Hêjeyan, Kerem bikin ev bi nivîseke nû li gel we me. Silav û rêz Bûbê Eser Di hilbijartina 2011an de divê helwesta Kurdan çi be? Beşa yekê (I) Bûbê Eser Belê weke gelek caran vaye vê carê jî hilbijartinên ku wê li Tirkiyê û li bakurê Kurdistanê çêbe, nêzîk dibe. Vê carê jî weke gelek caran herkes wê nerîn û dîtinên xwe bînin zimên. Bawerî û helwestên xwe zelal bikin. Cehd û xebatên ku pêwîst in, wê bêne eşkerekirin. Gelek şirove li ser vê hilbijartinê bûne û wê bibin. Loma jî li gor vana divê em ji niha de dest bavêjin vê mijara girîng da ku em Kurd bê helwest nemînin û bi helwesteke neteweyî em jî bibin xwedî hin mafan da ku di vê hilbijartinê de hin destkeftiyan bi dest bixin. Berî ku ez li ser hilbijartina ku wê di Hezîrana 2011an de bibe, nerîn û dîtinên xwe bi we re parve bikim, divê ez berê rastiyekê bêjim, (ji xwe ev rastî jî bû ye bela serê min. lê…) da ku em li gor wê tevdîr û haziriyên xwe bikin. Ez ê di vê nivîsa xwe de li ser sê beşên civata Kurd yên xwe ji bona hilbijartinê amade dikin, rawestim. Beşa yekem ew e ku di nava her gelan de mirovên tenê berjewendiyên xwe difikirin hene. Ji ber ku em jî miletek in loma kesên weha di nava me jî de henin û wê hebin. Lewra kesên weha bi tenê li gor berjewendiyên xwe yên şexsî tevdigerin. Loma jî berjewendiyên wan li ku be ewên jî li wir bin. Ji ber vê yekê ye ku kesên weha bi rehetî dikarin di nava partiyên dagirkeran de kar û xebatên xwe bikin û dikin. Li gor min ev normal e. Çima? Ji ber ku dema mirov bi tenê berjewendiya xwe fikirî, ji bona pêkanîna wê her rê û olax têne bi karanîn. Ji ber vê yekê ye ku tu gotina min ji kesên vê dikin re tune ye. Her kes xwediyê xwe biryar û helwestên xwe ne. Ji ber ku xêr û gunehên her kesan di dîrokê de têne nivîsîn. Beşa dudan jî bawer dikin an jî dixwazin weha rê bidin ku dema ew di nava partiyên dagirkeran de kar bikin ewên bi hin xebatên xwe fêdê bighêjînin gelê xwe. Ev bawerî wan dafî nava partiyên dagirkeran dike. Her ew jî bi vê baweriyê dixwazin di nav partiyên dagirkeran de cihên xwe bigirin û ew jî weke yên din karê xwe dikin û wê bikin. Beşa sêyem jî baweriya wan bi tu partiyên dagirkeran nayê û ew qet û qet bawer nakin ku wê tu partiyeke dagirkeran bixwazin an dixwazin ku problema gelê kurd çareser bikin. Lewra vê baweriyê ew berbi partiyên xwe damezrînin dafandinin. Her wan jî weha kirine û karên xwe ji bona azadiya welatê xwe, ji bona rehetiya mirovên gelê xwe vê dikin û wê bikin. Beşê sêyem ku tenê berjewendiya gel difikirin, ji bona azadiya gelê xwe di nava tevgera azadiya welêt de kar dikin in. Beşa fedekar û xebatkarên gelê xwe jî ew bi xwe nin. jî ber kar û xebatên wan tenê ji bona berjewendiya gel e. Loma ew jî dixwazin partiyên xwe xurt bikin da ku di van hilbijartinan de bi bin xwedî dengekî kurdî. Îcar mesele di vir de çiye? Mesele ew e ku divê em jî li ser van hersê beşên civatê ku ji niha de xwe ji bona hilbijartina ku wê bê amade dikin, rawestin. Ji ber ku wan ji niha de dest bi kar û xebatên xwe kirine. Hin ketin rê û berbi partiyên dagirkeran de çûn, diharin û ketinin nav hesab û defteran. Hin têdikoşin an jî bawer dikin ku wê çawa bikaribin di nava partiyên dagirkeran de fêdeyekê bighêjînin gelê xwe. Li gor min; Qet pêwîstî nabînim ku beşa civatê ya yekem ango li ser wan kes û kesayetiyên ku ji niha de haziriyên xwe dikin ku tenê ji bona berjewendiyên xwe bikevin nava partiyên dagirkeran û li wir weke şexs bibin xwedî pere û post, tiştekî bêjim. Ji ber ku helwest, nerîn û armancên wan diyar in û bi tenê xwe difikirin… Heger ez li ser beşa dudan ku hin dixwazin di nava partiyên dagirkeran de bibin şexstiyet da ku ji bona gelê xwe jî tistekî bikin, ya jî weha bawer dikin, rawestim. Ez dibêjim; kesên weha difikirin li gor min nerîna wan ya di vê derbarê de di şert û mercên îro de ne rast e ango xerab e. Dibe ku hin ji wan canik û camêrana, naxwazin, nikarin an jî rê li ber wana venabe ku di nava partiyeke kurdan kar bikin. Ya jî ew bi xwe bawer nakin ku dê bikaribe di nava partiyên kurdan de fêde bighêjîne xwe û gelê xwe. Ji ber vê helwestê berbi partiyên dagirkeran de dibezin, diharin. Gotina min ji kesên weha difikirin re ev e: Her çiqasî nerîn û ditinên wan di vî warî de paqij û zelal jî be (an jî em weha bifikirin). Em weke kurd, me xwe gihiştiye pêvejoya ku êdî divê em karê xwe bi xwe bikin. Divê em birîna xwe bi xwe bikewînin. Heger em îro qels bin, kêmhêz bin, ne li hev bin jî, dîsa divê em ji xwe dûr nekevin. Çareserkirina pirsa gelê me divê bi destê me be. Ji ber ku dijmin her em xapandinin. Em bi karanînin. Dema karê xwe bi me diqedînin çi dikin jî diyar e. Kesên vê nizanin bila dîroka xwe bixwînin wê vê jî fêr bibin. Loma jî dibêjim ku çûyina kes û kesayetiyên weha ya nav partiyên dagirkeran, hêza kurdan qels dike. Baweriya kesan dişkênîne. Hêviyê bi hinan re nahêle. Ev jî dibe keraseteke xerab û mezin. (Nivîs didome…)05.02.2011
--
- Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
- Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu.
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir.
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.
Di hilbijartina 2011an (1).docx
Description: application/vnd.openxmlformats-officedocument.wordprocessingml.document
