Te'na Kurdî-axaftinê




Te'n peyvekî erebî ye. Wateya wê lêgirtin e, zemkirin e, beyankirina
kêmasîyan e, dijûnkirin e, pûçkirina angaştên dijberan e.



Ev peyva ku dîroka wê gelik kevn e, di nav Kurdan de pir tê bikaranîn. Car
heye di rewşekî erênî de bê bikaranîn car heye jî di rewşekî neyînî de.
Carînan ev peyv bûye sedema kuştinên gelik mirovan; carînan jî bûye sedema
hewildan û bûyerên welê ku dad were cihê xwe.



Em vê peyvê di Şahesera Cenabê Ehmedê Xanî Mem û Zînê de jî dibînin. Dema
Mem û mîr bi leyîstoka sedrencê dikevin hemberî hev û di dawiyê de Mem mîr
têk dibe, wê demê Beko dikeve navbera wan de û leyîstina sê dest dî ya
sedrencê pêşnîyarî wan dike. Vê carê mîr Memî têk dibe. Li gorî şert û
mercên ko di nav bera wan de bûn mîr ji Memê dixwaze ka dildara wî kî ye.
Beko dîsa ji bo şeytaniyê dikeve navbera wan de û ji mîr re dibêje ko;



Go "min dîye ya Memê hebandî

Gêjek ereban e, lêv deqandî."



Mebesta Beko ya ji kêmnîşandayîna dildara Memê ew e ku da wî eciz bike,
"te'n" lê eser bike da navê hezjêkera xwe Zînê bi eşkereyî bibêje. Li ser vê
gotina Beko Mem eciz dibe. Cenabê Ehmedê Xanî eczibûna Memê û sedema
ecizbûna wî holê vedibêje:



Te'nê li Memê we reng eser kir,

Yek carî ji eqlî bêxeber kir.



Ji devê Memê jî holê dibêje:



Got: "qet ne we ye wekî wî gohtî,

Mîr im, periyan dilê mi sohtî.

.....



Serdefterê hor û nazenîn e,

Herçendî melek bi navê Zîn e.



Ez jî dixwazim vê meseleya "te'n"ê û "te'n lê eserkirin"ê bînim ser barê
parlamenterên BDP'ê

Xelk û alem helwesta BTP'ê ya di der barê bikaranîna zimanê Kurdî de zanibin
jî lê ez dixwazim careka dî dubare bikim. Sed heyf û mixabin mirov nikare
bêje helwesta wan erênî ye. Ji ber gazindeyên zêde yên xelkê, xasma yên
Kurdî-perweran car caran di ber axaftina tirkî de Kurdî biaxivin jî, lê ji
helwesta wan diyar e ku ew ji axaftina Kurdî zêdetir ji axaftina Tirkî hez
dikin.

Heta niho ji Kurdên dilşewat û yên li ser zimanê dayikê hestiyar gazind
diçûne wan. Lê ji ber ku êdî ji giregirên dewletê û hikûmetê jî gazind tên
ko ew bi Kurdî nizanin, nexwe mirov bi rehetî dikare bêje ko êdî dem hatiye
ko ew jî komê xwe deynin li ber xwe û di derbarê zimanê Kurdî de gavên
radîkal biavêjin.

Wek tê zanîn, wezîrê dewletê û cîgirê serokwezîr Bûlent Ariç di axaftina xwe
ya di meclisê de mijar anî ser Kurdî-axaftinê û berê xwe da parlamenterên
BDP'ê û got: "... hûn bîst parlamenter in, deh ji hewe bi Kurdî nizanin. Hewe
di nav xwe de kurs vekir, lê kes neçûyê, îflas kir. Akin Bîrdal bi tenê ma.
Havala me Emîne Ayna were vir û biaxêve peyveke Kurdî nizane. Bi zaravayê
Stenbolê diaxive..." Her çiqas

Em niho weke Kurdekî û weke hilbijêrekî wan parlamenteran mafê xwe dibînin
ku ji wan re holê bibêjin:

Bila ev "te'n" li hewe jî eser bike. Bila hewe bi yek carî ji eqlî bêxeber
bike. Ma ne welê ye? Hûn doza mafê zimanê xwe dikin. Lê dûwemîn kesê ku hûn
ji xwe re wek muxateb qebûl dikin, hewe bi nezanîna Kurdî tawanbar dike.
Nexwe hêj ev gazind zêde nebûyîn, di nav hewe de yên bi Kurdî nezanibin
tavilê bila xwe hînî zimanê Kurdî bike. Yên dizanin jî bila di her warê
jiyanê de Kurdîya xwe bikar bîne.






Abdulkadîr Bîngol

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Cevap