Daxwaza we li ser çavan û tiştên we gotiye rast e. Ez wê rast dikim û dîsa bo 
we hêjeyan dişînim.
slav û serketina we dixwazim.
Bûbê Eser
 
 

Ez û HAKPAR
 
Bûbê Eser
 
Piştî ku çend nivîsên min li ser (Partiya Maf û Azadiyan) HAKPARê hatin 
weşandinê, di vê derbarê de min çi bi rêya email, msn û facebookê hin nivîs û 
gotin girtin. Helbet wê hemû ne bi dilê min û we jî bin. Lê kesên ku hesûdiyan 
dikin ji xwe ewên tu caran bi ser nekevin. Serketin ya camêran in. Ya kesên 
dilsozên gelê xwe û rastiyê ye. Loma jî ew gotinên hişk zêde min naêşînin. 
Hişkbûna wan li xwediyê xwe vedigerin. Lê mijara min wê li ser wan gotin û 
nivîsên daxwaz ji min dikin ku ez çima di nava HAKPARê de cih nagirim, be.
 
Loma jî ji dêlva ku yeko yek bersîv bidim, min rast dît ku vê helwesta xwe jî 
bi we xwendevanan re parve bikin. Di maila xwe de braderekî weha ji min re 
nivîsî ye: ”Min nivîsên te yên li ser HAKPARê hemû xwendin. Madem helwesta te 
li gel ya HAKPARê ye gelo tu çima nakeve nav wê, kar û xebata xwe nake?”.  Dibe 
ku gelek braderên din jî vê pirsê meraq dikin. Loma ez ê bi tenê di vê nivîsê 
de li ser vê rawestim.  Rawestandina li ser mijarekê tê wateye ku mirov bi 
dîtin û nerînên xwe wê mijarê ji xwendevanên xwe re zelal û eşkere dike. Loma 
ez ê jî weha bikim.
 
Çima ez di nava HAPKARê de cih nagirim? Pirseke balkêş, xweş û girîng e. Rast e 
gelo çima di nava HAKPARê de kar nakim? Lê berî ku vê bibersivînim dixwazim li 
ser adetek berê ango ya salên 70ê rawestim.  Li gor min koka vê pirsê ji salên 
70ê tê. Braderê ev pirs jî kirî ye ji wê demê ango ji nivşê me tê. Berî ku 
bersîv bidim dixwazim bêjim ku di salên 70ê de dema mirov bi başî behsa 
rêxistin an jî tevgerekê bikira, bi hevalbendên partî û rêxistineke din re 
bigeriya, mirov yekser bi wê ve dihat girêdan. Tiştekî weha dihat serê mirov ku 
qet nebêjin. Te çiqasî xwe biparasta, te çiqasî bigota bavo ji ber ku min filan 
an jî bêvan nerîna wê rast dît min ew parast jî  pere nedikir. Li gor min wê 
demê jî û vê demê jî  tiştên weha ne rast in. Çima? 
 
Ji ber ku karên rewşenbîran ew e ku rastiyê bêjin û biparêzin. Ji ber ku ew ji 
bona çareseriya gelê xwe, xwe amade dikin ku bi nerîn û dîtinên xwe pêşiya 
rêxistin û tevgerên azadiyê vekin. Rewşenbîr ew in ku bikaribin tiştên baş, 
nerînên di berjewendiya gel de bin biparêzin. Loma jî pesindayina min ya 
HAKPARê jî  yek ji vê erkê ye û min xwest ez vê pêk bînim. Ji ber ku tiştên îro 
HAKPAR dike baş dibînim.  Wan dîtinên wê yên ji bona azadiya gel rast in, loma 
wan dipesidînim. Pesinandina tiştan nayê wê wateyê ku mirov sedî sed li gel e.
 
Lê hûn ya rastî bixwazin, ez weke rewşenbîrekî gelê xwe îro HAKPARê ji bona 
tekoşîna azadiya gel ya di warê demokratîk de baş û qenc dibînim. Wan dîtin û 
nerînên rêvebirên wê baweriyê dide mirov ku ew bi rastî jî ne ji bona şexsan lê 
ji bona berjewendiya gel tevdigerin. Ha çima ez îro ne di nav HAKPARê de me?
 
 Yek;  Ez ne li welêt im. Dudo ez ne hemwelatiyê tirkiyê me. Lê heger rojekê 
şert û mercên min î vegerê çê bibe,  li welatê xwe bi cih war bibin.  Û heger 
Ez jî weke gelek braderan bibim xwedî xanî û aboriya min têr bike, ez ê wê demê 
vegerim û ez ê bi dilxweşî di nav refê HAKPARê de cih bigirim. Ez ê li gor 
aboriya xwe şaxekî wê bi alîkariya nas, dost û mirovên xwe li Dêrikê an jî li 
Mêrdînî vekim. 
 
Lê li xerîbiyê, ji welatê xwe dûr, ez ê çawa bikaribin bi awayekî çalak ji bona 
HAKPARê kar bikim? Li gor min ev nabe. Loma jî niha weke alîgir û dostekî 
HAKPARê yê herî nêzîk, ez  bi nivîsên xwe ji bona tiştên wan yên baş piştgirî û 
alîkariya wan dikim. Alîkarî û piştgirî jî nayê wateya ku mirov bi temamî ew e. 
 Lê daxwaz û hêviya min ew e ku hezkirên min, xwendevanên min, nas û dostên min 
yên li welêt, bikaribin li gor îmkanên xwe çi di nava HAKPARê de cih bigirin û 
çi jî piştgirî û alîkariya wê bikin ez ê kêfxweş û şad bibin. Li gor min îro ji 
bona me yek rêyeke heye ew jî xebata di warê demokratîk û li welêt bi rêya 
HAKPARê ye. Êdî hûn dizanin.
 
Têbinî: Min hêvî dikir ku wê ji bona 4mîn kongreya HAKPARê ku sirûda neteweyî 
Ey Reqîb dabûn xwendinê wê rewşenbîrên me li ser vê çalakiya delal 
binivîsandana. Lê mixabin kesan deng ji xwe (ji bilî çend kesên alîgirên wê) 
dernexistin. Tenê sekreterê partiya faşîst ya Tirkan MHP li gor xwe behsa wê di 
TRT Turk de kir. Heyf bû ku ew kongre weha bêdengî çû.






                                          

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap