Ji herkesê ra silav,heskirin û rêz.

Sed maşela ji Îbrahîm Guçlû ra

Fîlozefeke wek wî ancax di dewra antîqîtê da meriv dikaribû bibîne.

Ew hevtayê Sokrates,Lycurgus,Thisius,Plato,Artisto û hwd ê Yewnana kevin a
Atîna û Spartayê ye...

Sed maşela lazim e Fethullah Gulen Xocaefendi bi histirên çavê xwe ji
Îbrahim ra niviştek binivîse û Reco jî bi destê xwe bi ser milê wî ve
bidûre...

Dîsa sed maşela ji wî ra ku wek serkan serbazekê artêşê an jî wek midûrê
şûbeyek psîkopolîtîk a MÎT a romê tevdigere. Artêş jî MÎT jî hukûmet jî eynî
devî eynî ramanî diyardikin:Kurd û pekeke ne yek in, ji hev cuda ne.

Sed maşela ji Îbrahîm ra ku di ferqê da nîn e ku artêş,MÎT û hukûmet,ji bo
rayedarîya xwe bi qestî Kurd û pekekê ji hev vediqetînin; dîsa ew nizane ku
ew jî kurd e û di çavdînê artêş-mît û hukûmetê da ew ji him kurd e hem jî
pekeke ye.Însanek ewqasî gangox û serkankol ancax di kuçê Amedê da
tolefîskan biavêjê û bi wî tewirî xwe tetmîn bike.

Sed maşela ji te ra Îbo, dixuye ku dedekoyan çu mefayek bi te nekirîye.Eger
ramanên wan bête pirsîyarkirin Sedat Bûcaki Îskender Ertoşî û Tahîr Adîyaman
jî wek îbrahîm dê heman tiştan bilêvbikin. Eşîretên qorîçÎ çekên xwe berdan
û êdî dê di şerê birakujîyê da nebin teref, lê welê dixuye ku ÎbrahÎm hê jî
şerî geş dike. Îbo wek artêşek ji tek neferek pêkhatî di kuçê Amedê da
difirize.

Îbo wek navê xwe baş zane ku tevgerek siyasî û eskerî pêşî propaxanda
dike,paşê rêxistinan ava dike û eger mecbûr û pêdivê be dê dest bi têkoşîna
çekdarî bike.Lê têkoşîn a çekdarî jî heta raddeyek e.Heta hetayê şerê
çekdarî dom nake.Bi qasî ku em ji çapemenî û medyayê têdigihên tiştên ku
pekeke jî dike ev e:Jibo aştî,wekhevî, biratî,demoqrasî,û çareserkirina
pirsgirêka kurd pêşî agirbir û paşê jî çekberdan.Lê ev tiştana mîna ku di
mejîyê Îbrahîm da teşekkul kirîye wek leystikek zarokan nîn e..

Îbo herdû guhên xwe bi tepa lastîkan xitimandîye, herdû çavên xwe bi bandaja
reştenîyê korgirêdaye,û mejîyê xwe jî bi arava artêş-mît û hukûmetê heft
caran û bi heft qalib sabûna reqî şûştîye.Ji Îboyê belengaz wetrê ji
neteweya kurd ra xizmet dike.Kuro wele tû wek melayê meşhûr Nesreddîn Xoce
gulîyê ku tu lê suwarî di berxwe didî ku bibirî.Dixuye ku bi bivirê destê
xwe heta tu gulî nebirî û xwe bi destê xwe li orta çavê erdê nexî heşê te
nayê serê te. Heyf û sed mixabin.

Kerikê ker ajo ew kîye te diajo!?

Seîdê Sîsî
2010/11/25 dicle fırat <[email protected]>

> Değerli Dostlar,
>
> Son günlerde Öcalan'ın Osman Baydemir üzerine düşünceleri gündemi işgal
> etmiş durumda. Öcalan'ın narsist kişiliği, çatışmaanın gerçek nedenleri
> üzerine düşüncelerimi sizinle paylaşıyorum.
>
> Sizlere başarı ve mutluluklar diliyoruım.
>
> İbrahim GÜÇLÜ
>
>
>
> --
> - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu
> Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, heqaret qedexe ye.
> Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
>
> Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
>
> - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail
> grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas
> alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik
> taninir.
>

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap