê de û kişandina nexşeya karekterê bi rûpoş ez li ber vê yekê sekinîm û min ji xwe re got: gelo divê ev karekter jahrê bide Xanî yan na? Ew ji bo vê yekê hatiye dawetkirin û dê padaş û pereyan jî werbigire. Ez jî dudilî bûm ku Ehmedê Xanî bikim mexdûrê jahra vî kesê hanê. Hema min( da ku karekter bikemille) got na, ev kes dê nikaribe Xanî bike qurbana jehrê. Ji ber ku kuştina nivîskarekî, rewşenbîrekî divê ne wisa hêsan be. Divê xwediyên qeleman erzan neyên kuştin, divê di hinurê mirovan de hêzek bixuliqe ku ji qelemê re rêzê bigre, ew qelem çi dinivîse jî bila binivîse, lê nabe ku tu li dijî kesekî ku tenê bi hibrê şer dike û wê diherikîne ser rûpelan rabî xwîna wî biherikînî! Biryara kesê birûpoş jî ji vir tê: gunehkariyeke mezin e ku tu nivîskarekî bikujî, mezin e li dereceya ku qatilek jî nikare bi vî karê qirêj rabe. Dû mînakan ji Turkiyeyê bînim: Mûsa Enter û Hrant Dink ku du nivîskar bûn hatin kuştin, gelo ew çi hêz e ku bersiva peyvê bi gulleyê(Fişekê) dide! Ewqasî xwediyên wan fişekan nizanin biaxivin û piştgiriya xwe bikin? Li himber ironiya Mûsa Enter gulleyek ehmeq! Li dijî derbirrînên Hirant Dink sê gulleyên bi meya nasyonalismê serxweş!! Kesekî mîna Yavuzê Xettat(ê bi rûpoş) ku karê wî kujeriye, dest dirêjî nivîskarekî nake, lê Samast dikare dema kuştina Dink biqîre: min xayin kuşt! Erê, ev diakre wisa were nirxandin, devjêberdana kuştian Ehmedê Xanî, devjêberdana kuştina peyvê ye. Nameya ku Ahmedê Xanê ji Mîr re nivîsîbû dibe ku ew name ''Mem û Zîn be? Li ser gorê hibra ku ji asîman dibare, gelo hê jî dibare? Ehmedê Xanî xwedî nameye. Weha jî her nivîskarekî mezin. Helwesteke wî heye û berî her kesî dixwaze bi mîr/desthilatdariya neteweyî re vê helwesta xwe parvebike. Ez dikarim bibêjim ku Xanî rewşenbîrekî nêzîkî rewşenbîrê ku Gramci ew tarîf kiriye (Entellktuelê organik). Di civakê de xwedî wezîfeye, têkoşînê dike ku wezîfeya xwe bicih bîne û piştî ku dibîne encam nînin, dixwaze êdî nameyekê binivîse! Ji kê re? Helbet ji Mîr re, mîrê ku kilîtên deriyên asê di destên wî de ne; milk û mal û imkanên guhertina civakê û pêşxistina wê. Mem û Zîn beşek ji nameya Ehmedê Xanî ye, lê ya girîng ew e ku name nagihê mîr. Erê name heta ber destê mîr çû, lê mîr guh nedayê. Eger tu rastiyê bixwazî ew nameya ji bo mîr, ango Mîrname, lehengekî bêdeng e di romanê de. Vebêjer ne tenê qala Ehmedê Xanî û jiyan û bîr û baweriyên wî dikin, lê behsa nameya wî jî dikin. Ji Teymûrê fasiq bigre heta Ismaîlê Bazîdî hemû dibêjin ku Xanî dixwest nameyekê binivîse. Çi hate serê wê nameyê! Tar û mar bû, bi dizî hate nivîsandin, bi hibreke ku belkî jehr di nav de be, û di roja definandina Xanî de ew name jî hat beşdarî definandinê bû. Ehmedê Xanî kete binê axê lê nameya wî kete binê lingên matemiyan(kesên ku li wir hazir bûn) û zîvarzîvarî bû, qetiya , hin pelên wê mihiyan hibra wê tev li baranê bû û tenê çend hevok jê karibûn bihatana xwendin. Ev jî sembolek e, nameya ku divê mîr li ser rûniştiba û ew bi diqqet bixwenda, kete ber piyêm xelkê di rojeke bi baran de! De wê çawa hibr ji ezmanan nebare? Hîn jî dibare ji ber ku hîn jî name nagihên ber destê mîran, yan jî wek ku min got mîr nameyan naxwînin. Gelo, di nava bist û yek çirokan û fikrên ku Ahmedê Xanê di 'Aqîda Îmanê'' destnîşankîrîne tu destbirakî hene an na? Na. Tu têkiliya Eqîda îmanê bi romanê re nîne, tenê mirov dikare bibêje ku, xwediyê Eqîda îmanê yanî Ehmedê Xanî, wek min berê jî gotiye, eksena romanê ye. Eqîda îmanê bi xwe jî beşek ji peyam û nameya Xanî ye. Di nava metnê Mîrnamê de, dîrok, felsefe û sîyaset, bi terhên polîsî hatinê honandin, Gelo, mirov kare bêje Mîrname , manîfestoyeke wejeya Kurdî ye? Di nivîseke xwe de, M. Şefîq Uncu dibêje ku Mîrname manifestoya felsefeya Ehmedê Xanî ye, weke wî gelek rexnegirên kurd, mîna Ali Fikri Işik, Remezan Alan û xeyrî wan, cihekî wisa dane Mîrnameyê. Ango van rexnegiran tiştekî taybet di romanê de dîtin ku ew dikare bibe manifestoyek. Ez jî dibêjim ku her berhemek ji alî her nivîskarekî ve manîfestoyek e. li ba min Mîrname mini-manîfesto ye, berî ku ji wêjeya kurdî re wisa be, ji min û berhemdariya min bi xwe re wisa ye. Bi Mîrname re min êdî biryara xwe ya dawî û herî giring stend: ez êdî romannivîs im. Gelo di pêşeroja dûr de wê çi li ser Mîrnameyê bê gotin û nivîsandin? Wê ew were bîra mêjûnûsên edebiyata kurdî? Wê bibe berhemeke zindî mîna, Don Kîxote, Hamlet, Zorba, Mem û Zîn, ku tim were xwendin û niqaş li ser bêne kirin? Ez vê nizanim lê hêvî dikim, bi kêmanî di roja me ya îro de bibe xeta destpêkê di maratona romana kurdî de yan jî bi kêmanî ji min re bibe gava pêşî di meşa hezar mîlî de. Di ramyarîya Tasavvufî de eşk, rêyeke xwe ragihandina Xwedêye. Kesen ku xwe radigihînin wê mertebê dibin nemir? Em karin eşqa Ahmedê Xanê bikin eşqeke tasawufî? Ehmedê Xanî, yek ji endamên ekola sofîzmê ye. Bi gotineke din, ew mutesewwifekî irfanî ye ku eşqê mîna riya herî kurt û tek û tenê dibîne di gihandina xwedê de. Ew di Mem û Zînê, beyta 2488 de weha dibêje: Bala xwe bidê ku Eşq, bi rastî jî nêzîktirîn rêye yekî digihîne xwedê Ji xwe Ehmedê Xanî di berhema xwe d edibêje ku, min xwestiye ez nirxê eşqa xwedayî(mehebbeta ilahî) beyan bikim. Wî di pêvajoya qisseta evîna Mem û Zînê de, gelek qonax bi evîndaran dane derbaskirin heta ku ew gihandine mertebeya herî bilind ku bi timan û termên sofiya nave wê Fena fillah e. Mem piştî ku di tecrubeya zindanê re derbas dibe, digihîje halite wehdetul şuhûd. Her ew li çi dinêre Zînê dibîne! Em nikarin bi tu awayî Ehmedê Xanî ji malzaroka tesewwufê derînin. Ev yek ê bibe zayîneke nexwezayî û wê mexlûqekî mirî bîne meydanê. Di romanê de işaretên weha hene ku destnîşanî fikra Xanî û baweriyên wî ên tesewwufî dikin. Lê dive em ji bîr nekin ku tesewwufa wî ji cûreyê tesewwufa Geylanî û Hellac e ku li alî piraniya xelkên belengaz û feqîr bûn, li alî bindestan bûn. Ji lehengê romana Mirnamê, qesasê rûbipuş, di heman demî de lehengê çirokeke homoseksûelî ye.Gelo, mebesta cenabê we ji vê cîrokê ci bû û reaksîyona derûdora wêjeya Kurdî bi çi awirî li vê çirokê nêrîn?. Ev mijar, yanî homseksueliya Yavuzê xettat, bû armanca gelek rexne û nirxandinan. Ew lehengekî wisa ye ku di kurdî de nebû. Di mîmarî û avakirina vî lehengî de min xwe siparte psîkologiyê. Di zarotiya xwe de ew kes rastî bûyereke tirsnak û diltezîn bûbû, diya wî bi destê bavê wî li ber çavên wî hatibû serjêkirin. Tirseke mezin ji mêran/nêran li ba wî peyda bûbû. Wî dixwest kûpê tirsê ku têde hatibû veşartin bişkîne, lê nikaribû. Mecbûr bûbû ku xwe teslîmî mêran/nêran bike, wan razî bike. Paşê vî lehengî kuştina mêran kire karê xwe û bi wî awayî xwe ji tirsê rizgar dikir. Ez dixwazim/min dixwest bibêjim ku homoseksuelî ne gunehkariyeke bi qasî ku reaksioneke li himber hestên hundurîn mîna tirsê. Bingeha homoseksueliya lehengê min tirs e, li ba hinan dibe ku hormon bin, û li ba hinan jî dibe ku perwerdeya di hemêza dayikê de be, dibe ku hin tiştên din bin jî lê bi tu awayî ne gunehkariye. Gelek pirs hatin kirin, mîna vê pirsa we! Divabû ku ew ji bo kuştina Xanî were hilbijartin, yê ku qatil be divê ne normal be, divê taybetmendiyeke wî ya cuda hebe. Gelo mebesta min çi bû? Mebesta min ew e ku bibêjim ancax kesekî mîna Yavuzê homoseksuel ku girr û kîna wî li himber civakê gelekî mezin e, karibe rola qatilekî bilîze. Helbet vê kesayetiyê bala rexnegir û xwendevanan jî kişand. Remezan Alan di kitêba xwe Bendname de weha nivîsî: "ev beş, ji aliyê têkiliya odîpal a qedexe de beşeke pirr zehmet e. xwendina wê bi mirov yor tê. Exlaqên mirov bêhuzûr dibin". Xwendevanan jî ev beş hinekî giran li ser mîdeya wêjeya kurdî dîtin. Li ba min bi xwe pirsa tabuyan çareser bûye. Ez tabuşikîn im. Ji bo min eger pêdiviya lehengekî bi "qehpetiyê" hebe, ezê bêdudilî wê bikim hilgira bare romanê. Ev celeb wêje di baweriya min de ne pornografiyeke erzan e bi qasî ku wêjeyeke sewiye bilind e. Xanî bi xwe, di Mem û Zîna xwe de têkiliya cinsî bi teferuatan aniye zimên. Tu hewceya wî bi vê yekê nebû lê ruhê wî ê afrandyar hişt ku ji me re di berhema xwe de beşekî herî serkeftî bihêle. Civak bi hacetî guherîna têgehan e, bi hacetî şoreşekê ye ku divê ji nivîsê dest pê bibe. Ev li ba xwendevanê kurd wisa bû. Niha Mîrname dê bi zimanê tirkî jî were ber destê xwendevanên tirk. Ez gelekî mereq dikim ka gelo wê ew çawa lê Ebinêrin! Vêga di dezgeha cenabê we de romaneke nû heye an na? Xeyala cenabê ve ya mezin ci ye gelo? Belê heye. Ev bêtirî du salan e ez li ser romanekê dixebitim. Romaneke cudaye. Bi atmosfera xwe, bi ziman û teknîka xwe û bi mijarên xwe ji romanên min ên berê cudatir e. Ez wisa di nivîsîna romanê de ketime bin barekî giran ku êdî hesabê her hevokekê dikim. Loma jî div ê romana nû de dê xwendevanên min hinekî veciniqin. Derbarî parçê duyem ji pirsa we, xeyala min î mezin ew e ku ez Ehmedê Xanî û Mewlana bi hev re li caddeyên Qonyeyê yan Bazîdê bibînim ku dimeşin û ji hev re helbestan li ser tesewwufê û bilûrên ku bêriya eslê xwe kirine dikin, ew e ku bibînim Yûnus Emre çûye Cizîra Botan û bi melayê Cizîrî re ketiye suhbeteke germ li ser evîna ilahî. Xeyalê min ê mezin ew e ku bibînim kevok di ezmanê van welatan de li şûna bazan difirin. -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. - Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
