Hêjeyan,
Kerem bikin ez bi nivîsek din li gel me.
Silav û rêz
Bûbê Eser
Ev lez û bez ji bona çi ye?
Bûbê Eser
Bawer bikin hin caran pêwîstiya ku mirov tistan venesêre û ya rastî bêje, heye.
Hûn ya rastî bixwazin divê mirov tim rastiyê bêje, lê mixabin ew rastî jî mirov
diêsîne. Rastiya ku mirov dibêje dibe gulle û li mirov vedigere. Dibe agir û bi
me re dikeve. Lê dîsa jî gotina rastiyê xwes e û divê hin xwe bidin ber wî
agirî û gulleyan da ku rastiya di berjewendiya gel de be bêjin. Çima hûn
dizanin? Pistî vî temenî û pistî ewqasî berxwedan, ser û pevçûn, hin ji
nivîskar û siyasetmedarên me kurdan pistî ku hasil di mûsilê le derketiye,
berbi partiyên tirkan de diharin. Berê xwe dane wan û pista xwe ji bona
berjewendiyên xwe ê sexsî dane gelê xwe. Loma jî dibêjim ev ne îsareta xêrê û
destnîsaneke bas e…
Ez ji berê de lê bêtir pistî derbaya 12 îlona sala 1980ê de weke gelek canik û
camêran min jî dixwest ku zimanê kurdî yê sêrîn û delal bikeve devên hemû
kurdan û wî ji devên xwe dernexin. Hemû tistên xwe, hebûn û jiyana xwe bi wî
bikin.
Lê rewsa me ya îro ketiye halekî ku êdî mirov ji xwe fedî dike. Çima? ji ber
ku ew zimanê tirkan yê ku bi wî emirê lêdana kurdan dida. Ew zimanê tirkan ku
bi wî biryara kustina kesayetiyên kurdan derdixist, bi gelek kurdên me yên
bakur sêrîn û xwes tê. Loma jî nikarin wî ji bîr bikin. Her roj behsa bi
karanîna zimanê kurdî dikin. Lê bi xwe di malên xwe de wî bi kar nînin. Daxwaz
dikin ku her kurdek fêrî kurdî bibe, lê zarokên wan wî zimanê sêrîn nasnakin.
Ev ne bes bû êdî tistekî din ango adeteke din li me zêde bû. Ew çi ye? Ew jî ew
e ku êdî hin ji siyasetmedar, rewsenbîr û nivîskarên me, ne tenê dev ji zimên
berdidin, niha ketine dorê yek li dû yekî berê xwe didin partiyên tirkan û ji
bona berjwendiyên xwe yên sexsî berbi wan de lez û bez dikin, direvin da ku ji
xwe re cihekî peyde bikin. Dikin jî.
Min berê ji bona nebikaranîna zimên dikir HAHO niha jî êdî divê em bi hevre ji
bona ku siyasetmedarên kurd, rewsenbîr û nivîskarên kurdan berbi partiyên
tirkan de diharin, dibezin, divê em bi dengekî berz û bi hevre bikin HAHOO. Ne
carekê bi hezar caran. Ev destpêka xerabûnê ye. Ev nîsana kurd xwe ji xwe dûr
xistinê ye. Ev nîsan û dengên ne xêrê ne…
Weke tê zanîn hilbijartinên sala 2011an li tirkiyê û li bakurê Kurdistanê nêzîk
dibin. Di van hilbijartinan de hin kes û kesayetiyên kurdan ji bona hin post,
pere bi destbixin berbi partiyên tirkan de direvin. Hin ji rewsenbîrên me,
ronakbîr û nivîskarên me ji bona nav û dengên xwe, dixwazin di nav partiyên
tirkan de kar bikin da ku bibin xwedî post û pere. Ji xwe armanca dijmin jî tim
weha bûye ku ji bona post û peran kesayetiyên kurdan bêsexsiyet bikin, da ku ew
nikaribin ji bona azadiya gelê xwe bi rastî û durustî kar bikin.
Baweriya min ew e ku wê hin ji rewsenbîr û siyasetmedarên me di rojên pêsde hê
çi bikin û nekin dê bi zelalî bê dîtin. Tirsa min ew e ku ev bibe adetek, kes
û kesayetiyên kurdan bixwazin jê fêdê bibînin. Yek li dû yekî berbi partiyên
tirkan de bazdin. Ya min ditirsîne ev e û ya dilê min pê diêse ev e. Loma divê
em vê bêjin û bikaribin li dij wê derkevin.
Ji ber ku pêwîstiya gel di roja îro de ji ronakbîr, siyasetmedar, nivîskar,
hunermendên xwe heye. Heger ew îro vî erkê xwe pêk neynin, wê sibê halê welatê
me dê çawa be? Ji ber vê yekê ye ku ez dibêjim; hê em ê çi sosretan bibînin! Em
ê li tistên weha rast bên ku qet nehatine û nayên dîtin. Ji ber ku ev
hilbjartin wê gelek teybetmendiyên xwe yên xas hebin.
Di vê pêvajoya nû de, di vê rewsa kambax ku pêwîstiya gel ji rewsenbîrên wî
hebe û heger ew jî dest ji kar û barê welêt berdin û ji bona çend qurus pere û
post, nav û sexsiyeta di nav tirkan de bigrin, berbi partiyên wan de bibezin em
ê bi destê xwe malwêraniya gelê xwe bînin.
Dibe ku em ji hev aciz bin, dibe ku em hevdu qebûl nakin, di be ku em li hember
hev hesûd bin. Lê ev nayê wateya ku em ji xwe birevin û berê xwe berbi tirkan
û pasên xwe bi gelê xwe vekin. Ji ber ku pêsiyên me gotinin: ”Rîh dibe bi host
lê dijmin tu caran nabin dost”. Xwes gotinên. De kerem bikin û di rojên pêsde
hê çi ecêbin mezin wê bê serê me, em ê bi hevre bibînin, bibihîzin. Em ê li
halê xwe û rewsa ronakbîrên xwe binêrin û bikin HAHOO da ku gazî û hawara me
here wan kesên ku berbi partiyên tirkan de diharin da ku li xwe vegerin…
Bi hêviya ku êdî herkes kumê xwe deynin ber xwe û bas li ser rewsa welatê xwe,
li ser kar û barê wî bifikirin. Bifikirin da ku ev ji bona me tevan bibe dersek
ku em êdî li zimanê xwe û li partiyên xwe vegerin. Her partî ne bi dilê
herkesan e. Lê çawa bin jî ew yên men in û ji bona me ji yên tirkan bastir in.
Loma jî çûyina rewsenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên kurdan ya ketina
nav partiyên tirkan di rewsa îroyên de ne aqilane ye, ne durust e û li vê dema
me ya nû nagunce. Lê dîsa jî herkes biryara xwe bi xwe dide…27.01.2011
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.