Hêjeyan,
Bi hêviya ku hûn baş bin û tim li ser karê xwe û bi dilê xwendevanên xwe bin. 
Kerem bikin bi nivîseke din bi we re me.
silav û rêz
Bûbê Eser
 
 
 

Kirina şaşiyan û hiştina dilan, rehet e…
 
Bûbê Eser
 
Dema kes û kesayetiyên ku di nava karên ji bona azadiya welatê xwe de 
dixebitin, hin caran dikarin kêmanî û şaşiyan jî bikin. Dema ku mirov di nava 
kar û barên welatparêziyê de be, ji ber zilm û zora dijmin, ji ber neheqiya li 
gelê mirov tê kirin, mirov her tiştekî li gor xwe baş, rast dibîne û wê weha 
şirove dike. Ya dilê xwe li gor wê dibêje, rexne dike û dipesidîne. Loma ya min 
jî weha bû û ew hemû ji ber welatparêziya min bû.
Ez kesekî weha me ku dema min di nav rêxistinekê, di nav dezgehekê, di nav 
partiyekê de kar kir ez bê kêmanî li gor prensîb, qaîde û nîzamê karê xwe dikim 
û divê weha be jî. Ji ber ku ez weha fêr bûme. Loma jî min tim bi dilekî 
xemgîn, bi baweriyeke durust, bi nerîneke xurt, digot û dinivîsand. Ji ber ku 
ez tim pênûsa xwe ne di bin tesîran de, lê ji xwe bawer û bi awayekî azad, bi 
kar tînim û ez ê bînim. Dema mirov girêdayî cihekî be, bêtir mirov xwe li gor 
wê amade dike. Li gor wê, baweriyên xwe dibêje an jî dinivîsîne. Li gor wê 
rexnan dike û li dij rexnan dertê. Weke mirov di govendê de be ku ji reksê pêve 
tu tiştekî din nakeve bîra mirov. 
Qestma min li vir ne ewe ku ez ji karê min heta niha kirinin poşman im. Na û 
qet na. Min çi kar kiribe weke kesayetiyekî min ji bona gelê xwe kirî ye û pê 
serbilind im. Ez ê vê heta ku hebin bikim. Min jî weke gelek camêr û canikan 
bedelekî baş dayî û ez hurmeta wê bedelê digirim û tu caran jî ez ê wê ji bîr 
nekim. Heta ku ji min hatiye min berjewendiya gel tim daye ser ya xwe. Lê dibe 
ku di nava kar û baran de mirov hin caran şaşiyan jî dike, bi çewtî û şaş 
fêmkirinê dibe êrîşkar. Mirov gelek caran weke xwe difikire, rastiyê li gor wê 
dibîne û li gor wê jî nikare rexnan hilgire. Loma min jî hin caran weha kirîye 
û bi vê kirinê dibe ku min dilê hin camêr û canikan êşandibe, hiştibe û gelek 
ji ber vê dibe ku ji min aciz bû bin. Lê hûn bawer bin tu caran niyeta min ne 
xerab bû. Min xwestibe çi bikim ji bona welatê xwe kirî ye.
Ez çawa gihiştim vê encamê hûn dizanin? Ez ji we re bêjim. Hêvîdarim ku gelek 
nivîskarên me jî weke min vê pêk bînin wê baş be. Ev demek dûr  û dirêj e ku 
min destbi xwendina nivîsên xwe yên ji destpêkê (1984) de kir û pê de hatim 
heta vê nivîsa xwe ya ku niha li ber destê we ye. Min di wan nivîsên xwe de dît 
ku bi rastî gelek nivîsên min zêde hişk û yek alî hatibûn nivîsîn. Min di wan 
de dît ku min gelek kes û kesayetiyên xebatkar, hêja û dilovanên gelê xwe 
êşandin in. Min di wan de dît ku ez gelekî teng fikirîme û li gor wê fikir û 
ramanên xwe nivîsî ye. 
Ez niha gihiştim wê baweriyê ku divê ez bi nivîsekê ji wan kes û kesayetî, dem 
û dezgehên ku min bi nivîsên xwe dilê wan hiştine, min ew êşandin in. Min bi 
wan nerînên xwe yên teng heqaret li wan kiri ne. Min bi wan gotinên xwe yên 
çors ew dabin ber rexneyên ne di cih de, lêborîna xwe bixwazim û dixwazim. Loma 
jî bi vê nivîsê ez doza lêborînê li wan kes û dezgehên kurd ku ji ber gotin û 
nivîsên min êşiyabin, doza lêborînê li wan dikim. Her weha êdî ez ê bi tu nivîs 
û gotinên xwe nexwazim dilê tu kesan bihêlim. Ez ê êdî pênûsa xwe tenê weke her 
car, ji bona berjewendiya gelê xwe bi karbînin û ez ê vê pênûsê ji rexnên ne 
çêker û gotinên ne li rê, li ser kes û kesayetiyan, dem û dezgehan bi kar 
neynim. Ez ê ji niha û pêde xwe ji nivîsên nakokiyan dixuliqîne dûr bixim. Lê 
bi vê jî ez ê xwe ji ber rastiyê jî nedim alî û wê tim jî bêjim. Ez baş dizanim 
ku rastî  agir e û bi kesên wê dibêje, dikev e.
Her mirovên di nav kar de bin, dikarin şaşiyan bikin. Lê divê em vê jî ji xwe 
re nekin mertal û êrîşên ne di cih de nekin. Divê herkes hurmet û qîmeta xwe û 
xwebatên xwe bizanibin. Nebin tawanbar, bibin alîkar da ku kesên bi karên 
azadiya welatê xwe ve mijûl in, bi pêşkev in. Em bibin hurmetkarên hemû nerîn û 
ditînên di berjewendiya gelê me de bin. 
Ji ber vê ez ji  hemû kes û dezgehên kurdan, min çi bi pênûsa xwe û çi bi 
gotinên xwe ew êşandibin, uzrê xwe, lêborîna xwe dixwazim. Kirina şaşiyan û 
hiştina dilan, rehet e, lê lêborîn xwestin gelekî zehmet e. Kesên xwe dan ber 
vê zehmetiyê wê bi serkevin.20.01.2011
[email protected]







 


                                          

-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Attachment: kirina şaşiyan.docx
Description: application/vnd.openxmlformats-officedocument.wordprocessingml.document

Cevap