Hevalê Şêxmûs, Heta bazara Kurdî û Kurdayetiyê teng be, xwedî lê derketina nirx û hêjayiyên Kurdan bi qewlê zanayên berê, wek agirê destan be ( te dît digotin roj bê bawerî wê bibe wek kozê agir; tu bidî destê xwe wê destê te bişewite, tu bavêjî dê ew ê wenda bibe) wê gelek berxên Kurd û kurdistanî ji kozika xwe birevin û bibin para devê guran… Xwedê temenek dirêj bide min û te, roj werê, wê Kurdên bakûr jî bigihijin ber mirazê xwe û bibin xwedî maf û statû. Roj bê, dê ew jî, wek birayên xwe yên li başûr, ji dewlemendiyên Kurdistana xwe ya bi ber û bereket para xwe bitsînin… Hevalê Şêxmûs, wê demê tu yê bibînî ew berxikên ji kozikê reviyane dê çawa her yek ji wan veguhere bibe Rustemkî Zal… Wê çawa bi ser me de biqîrin bikin feryad û fîgan, qenciyek wan negihîştibe Kurd û Kurdistanê jî, ew ên bijmêrin yeko yeko, bikin serhevdeya serê me çend silavên Xwedê jî… Heft xwezila ez bubûma çavdêr û şahedê, Sezgîn Tanriqûliyê Hiqûqçî, Hîkmet Çetînê Licî, Bedredîn Dalanê Şêbizinî, mebde û murîdên Kamuran Înanî… Ew wekîlên AKPyî, ew ên serî di bin baskan de veşartî, Tenê bi anonsa “ îhale heye!” çavli wan vedibin, baz didin bi çargavî… Dinya dor bi dor e hevalê min ê jidil û can…
--- En date de : Jeu 9.12.10, Seyhmus cagro <[email protected]> a écrit : De: Seyhmus cagro <[email protected]> Objet: {Diwanxane} sezgin tanrikulu À: [email protected] Date: Jeudi 9 décembre 2010, 23h56 -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir. -- - Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane - Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
