*Asimanê Zarokatî*


Berê ji me re digotin werin

Werin dest bi xwendinê bikin

Lîstokên me hebûn balê me zarokan

Ji tîpan zêdetir dikişandin

Me digot na na

Em tu carê

Dinya zarokatiyê

Bi bedela xwendinê nafiroşin



Wan dixwest roniya ezmana me ya safî

Bi tarîtiya ewrên lewçe ên pirtûkan

Bitemirînin



Neçar

Em hînê xwendinê bûn

Her yek ji me di bajarekî biyanî de

Xwe wenda kirin û çûn



Çû wek bilbilek

Ji qefesa zêrîn firiya

Firiya serfirehî

Xwezî têk neçûya biryara zarokatî

Me tu carê

Bi para hêzgirtina ji tîpan

Nedifirot doza şadumaniyê



*Mehmet Sait Çakar*

*Kovara Pêngav, Hejmara 2. Payîz 2010*

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

<<attachment: 21763.jpg>>

Cevap