CEJNA XWÎNÊ

Cejn şahî ye
Cejn başî ye
Cejn dilxweşî ye
Cejn piştgirî ye
Cejn pîrozî ye ne ?
Min tu carî nedît ev pakî
Birayek min li serê çîya
Birayek min di zîndanê de
Xwîşka min di gorê de
Ez di nav jîyanek bi êş de
Yên ev xerabî bi me re kirin
Oldarbûn, misilmanbûn
‘Birayên’ Tirkbûn, Erebbûn,Farisbûn
Welatê me dagir kirin
Gundên me wêran kirin, zimanê me qedexe kirin
Em kirin sêwîyên ber diwaran
Cejin ev be de bila li we pîroz be !...
Cejin ji bo min xwîne, êş e, kul e
Derd e, keser e heta Kurdistan rizgar nebe
Û gelê Kurd bindest be…

Tevger Çekdar (16 sermawez 10)

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurdan e. Komeke ideolojik 
nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad bir u 
ramanen xwe binin zimen. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe re, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze 
hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxaneye bikin. 
 -  Diwanxane; en buyuk Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu 
yazarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta kaba propagandalara sicak bakilmaz. 
Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren mailler onaylanmaz. 
Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Rojda Xanim, Serger 
Barî, Mihemed Rojbin. ANA SAYFA: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap