Seheheta te xweş kekê Seîd :
Di serî de ji hemî xebatkar û endamên koma Diwanxanê re silav û hurmet.
Hevalno min bibexşînin ji ber ku ez li ser ferhengê (kurmancî-dimilî,
dimilî-kurmancî) dixebitim ji ber demê
nikarim carna nivîs bişeyînim, belê carna bê hemdî mirov xwe ranagire û dixwaze
hên tuştan bîne ziman.
Min bi xwe nivîsa Îbrahîm Guçlû nexwend, ne nivîsên wî û ne ewên wek wî
dinivîsin ez tu caran naxwînim, ji ber
ku em dema xweyê bi qîmet bi rexneyên eletewş û bigotinên vala nebihurînin.
Kekê Seîd bi anelîzek zanistî bersîva wî daye, tilî û pêçiyê te saxbin, tuştekî
ku zêdekim ne hewceye.
Silav û rêz Mamoste Haydar
Date: Wed, 1 Dec 2010 07:29:17 -0700
Subject: {Diwanxane} Dîsa îbrhîm Guçlû
From: [email protected]
To: [email protected]
Silav,Heskirin û rêz ji her kesî ra
Hevalê meyê kevin Îbrahîm Guçlûyê Koçhîsarî :
Dîsa vereşîyaye.
Disa fesadî dike
Dîsa bexîlî dike
Dîsa şalûzîya xwe rava dike.
Yanî Beko Ewanîya xwe didomîne.
Kul û kesera dilê wî bi kurdewerîyek sexte di nav kurdeweran da nîfaq
derxistine.
Heta ji destê wî tê û heta hiş û aqilê wî digihêjê daholek avîtîye sermilê xwe
û di kuçê Ameda rengîn da cawcawîya xwe didomîne.
Di topemenîya cîhanê da sîyaset pêş ve diçe Îbrahîm di cihê xwe da pîngol
dikute.
Huner pêşda diçe îbrahîm ji rîxê şiklê hirç û guran çêdike.
Edebîyat dikemile îbrahîm xwe koreçav û kereguh dike.
Pûşîya ser çavê Ewanan dikeve Îbrahim bi çermê ga ewanîya xwe vedişêre.
Em meraqdar in ku gelo Wikileaksê qala Îbrahîm ji nekirîye!?Eger nekiribe bi
rastî kêmasîyek mezin kirîye.
Dermanê nesaxîyan bi berfirehî li topa cîhanê belav dibe Îbrahîm Înzelê bi kar
tîne.Ew înzela ku ji helbestek helbestvanê navdar û gewre,Cigerxwîn ra bûye
babet.Di helbestek xwe da helbestvanê rehmetî qala Înzelê dike:
Ew dibêjê tu enzelê bi heft avan bişoyî,her roj efar û afirandina wê pêk bînî,
her roj bi hunguv av bidî, di encamê da tiştên ku hûn dê bibînin dîsa înzela
tehl û zehriran e.
Îboyê me jî bi dehan di dezgehên sîyasî da derbas bû, di encamê da dîsa wek
înzelê derket pêşberê me.
Bidomîne bira!
Te meydanek bi qasî neynûkek di hişê xwe da ava kirîye tû hew zanî deşta
Qalaharî ye.Tû li kerek qule suwar bûyî hew zanî hespek seklawî di bin te da
ye.Tu wek qijikê qîj qîj dikî tû hew zanî elwan î.
Helbestvan çi xweş gotîye:
Tawis bi wî şiklê melîh
Şermendeyê saqên di reş
Ew qijika gûxwar binêr
Qij qij dikit
Elwan im ez.
Nesaxîya Îbo nesaxîyek bê dewa ye.
Bihêlin bila qij qij bike.
Ew jî wusa xwe tetmîn dike.
Kerikê kerajo!
Ew kî ye te diajo?
Seîdê Sîsî
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.